Kêmbûna dermanan gelek zirar dide sivîlan

Ji ber dorpêçkirina rejîma Sûriyeyê li ser Kantona Şehbayê pêdiviyên gel ên jiyanî û tendirustî nayên peydakirin. Endamên depoya dermanan li Kantona Şehbayê zirarên ku dibînin ji aliyê kêmbûna dermanan ve wiha tînin ziman: "Rejîma Sûriyeyê bi dorpêçkirina xwe gel dixe bin zextan û bi kêmbûna dermanan gelek zirar digihîje gel."

HESNA MIHEMED
Şehba- Di meha Îlona 2020'an de hikumeta Sûriyeyê dorpêça li ser Kantona Şehbayê dijwartir kir û nahêle pêwîstiyên gel ên jiyanî derbasî kantonê bibin bi taybetî pêdiviyên tendirustî wek derman û alavên tendirustiyê. Li Şehbayê tenê depoyek dermanan heye ew jî dermanên ku li gel wan peyda dibe li ser Heyva Sor a Kurd û nexweşxaneya Avrîn bi derfetên heyî belav dikin. Di van demên dawî de rejîma Sûriyeyê li hemberî derbaskirina dermanan pereyê zêde dixwaze ev jî dibe sedem ku gel astengiyan bikşîne. Di heman demê de bi kêmbûna alavên tendirustiyê û derman wê gelek beşên tendirustiyê li herêmê bên girtin ev jî zirarek digihîjîne gel. Li ser mijara kêmkirina dermanan li herêmê Endamên Depoya Dermanan bi me re axivîn.
"Kêmbûna dermanan zirarê digihîjîne gel"
Endama Depoya Dermanan a Kantona Şehbayê, Bêrîvan Bekir der barê kêmbûna dermanan li herêmê ev tişt anî ziman: "Destpêka koçberbûna Efrîniyan, me pêdivî bi vekirina depoya dermanan dît da ku em di aliyê dermanan de pêdiviyên gel pêk bînin. Ev depo navenda sereke ya belavkirina dermanan li ser noqteyên tendirustî wek Heyva Sor a Kurd û nexweşxaneya Avrîn ve ye. Ji ber girtina rê navbera kantona Şehba û bajarê Helebê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve em nikarin dermanên ku pêdiviya gel pê heye pêk bînin. Dermanên sinêr, benc gelek kêm in. Ji ber gelê Efrînê zirar ji şerê ku hatiye jiyîn dîtine gelek kes bi nexweşiyan dikevin lê mixabin em nikarin dermanên wan nexweşiyan peyda bikin. Kêmbûna derman zirarên tendirustiyê digihîjîne gel, di heman demê de ger heya demekê ev rê bên girtin wê gelek beşên nexweşxaneyê jî ji ber sedema kêmbûna dermanan bên girtin. Em dixwazin ev rê bê vekirin ji bo ku em pêdiviyên gel ên tendirustiyê peyda bikin."
"Ji ber dorpêça rejîmê gel rastî astengiyan tê"
Di warê peydakirina dermanan de gelek astengî li Kantona Şehbayê tên jiyîn der barê van astengiyan de Endama Depoya Dermanan Emel Reşîd wiha got: "Ji ber li Şehbayê tenê ev depo heye û pêdiviyên gel ên ji bo tendirustiyê di vê depoyê de ne em gelek astengiyan dikşînin. Rejima Sûriyeyê bi dorpêçê re hemû alavên pêwîst ji ser gel qut dike. Her wiha dema em diçin dermanan tînin, rejim heqê dermanan ji me dixwaze loma em nikarin pêdiviyên nexweşxaneya Avrîn û navenda Heyva Sor a Kurd pêk bînin. Em hewl didin dermanên heyî belav bikin. Li Şehbayê aloziya tenduristiyê, ji ber kêmbûna dermanan tê jiyîn. Banga me ji rêxistinên tenduristiyê re heye ku bi gelê koçber re bibin alîkar û pêwîstiyên wan pêk bînin."