Di tenduristiyê de giringiya nebata kemûn

Biharata tama xwarinê xweş dike kemûn ji bo tenduristiyê gelek bisude, li hember penceşêrê şer dike û şekirê xwînê nizim dike.

Navenda Nûçeyan - Ew li Hindistan, Çîn, Rojhilata Navîn, li welatên Deryaya Navîn û Tûnisê hatiye çandin. Kemûn nebateke pir bi şaxe û dirêjiya wê 30 cm y. Bi dirêjahiya pelên wê, kulîlkên xwe yên biçûk û rengê spî hinek jî pembeyi tê xuyakirin. Ji bo pijandinê ye û yek ji wan biharatên sereke ku di toza karî û toza bîbera sor de tê bikranîn. Di nav deh nebatên li seranserê cîhanê ji bo nexweşiyê wekî dermanek navdar tê nasîn de cîh digire. Ji serê cotmehê heya dawiya mijdarê tê çandin. Lê heke zû were çandin çêtir e, ji ber di qonaxên xwe yên pêşîn de hêdî hêdî mezin dibe. Nebatek li hember serma û hem jî li ber ziwabûnê berxwedêr e.
Ji bo gelek nexweşiyan bi sûd e
Ji bo romatîzmê dermane, rê li ber zikêşa pitikan digir e û êşa diranan sivik dike. Her wiha rengê çerim baş dike, ji bo nefes tengî, astim û kuxikê dermane û dibe alîkar bi derxistina şerît û kêzikên roviyan. Êşa binzikê radiwestîn e, xwîna poz disekinîne û ji bo dayîkên zaroşîr şîr çêdik e.
Kîloyan, kolesterolê û stresê kêm dike, parastina ewlehiya bedenê zêde dike. Di heman demê de tendirustiya dil baş dike.