Derûniya baş mifteya tendirustiya fizîkî ye

Derûnînas Salwa Amerî got ku sedema gelek nexweşiyên fizîkî nexweşiyên derûnî ye û diyar kir ku bi taybetî jinên li gundewaran dijîn pirsgirêkên wan ên derûnî ji nedîtîve tên dîtin

ÎHLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Jin, bi taybetî jî jinên li gundewaran dijîn, bi gelek zehmetiyên ku zirarê dide tendirustiya ruhî û fizîkî re rûbirû dimînin. Jinên ku bingeha civakê ne, nikarin pirsgirêkên xwe yên fizîkî û derûnî vebêjin û bêdeng dimînin. Di vê mijarê de peywira herî girîng dikeve ser milên kesên herî nêz ên nava malbatê. Başbûna ruh, bingeha tendirustiya giştî ye lê jinên li herêmên gundewar, zêde di ferqa vê rastiya girîng de nîn in û aliyê xwe yê derûnî ku bandorê li jiyana wan dike ji nedîtîve tên.

Derûnînas Salwa Amerî ya ku li bajarê Tûnisê yê Sîdî Bu Zeyd dixebite û di Delegasyona Herêm Bajarvanî Mirov û Malbatê de cih digre, got ku bingeha tenduristiya fizîkî ya jinan ji derûniya baş derbas dibe û diyar kir ku di vê mijarê de bi taybetî jinên li herêmên gundewar dijîn di ferqa vê yekê de nîn in.

Sedemên ku jin tendirustiya xwe îhmal dikin çi ne?

Salwa Amerî diyar kir ku jinên li herêmên gundewar dijîn, tendirustiya xwe îhmal dikin û sedemên vê yekê wiha vegot: “Sedema vê yekê karên malê, xwedîkirina zarokan, karê ku tevahiya rojê tê kirin, westandin û xebata di warê çandiniyê de, dibin sedema nebaşbûna derûniyê. Îhmal, nezanî û bêbaldariya di warê başbûna ruh de, tendurustiya zarokan, têkiliyên wan ên bi hevjîn û zarokên wan re bi bandor dike lê mixabin di ferqa cidiyeta rewşê de nîn in."

‘Nexweşiyên fizîkû û derûnî bandorê li jiyana civakî dikin’

Salwa Amerî ragihand ku tendirustiya fizîkî, derûnî û civakî bi hev ve girêdayî ne û wiha domand: “Ev her sê hebûn, bi giştî kesayetiya mirovan ava dikin. Ger tendirustiya fizîkî nebaş be, ya zihnî jî nebaş dibe. Dema ew her du nebaş dibin, bandorê li jiyana civakî dikin. Dema ku jin ji aliyê ruhî ve diwestin, di bedenê de nîşane derdikevin holê. Fikar, êşên mîde û serî, kêmbûna konsantrasyonê, jibîrkirin, tirs, kêmbûna xwebaweriyê, her dem jibîrkirin û bertekên weke stresê çêdibin. Di zewacê de muameleya xirab a mêr li dijî jinê dike, li ser hemû tenduristiya wê bandorên mezin çêdike.” 

‘Jinên ku pirsgirêkên derûnî dijîn nikarin vebêjin’

Salwa Amerî, bal kişand ku herî zêde jin di warê pirsgirêkên derûnî de bê parastin in û wiha berdewam kir: “Li gorî lêkolînan, jin ji mêran zêdetir diçin ba derûnînasan lewre ji ber ku tiştên dijîn di nava xwe de digrin. Mêr li derveyî malê tenê karê wan ê diyarkirî heye lê jin her roj neçar in di nava malê de, li derve gelek tiştan bikin. Li aliyê din di dema ducanîbûnê de û piştî wê, ji ber ku hormonên jinan xirab dibin, derûniya wan nebaş dibe. Jinên ku pirsgirêkên derûnî dijîn, nikarin ji xizmên xwe re vê yekê vebêjin, dema ku dibêjin jî jixwe kes wan fam nake.”

Salwa Amerî herî dawî wiha got: “Kesên ku ji mafên jinan û wekheviyê bawer dikin hene lê pir kêm in. Divê ji bo wekheviya jin û mêr, asta şiyariyê zêde bibie. Ji bo vê yekê divê xebat werin kirin. Ji bo jinan peyama min ew e ku; divê ji bo başbûna derûniya xwe baldar bin. Di dema westandin an jî nexweşiyan acizbûnê de serî li derûnînasan bidin û rewşa xwe bişopînin.”