Klînîka Şehîd Medya ji bo tenduristiya jinan dixebite

Klînîka Şehîd Medya ya Reqayê ji bo tendirûstiya jinan dixebite. Armanca klînîkê ew e ku di derbarê nexweşiyên jinan de, şopandina ducaniyê û piştgiriya psîkolojîk hişyariyê bilind bike.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jinan bi awayekî çalak di qadên civakî, siyasî, aborî, leşkerî û tenduristiyê de cih girt. Komîteya Tenduristiyê ya kantona Reqayê, Klînîka Şehîd Medyayê ya bajarê Reqayê vekir. Bi klînîkê re gelek jinên li herêmê dijîn bêpere xizmeta tenduristiyê werdigirin.

Komîteya Tenduristiyê ya kantona Reqayê di 16’ê Mijdara 2021’an de li taxa ku piraniya şêniyên wê Kurd in li bakurê bajêr, Klînîka Şehîd Medya vekir. Neh şaxên girêdayî klînîkê li seranserê gundên Reqayê belav bûne. Di klînîkê de beşên wek tendurustiya zayînê, tespîtkirina ducaniyê û çavdêrîkirinê hene, tevî beşa zarokan.

‘Armanca sereke tendirûstiya jinan e’

Rêvebira Desteya Tenduristiyê Cînan El-Îsa li ser armanca vekirina klînîkê got: “Peydakirina xizmetên tenduristî û derûnî ji bo jinan armanca yekemîn e. Kilînîka jinan bûye palpişt ji gelek jinan re ku nikarin lêçûna dermankirin derman û emeliyatên jidayîkbûnê bidin.”

Cînan El-Îsa derbarê girîngiya hebûna kilînîkên jinan li herêmê got: "Di rewşên lezgîn de mîna jidayîkbûna zû û hwd de xelkên herêmê û jin bi taybet bi 10 km rê diçin ji bo bighêjin nexweşxane û kilînîkên taybet li bajar. Bi klînîka me re ji bo jinên li heremê ev rewş ji holê rabû jin dikarin xwe bi hêsanî bigihînin vê derê.”

Hewl didin xwe bigihînin jinên li gundan jî

Cînan El-Îsa derbarê plan û hewildanên klînîkê de jî got: “Em hewil didin cîhaz û alavên tibî di hemû kilînîkên jinan de peyda bikin. Her wiha hemû cureyên dermanan jî peyda bikin, kar li ser aktîvkirina kilînîkên jinan li gundan û gundên dûrî navenda bajêr bikin. Ji bo em karibin hemû xizmetên dermankirinê û dermanan ji hejmarek mezin ji jinan re peyda bikin.”

‘Ji bo jinan gelek xizmet tên pêşkeşkirin’

Leyla Qasim a li klînîkê weke pîrik kar dike li ser xebatên xwe yê li klînîkê wiha got: “Cîhazê taybet a ji bo venêrîna li ser dûcaniyê li gel me heye. Emeliyatên jidayîkbûnê jî eger xwezayî yan wekî din be em bi belaş vedughêzin nexweşxaneyên taybet. Cîhazên zanîna ducaniyê û çavdêriya rewşa zarokê di mehên ducaniyê de heye. Gelek xizmetên din jî tên pêşkêşkirin. Em hemû nexweşiyên jinan derman dikin.”

Leyla Qasim têkildarî şêwirmendiya derûnî ya li klînîkê tê kirin de wiha got: “Em piştgiriya derûnî û tenduristî ji jinan re pêşkêş dikin bi riya balkişandina ser bandorên zext û nexweşiyên derûnî li ser tenduristiya jinên ducanî û yên şîr didin. Heta ji me tê em li jinan guhdar dikin ji bo barê wan sivik bikin û şîretan li wan bikin ji ber ev beş bûye cihekî ewle ji jinan re. Ev hemû jî bi rengekî veşartî di navbera jinan û şêwirmenda derûnî de dimîne.”

Leyla Qasim bal kişand li ser parastina tendirûstî ya jinan û wiha dewam kir: "Em hewil didin jinan hişyar bikin û girîngiya parastina tenduristiya wan a fîzîkî bidin naskirin. Her wiha em wan ji zewaca di temenê biçûk de hişyar dikin ji ber di wî temenî de jin nikarin daxwazên jiyana hevbeş pêk bînin û ji bo ducanî û dayîna şîr ne guncaw in.” Leyla Qasim herî dawî got kilînîk rojane bi dehan jinan pêşwazî dike.

‘Klînîka Şehîd Medya Fatma di gelek aliyan de piştgirî dide jinan’

Yek ji nexweşên berê xwe daye klînîka Şehîd Medya, Fatma Îbrahîm jî wiha got: "Ji beriya 3 salan ve ez her meh berê xwe didim vê nexweşxaneyê ji bo li tenduristiya xwe di demên ducaniyê de binerim. Ji ber buhayê dermankirinê û dermanan belaş e ji min re guncaw e ji ber karînên min ên madî tune ne ez biçim kilînîkên taybet. Kilînîka jinan hemû cureyên xizmetên tenduristî û dermanan ji jinan re pêşkêş dikin. Her wiha piştgiriya derûnî û tenduristî ji jinan û dayîkan re pêşkêş dike.”

Fatma Îbrahîm di dawiyê de got: “Vekirina kilînîkên jinan li herêmê nirxên dermankirinê û dermanan li ser jinan sivik kiriye bi taybet ji jinên ku karînên wan ên madî kêm in û nikarin dermanan bikirin an jî serdana bijîşkekî taybet bikin. Ez hêvî dikim nexweşxane û kilînîkên jinan hîn zêdetir li bajarên cuda vebin ji ber di berjewendiya jinan û civakê de ne.”