NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo - Tundiya li dijî jinan bi armanca çewisandin û dûrxistina ji hebûn, mafê biryargirtinê û ji azadiyê ye. Ev yek ne tenê pirsgirêka kesek an malbatek e, nîşaneya zihniyet û pergala ku binpêkirina mafên jinan normal dibîne ye. Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê, toja têkoşîna li dijî tundiyê re careke din pêdiviya guherîna zihniyetê, xurtkirina dengê jinan û avakirina civakek ku tundiyê qebûl neke derdikeve pêş.
Tundiya siyasî: Ji qada têkoşînê heta sînorkirina beşdariya siyas ya jinan
Tundiya siyasî ya li ser jinan ne tenê bi gef û êrîşên fizîkî sînordar e, bi awayên cuda hewl tê dayîn jinan ji qada biryargirtinê dûr bixe û dengê wan lawaz bike. Ev tundî xwe bi tomet, şermezarkirin, sînordarkirina mafan û kêmdîtina kapasîteya jinan nîşan dide û di bingeha wê de zihniyeteke baviksalarî heye ku hebûna jinan di qada siyasî de wekî gef dibîne.
Di Şoreşa Rojava de, jin wekî avaker, rêxistinvan û pêşengên guhertinê derketin pêş û bi xebatên xwe di qadên siyasî, civakî, leşkerî û çandî de cihê xwe girtin. Ev têkoşîn li dijî zihniyeta ku jinan ji biryargirtinê dûr dixe, li ser mafên wan ê beşdariyê û hebûna azad rawestiya. Ji ber vê yekê, bi hedefgirtina jinên siyasetmedar hewl tê dayîn bandora guhertinên ku jinan çêkirine were sînordarkirin.
Piştî hilweşîna rejîma Baasê di 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de, tevî mesrûmên li ser beşdariya hemû pêkhateyan di avakirina Sûriyeya nû de, nûnertiya jinan di saziyên biryargirtinê de hê jî sînordar e. Ev kêmbûn ne tenê pirsgirêka hejmaran e, nîşaneya sînordarkirina beşdariya siyasî ya jinan û bêparmayîna pêvajoya veguherînê ji perspektîf û tecrubeyên wan e.
Ji ber vê yekê, 25’ê Mijdarê divê bibe derfeteke ji bo nîqaşkirina tundiya siyasî. Parastina destkeftiyên jinan di Şoreşa Rojava de ne tenê parastina mafên wan e, parastina îradeya civakê ji bo guhertinê ye. Beşdariya jinan mafek e ku divê di her pêvajoya siyasî û biryarên pêşeroja civakê ava dikin de were misogerkirin.
‘Jin di her warî de ji debara jiyana rojane bigre heta parastina îradeya xwe rastî tundiyê tên’
Der barê tundiya siyasî ya li ser jinan de, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed, bal kişand ser astengî û zextên ku jin di qada siyasî de bi wan re rûbirû dimînin.
Remziya Mihemed diyar kir ku jin di asta cîhanî û herêmî de, li hemû qadên jiyanê û ber bi 25’ê Mijdarê ve, têkoşîna xwe li hemberî tundiyê didomînin û wiha got: “Jin di her qadê de, ji debara rojane bigre heta îradeya xwe, rastî tundiyê tên. Hêzên ku dixwazin jin tenê di malê de bimînin, bê nêrîn û bê îrade bin, hewl didin jinan ji rol û hebûna wan ya civakî dûr bixin. Ev zihniyet ne tenê bi tundiya fizîkî, bi astengkirina maf, îrade û beşdariya jinan jî xwe nîşan dide.”
‘Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî hêzeke civakî û siyasî hat afirandin’
Remziya Mihemed da zanîn ku şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîna li hemberî tundiyê û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hêzeke civakî û siyasî ya mezin afirandiye û wiha berdewam kir: “Bi destpêkirina şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê re, têkoşîna jinan li hemberî tundiyê bû bingeha avakirina hêzeke civakî û siyasî. Lê bi êrîşên siyasî û hewldanên pêşîgirtina têkoşînê, armanca wan şikandina îrade û daxwazên jinan bû. Her çendî di sîstema hevserokatiyê de jinan gavên girîng avêtin û di rêvebirinê de cihê xwe girtin jî astengî û zextên li pêşiya wan hê jî berdewam dikin. Lê belê ev asteng nebûn sedema paşvekişînê, berevajî wê, jinan bi îrade û hebûna xwe têkoşînê xurtir kirin û hêza xwe îsbat kirin.”
‘Feraseta ku jinan ji qada siyasî û rêvebirinê dûr dixe li ser kar e’
Remziya Mihemed bal kişand ser rewşa jinan li Sûriyeyê û diyar kir ku tevî guhertinên siyasî, ferasetên ku jinan ji beşdariya siyasî û rêvebirinê dûr dixistin hê jî berdewam dikin û wiha pê de çû:
“Tevî hilweşîna rejîma Baasê û hatina hikumeta nû hê jî nêrîn û ferasetên ku hewl didin jinan ji qada siyasî û rêvebirinê bêpar bikin û rola wan kêm bikin hene. Lê jin li hemberî van zihniyet û astengiyan bêdeng namînin, her roj li qadan têkoşîna xwe dimeşînin û ji bo maf, îrade û beşdariya xwe dixebitin. Beşdariya jinan ne tenê bi 25’ê Mijdarê ve sînordar e, têkoşîna wan her rojê berdewam dike.”
Remziya Mihemed di dawiyê de bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina rola jinan di pêvajoyên siyasî û hilbijartinên pêş de û wiha got: “Di pêvajoyên siyasî, hilbijartinên pêş û avakirina meclîsên gelan de, pêwîst e rola jinan were misogerkirin û weke bingeh were dîtin. Beşdariya jinan divê ne tenê di gotin û daxuyaniyan de be divê jin di biryardayîn, rêvebirin û avakirina saziyên siyasî de jî bi awayekî aktîf û cihê xwe bigrin.”
Di çarçoveya tundiya hiqûqî ya li ser jinan de, parêzer Ebîr Hesaf, ji ajansa me re axivî û nêrînên xwe li ser binpêkirina mafên jinan, astengiyên gihîştina dadweriyê û kêmasiyên di parastina mafên wan de parve kir.
‘Bedena jinan hê jî wekî qadeke kontrolkirin û berjewendiyan tê dîtin’
Parêzer Ebîr Hesaf diyar kir ku jin di hemû qadên jiyanê de rastî cureyên cuda yên tundiyê tên û wiha got: “Jin be tenê rastiya tundiya fizîkî, di heman demê de rastî tundiya siyasî, civakî û yasayî jî tên. Bedena jinan hê jî di gelek qadan de wekî qadeke kontrolkirin û berjewendiyan tê dîtin.”
Ebîr Hesaf bal kişand ser kêmasiyên yasayî yên di warê parastina jinan de û diyar kir ku yasayên heyî di gelek waran de nikarin mafên jinan bi tevahî biparêzin û wiha berdewam kir: “Di warê yasayî de ji bo parastina jinan ji kiryar û sûcên li hemberî wan de, bi taybetî di nava malbatê de, kêmasî hene. Karê jinan di hundirê malbatê de jî bi awayekî aborî nayê nirxandin û ev yek bandorê li mafên wan dike.”
Ebîr Hesaf destnîşan kir ku gihîştina jinan a biryardayînê, rêvebirin û dezgehên adaletê hê sînordar e û wiha bi dawî kir: “Ev sînordariyên yasayî û saziyî bandorê li azadî û mafên jinan dikin û dibin asteng ku jin weke hemwelatiyên xwedî maf û erk neyên dîtin. Pêwîst e mafên jinan bi yasayên dadmend û mekanîzmayên parastinê bên misogerkirin.”




