‘Misogerkirina mafên jinan a di makezagonê de bingeha têkoşîna li dijî tundiyê ye’

Jinên Suryan û Eremen, tekez kirin têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi xurtkirina cihê jinê ya di civakê de, garantîkirina beşdariya wê ya çalak di biryardayînê de û misogerkirina mafên wê ya di destûr de dest pê dike.

‘Misogerkirina mafên jinan a di makezagonê de bingeha têkoşîna li dijî tundiyê ye’

RONÎDA HACΠ

Hesekê – Bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan re, bangên ji bo rawestandina hemû cureyên tundî û cudakariyê yên li dijî jinan dubare dibe. Di vê çarçoveyê de, endama Ofîsa siyasî ya Partiya Ermenî Sîlda Sîmon û endama Yekîtiya Jinên Suryan Klod Marsho, ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya parastina mafên jinan, xurtkirina rola wan di civakê de û misogerkirina beşdariya wan a çalak a di pêvajoyên biryardayînê de.

‘Derxistina jinê ya ji cihên biryardayînê jî cureyeke tundiyê ye’

Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Ermenî Sîlda Sîmon, diyar kir ku tundiya li dijî jinan tenê bi tundiya fizîkî û rasterast sînordar nabe, derxistina jinan a ji cihên biryardayînê û sînordarkirina rola wan di warên siyasî, aborî û civakî de jî cureyeke din ê tundiyê ye.

Sîlda Sîmon, destnîşan kir ku têkoşîna jinê ji bo azadî, rûmet û avakirina civakeke demokratîk e û diyar kir ku jin di dîroka têkoşîna xwe de îspat kiriye ku ji bo pêkanîna guhertinê û rawestandina zilm û zordestiyê, hêzeke bingehîn e.

Sîlda Sîmon, balkişand ku tundî cudahiyên neteweyî û olî nas nake û jinên hemû pêkhateyan çi Ermenî, Misilman, Xirîstiyan, Suryan, Kurd an jî Ereb bin dike hedef. Sîlda Sîmon, tekez kir ku yekîtiya jinan û belavkirina çanda rêzgirtin û wekheviyê ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê girîng in.

Sîlda Sîmon, hişyarî da ku bandorên tundiya li ser jinan tenê li ser jinan re sînordar nabe, bandorê li malbat û tevahiya civakê dikin û aramiya wê dixin xeteriyê. Sîlda Sîmon, bang li jinan kir ku piştgirî û hevkariya xwe xurt bikin û ji bo bidestxistina mafên xwe û parastina rûmeta xwe têkoşîna xwe bidomînin.

‘Jin bingeha avakirina civakê û perwerdekirina nifşên nû ye’

Endama Yekîtiya Jinên Suryan Klod Marsho jî diyar kir ku jin ne tenê nîvê civakê ne, di avakirina malbatê, perwerdekirina nifşên nû û pêşxistina civakê de xwedî roleke bingehîn e.

Klod Marsho, tekez kir ku perwerdekirina zarokan a li ser bingeha wekheviya di navbera keç û kuran de, dibe sedem ku civakeke dadperwer û wekhev were avakirin. Klod Marsho, destnîşan kir ku malbat yekemîn hawîrdora avabûna kesayetî û hişmendiya zarokan e û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê, divê nirxên rêzgirtin û wekheviyê di nav zarokan de bên xurtkirin û ramanên ku cudakariyê di navbera her du zayendan de çêdikin, bên redkirin.

Klod Marsho, bal kişand ser girîngiya garantîkirina mafên jinan a di makezagonê de û diyar kir ku ev maf divê ne tenê di gotin û dirûşmeyan de bimînin, wekî mafên bingehîn di makezagonê de bên parastin. Klod Marsho, bang kir ku jin û zarok di hilbijartina rêya xwendinê û pîşeya xwe de xwedî azadiyê bin û tu asteng li pêşiya armancên wan neyên danîn.

‘Jin di pêşxistina civakê de roleke çalak bilîze’

Klod Marsho, tekez kir ku xurtkirina hişmendî û baweriya jinê bi hêza xwe, alîkariya wê dike ku mafên xwe biparêze û di pêşxistina civakê de roleke çalak bilîze. Klod Marsho, di dawiya axaftina xwe de got di demeke ku tundî û cudakarî hêj didome de, girîngiya yekîtiya jinan û yekrêzkirina hewldanên wan derdikeve pêş û got: “Ev yek ji bo avakirina civakeke ku wekhevî, rûmet û mafên hemû kesên misoger dike, bingeheke sereke ye.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.