Şînahiya mûcîzewî lobiya

Nebata lobiya wekî gelek nîmetên xwezayî, ji bo tendirustiya mêjî û bedenê gelek sûdên wê hene. Bijîşk û lêkolîner wê wekî “şînahiyeke mûcîzewî” bi nav dikin, ev şînahî ji gelek derdan re dibe derman.

Navenda Nûçeyan - Lobiya hêşînahiyek ji malbata baqilan e. Bejna wê 50-200 cm. bilind dibe, çiqil û şaxan dide. Belgên wê kesk û sêpelên hêkanî ne. Kulîlkên wê spî, zer in an jî binevşî ne. Dikaka wê wekî baqilan e û di nava qaşîlê wê de 1- 5 libên bizrên wek lobiyan hene û gurover in. Rengê bizrên wê qiremî, zer, qehweyî û spî ne. Ev giyayê ku ji rojavaye Asyaye belavî tevahiya cîhanê bûye, ji ber proteîna di hundirê xwe de bi qalîte û bilind e, ji bo zarok û mezinan şifayê belav dike. Lêkolîner û bijîşkên lebatan lobiya wek hêşînahiyek mûcîze bi nav dikin. Welatê lobiya Çîn û Kore ye. 5000 sal in li wan welatan tê çandin, ji bo derman û gelek cureyên xwarinan, xurekek sereke ye. Di sedsala 13’an de hatiye Ewropayê. Di sala 1806'an de çûye Amerîkayê, di demên şerê cîhanê yê yekemîn de hatiye Tirkiyeyê û dest bi çandiniya wê hatiye kirin.
Sûdên Lobiye 
Lobiya yê ku di nava xwe de rûn, proteîn, şekir, gûd, Magnezyûm, Karbonhîdrat, Fosfor, Naîcîn, Potasyûm, Kalsîyûm, Hesin, Nişaste, cureyên Amînoasît, Omega 3. vîtamîn A, B1, B2, E, K, P dihewîne ji bo gelek nexweşiyên mirov şîfayê tîne.
Ji bo kontrolkirina kîloyan dibe alîkar. Bedenê bi hêz û saxlem dike. Ji bo nexweşên şekir bi feyde ye. Rehan (damar) masûlkeyan bi hêz dike. Ji bo westiyana (betilîn) mejî bi fayde ye. Hezmê hêsan dike, qebizbûnê ji holê radike. Pergala xweragirînê bi hêz dike. Kolestrolê dadixe, şekirê xwînê li hev radigire (eyar dike.) Dil û rehan ji nexweşiyan diparêze. Kêmbûna “Semptomên menopozê” sererast dike. Rîska girtina nexweşiya penceşêr, prostat, rehîm, pistan (memik) û stu dadixe asta herî kêm. Pêşiya weşandina por digre. Nexweşiyên gurçikan tedawî dike û hwd. Lê kesên ku guatir bi wan re heye divê nexwin.