Çîroka Wîdad Ferman: Ji nexweşiyê heta laboratûara yekem a arê behîv

Aşpêj û pispora xwarinê Wîdad Ferman, piştî serpêhatiya xwe ya bi nexweşiyê re, bû yekemîn kes li Iraqê ku laboratûareke taybet a arê behîv bi navê "Stîla Jiyana Tendurist" ava bike.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Aşpêj û pispora xwarinê Wîdad Ferman, bi serpêhatiyeke kesane ya bi nexweşiyê re dest bi rêwîtiya xwe ya cîhana xwarina bi tendurist kir. Ew bû yekem aşpêj li Iraqê ku laboratûareke taybet bi berhemhênana arê behîv bi navnîşana bazirganî ya “Stîla Jiyana Tendurist” ava dike.

Ji azarê ber bi çareseriyê ve

Rêwîtiya Wîdad Ferman ne tenê projeyeke pîşeyî bû, tecrubeyeke kesane ya bi nexweşiyê re dest pê kir. Piştî salan ji êşê, di destpêkê de nexweşiya wê wekî hesasiyeta genim hat teşxîskirin lê piştre diyar bû ku ew bi kolona hernîsî û hesasiyeta li hemberî hinek berhemên wekî arê garis ketiye.

Vê yekê ew ber bi lêgerîna çareseriyên xwarinê yên alternatîf ve bir. Hemû berhemên wê ji arê behîvê tên çêkirin ku dibe alternatîfek ji bo arê genim û bi rengekî rojane bêyî gluten, bi şekirê hatiye parzûnkirin û rûnên hîdrojenkirî tên amadekirin.

Piştgiriya tenduristiya jinan û civakê

Berhemên Wîdad ji bo nexweşên şekir, ên hesasiyeya genim, bilindbûna tansiyonê û kesên ku dixwazin sîstemeke xwarina bi tendurist bişopînin tên çêkirin. Wîdad diyar kir ku piraniya serdana wê ji aliyê jinan ve tê kirin, bi taybetî jinên ku bi nexweşiya şekir, bilindbûna tansiyonê, kîsên hêkdankê (PCOS) û berxwedana însulînê dikevin.

Wîdad her wiha bal kişand ser girîngiya pişkinînên demkî, tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê û zarokdankê û parastina şêwazeke jiyanê ya tendurist. Wê baweriya xwe bi girtina gelek bawernameyên navneteweyî û pîşeyî anî ziman û bû yekem aşpêja Iraqî ku cihekî taybet bi xwarina bi tendurist tomar kir.

Astengî û banga jiyana saxlem

Tevî zehmetiyên wekî kêmbûna madeyên xav ên xwarinên bi tendurist li bazarên Iraqê û pêwîstiya hawirdekirina wan ji welatên Ewropayê. Wîdad diyar dike ku veberhênana rastîn bi parastina tenduristiya mirov dest pê dike.

Di dawiya axaftinên xwe de banga dûrketina ji xwarinên lezgîn (fast food), girîngîdayîna bi xwarinên malê yên tendurist, werzîşê û şêwirmendiya bijîşkî beriya girtina her dermanekê kir.