“Xwedîderketina li nirxên Kurdan hilweşandina hemû siyasetên qirker ên li dijî Kurdan e”

Jinên partî û rêxistinên siyasî yên tevli komcivîna bi navê “Şêwra Jin li Rojavayê Kurdistanê” li dijî êrîş û dagirkeriyê bûne têkildarî beşdarbûna xwe ya şêwirê nêrîna xwe anîn ziman.

ROJ HOZAN

Qamişlo - Komcivîna Şêwra Jin li Rojavayê Kurdistanê ya ku li dijî êrîş û dagirkeriyê hat lidarxistin bi nirxandinên girîng li ser guhertinên siyasî, rola jinan di van guhertinan de, helwesta jinan li dijî êrîş û dagirkeriyê meşiya. Jinên partî û rêxistinên siyasî yên tevlî şêwrê bûn têkildarî beşdarbûna xwe nêrînên xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.

Di asta siyasî, hiqûqî û civakî de divê têkoşîna me xurt bibe

Parêzer Aynûr Paşa der barê beşdarbûna xwe ya şêwra jinan de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Planên îro li ser axa me tên meşandin cihê şermezariyê ne. Şêwra me li dijî bêdengiya hêzên navneteweyî ye yên li ser axa me xwe bi cih dikin. Divê di hemû aliyan de têkoşîneke me hebe, di asta siyasî, hiqûqî û civakî de divê têkoşîna me xurt be û bi taybetî jin di asta siyaseta neteweyî de divê xurt bin û weke jin zêdetir xwedî rol bin. Xwedîderketina li nirxên Kurdan hilweşandina hemû siyasetên qirker ên li dijî Kurdan e. Hemû gefên li ser herêmên Kurdan tên kirin bi zanebûn in. Îro em çareseriyê ji bo hemû sîstemên cîhanê bi pêş dixin û berê siyasetên serwer ên heyî diguherînin. Pêwîst e di asta neteweyî de têkoşîneke xurt li dijî êrîş û dagirkeriyê bê meşandin ev erka hemû Kurdan e. Keda herî mezin ji bo têkoşîna jinan û parastina nirxên hemû Kurdan e. Îro dewlet tirk êrîşî nasnameya me weke Kurd dike û dixwaze hebûna Kurdistanê tune bike. Di asta yekem de jin berpirsyariya çareseriya bingehîn digrin ser milên xwe û di têkoşîna xwe de xwedî îsrareke xurt in.”

Wê jin bibin temînata parastina doza Kurd

Berdevka Yekitiya Partiya Demokratîk PYD’ê Sema Bekdaş bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdan û wiha got: “Nêrîna me ya hevbeş ew e ku îro di cîhanê de guhertin çêdibin û pêwîst e em weke Kurd bi xwebûna xwe tê de cih bigrin. Eger Kurd destekê bidin hev wê dijmin bi ser nekevin. Yekitiya Kurdan serkeftina azadiyê ye. Dema em siyasetên hin partiyên Kurd rexne dikin ji ber qirkirina heyî ye lewre ev ne tiştekî ji rêzê ye. Ger em stratejiyek rast nemeşînin em ê têk biçin û nirxên gelê xwe winda bikin. Niha ji nû ve dîrok tê nivîsandin an em ê bi îradeya xwe di pêvajoyê de cih bigrin an jî wê dîsa em ê bibin xulam. Banga me ew e bi tu awayî hevkariya bi dijmin re ji hêla jinan ve nayê qebûlkirin, hevkariya bi dagirkerî û qirkirinê re ji me dûr e. Divê em li kêleka gelê xwe bin, wê jin bibin temînata parastina doza Kurdan.”