“Dewleta tirk hewldide krîza xwe ya aboriya hundirîn bi dagirkirineke nû veşêre”

Siyasetmedar Derya Remezan têkildarî geşedanên siyasî yên li herêmê diqewimin got: “Dewleta tirk li ser çanda dagirkeriyê hatiye avakirin ji bo wê siyaseta qirkirinê berdewam dike.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Dewleta tirk a dagirker berî ku hevpeymana Lozanê bi dawî bibe dixwaze erdnîgariya dagirkeriya xwe li ser xaka Kurdistanê berfireh bike ji bo wê ev çend sal in êrîşan li ser xaka Başûrê Kurdistanê dide meşandin. Her wiha gefxwarinên dijwar li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Têkildarî mijarê siyasetmedar Derya Remezan geşedanên siyasî yên ku li herêmê diqewimin her wiha êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nirxandin.  

“Dewleta tirk li ser çanda dagirkeriyê hatiye avakirin”

Derya Remezan behsa dîroka dewleta tirk û avakirina komarê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewleta tirk li ser çanda dagirkerî û qirkirina neteweyên derdora xwe hatiye damezrandin û gelek mînak der barê wê de hene. Heya weke roja îro em dizanin komkujiyên Suryan û Ermeniyan pêk anî her wiha li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirin û koçberkirinê pêk anî û heya roja îro jî di krîza li Sûriyeyê de fitneyê dike. Dewleta tirk di krîza Sûriyeyê de gelek herêmên weke Bab, Cerablûs, Ezaz, Îdlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir her wiha tawan û komkujiyên şer li dijî gelên li van herêman dide meşandin. Dewleta tirk siyaseta xwe ya qirkirina gelan bênavber berdewam dike. Ji bilî Sûriyeyê destê siyaseta xwe ya qirêj dirêjî welatên weke Lîbya, Azerbaycan û Ermenistanê jî kir. Ji bo wê em dibêjin dewleta tirk xwe li ser esasê qirkirin û berjewendiyan mezin kiriye. Îro êrîşên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji vê siyasetê cuda nîn e û hê jî projeya xwe ya dagirkeriyê bi dawî nekiriye. Ji ber ku niha em nêzî bidawîbûna sedsaliya hevpeymana Lozanê dibin, dewleta tirk dixwaze xaknîgariyeke nû ava bike her wiha model û pergaleke nû ji Rojhilata Navîn re li gorî berjewendiyên xwe xêz bike. Dixwaze krîza xwe ya aboriya hundirîn jî bi dagirkirineke nû veşêre.”

Derya Remezan, bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin ne ku li ser ewlehiya xwe metirsîdar e, dixwaze derbeyê li proje û mêjiyê civaka me bixe li ser vî esasî em dibînin kesayetên bi bandor di civakê de hedef digre. Dixwaze derfetê ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê bibîne û xeyalên xwe pêk bîne. Êdî dewletên cîhanê hemû di ferqa zanîna dagirkeriya dewleta tirk de ne. Dizanin ku bi taybetî Kurdan hedef digre ji ber ku Kurd xwedî proje û siyaseteke demokratîk in. Îro destkeftiyên Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ber çavan e ji bo wê dewleta tirk ditirse ku tecrubeya demokratîk derbasî Bakurê Kurdistan jî bibe. Tirkiye nêzî hilbijartinan dibe dizane wê çawa bala gelê Tirkiyeyê ji ser krîzên hundirîn belav bike loma van êrîşan dike. Li Bakur jî pêşengên civakê weke parlamenter, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevan hemû di zindanên dewleta tirk de ne dixwaze civakê bê îrade bike da ku bi hêsanî desthilatdariya xwe li ser gel mayînde bike.”

“Desteka Iraqê û Başûrê Kurdistanê ya ji bo dagirkeriyê”

Derya Remezan bal kişand ser bêdengiya Hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê der barê dagirkirina xaka wan de û wiha pêde çû: “Pêwîst e em destkeftiyên xwe yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi yek helwestê biparêzin. Desteka hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê xiyaneteke mezin e ji bo gelê wê herêmê. Li cihê ku li dijî dagirkirina xaka xwe derkevin berê xwe didin civaka şengalê ev tê wateya ku helkeftinek heye ew jî dikeve bin banê berjewendiyên aborî hizbî. Ji bilî kiryarên qirkirin û talankirinê niha mijara vegera koçberên Sûriyeyê di rojeva dewleta tirk de ye dixwaze hinek ji gelên Sûriyeyê li herêmên Kurdan ên dagirkirî bi cih bike û guhertinên demografîk çêbike da ku dîroka Kurdan a qedîm ku bi hezaran salan e li vê herêmê heye tune bike. Çêkirina sînoran nayê wateya ku gelê Kurd ji hev qut bûye lê belê em êşa hev hîs dikin û dewleta tirk jî ji bo wê Kurdan dijmin dibîne. Gere em jî bizanibin kî dijminê me ye ji ber ku di mêjî, raman û neteweya xwe de em her Kurd in.”

“Li hemberî pergalên serdest pergala me ya demokratîk heye

Derya Remezan  bang li gelê Kurd kir ku pergala xwe ya demokratîk bi yek helwestê biparêzin û wiha bi dawî kir: “Gere kurd li her deverê piştevaniya hev bikin û destkeftiyên xwe biparêzin ji bo wê banga min ji hemû Kurdan re heye divê destek bidin hev û şerê navxweyî rawestînin. Bila gelê me bang bike ku kongreyek neteweyî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê bê lidarxistin û mafên xwe weke Kurd qezenc bikin. Pêwîst e em di wê ferqê de bin ku îro pergaleke nû tê avakirin û li beramberî wê pergala me ya demokratîk heye û em ê ji bo wê têbikoşin.”