Sara Reza: Zagona çarçove divê pirsgirêka Kurd zagonî bike
Siyasetmedar Sara Reza diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê gavên pratik ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêwîst in û got ku heta Rêber Ocalan azad nebe, guherînên zagonî nabin.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî– Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya aştiyê hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo aştî û civaka demokratîk li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, dimeşîne. Çalakvana siyasî Sara Reza ji ajansa me re got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê pêvajoyê ji girtîgehê birêve dibe.
Divê hikûmeta Tirkiyeyê zagoneke ku mafên gelê Kurd jî tê de hebin derbixe
Sara Reza di destpêka nirxandina xwe de diyar kir ku zagona çarçove ji 12 madeyan pêk tê, li parlamentoya Tirkiyeyê hatiye xwendin û wiha got: “Heval, kesayet û rewşenbîrên tevgera azadiyê rexne li zagonê kirin. Dewleta Tirkiyeyê hebûna Kurdan nas nake. Tiştê ku îro tê kirin gaveke girîng e ji bo têkoşîna siyasî û hiqûqî. Ji ber ku cara yekem, dewleta Tirkiyeyê danûstandin anî parlamentoyê. Bi halê heyî vê zagonê pirsgirêka Kurd bi temamî çareser nake. Ji ber vê yekê divê ku dewleta Tirk pêşnûmeya zagoneke din amade bike. Mafê we yê destûrî û hiqûqî der barê danîna çekan de çi ye? Divê zagonên din werin amadekirin.”
Sara Reza wiha domand: “Divê ev zagon mafê hêviyê, azadiya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya girtiyên siyasî di nava xwe de bigrin. Divê mafên wan ên destûrî, zagonî û edlî li parlamentoya Tirkiyeyê werin naskirin.”
‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan xala sereke û gava herî girîng a vê pêvajoyê ye’
Sara Reza gotinên xwe wiha domand: “Pirsgirêk bi zagona çarçove nayên çareserkirin. Devlet Bahçelî gotiye ku divê mafê hêviyê bidin Ocalan û serbest were berdan. Ev yek divê di pratîkê de were îsbatkirin.”
‘Dê rola jinan û civakê girîng be’
Sara Reza destnîşan wiha berdewam kir: “Piştgiriya vê pêvajoyê erkê civakê, jin û ciwanan e. Em niha di nava danûstandinan de ne. Ji ber vê yekê divê zagonên din, destûrek û rêzikname hebin da ku van zagonan bi cih bînin, nan jî bidin meşandin. Weke jinên Kurd, ji bo aştiyê me şer kir û niha piraniya Kurdan, jin jî mêr jî destekê didin pêvajoya aştiyê. Em dixwazin destên Rêber Ocalan xurt bikin û bi zihniyeteke sivîl li ser maseya danûstandinan bin. Jinên Kurd divê şer bikin, çawa ku jinan li Rojava, Bakur û her çar parçeyên Kurdistanê şer kirin. 52 sal berê, ew di bin serdestiya zihniyetek nijadperest de bûn. Em dibînin ka jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê çawa şer dikin û çawa ji bo jinên li çar aliyên cîhanê dibin mînak. Rêber Ocalan her dem hewl daye jinên li Rojhilata Navîn têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Ew tekane fîlozof e, dikare mafên jinan biparêze. Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘Divê jin kêra ku li pişta civakê ketiye derxi.’ Tenê wê demê jin dikarin bi tevahî mafên xwe û jinbûna xwe biparêzin.”
‘Divê maseya danûstandinan were xurtkirin û pêvajoya aştiyê bi gavên pratîk bidome’
Sara Reza diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye û wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Ji ber vê yekê, heya Rêber Ocalan bi fizîkî azad nebe, zagon bi ser nakevin. Bi vê rengê pêvajo dereng dikeve. Divê xalên din jî li zagona çarçove werin zêdekirin. Ger ev ji Kurdan re werin dayîn wê demê em dikarin bibêjin ku mafên civaka Kurd û civakên neteweyên din ên li Tirkiyeyê ketine bin temînatê.”