Aktîvîsta Mexribî: Zagon tenê têrê nake ya girîng hevgirtina jinan e

Aktîvîst Ayşe Laxmas got ku bihêzkirina jinan di cihên biryardayînê de tenê bi zagon û mekanîzmayên hilbijartinê ve girêdayî nîn e, da zanîn ku pêdivî bi hevgirtina berfirehtir a jinan heye.

HENAN HARÊT

Mexrib – Dema ku du jinên pêşîn di sala 1993'an de ketin Meclîsa Nûneran a Mexribê, temsîliyeta jinan di nava dezgeha yasadanînê de ji hebûneke sembolîk ber bi beşdariyeke berfirehtir ve çû.

Qeydên hilbijartinê nîşan didin ku hejmara jinan di Meclîsa Nûneran de di sala 2011’an de gihîştiye 67 endaman di sala 2016'an de bûye 81. Dûre piştî hilbijartinên 2021'ê gihîştiye 96 endaman, ji 395 kursiyan ku ev yek ji sedî 24,3 tevahî endaman temsîl dike.

Di hilbijartinên 2021'ê de 96 jin ji bo Meclîsa Nûneran hatin hilbijartin ku 90 ji wan bi riya navçeyên herêmî hatin hilbijartin. Ev yek nîqaşa li ser şiyana jinan a pêşbazîkirin û gihîştina kursiyên hilbijartî li derveyî mekanîzmayên ku bi taybetî ji bo baştirkirina temsîliyeta wan hatine çêkirin, ji nûve geş dike.

Mexrib piştî ku hikûmetê bi fermî roja dengdanê destnîşan kir, ji bo hilbijartinên nû yên parlamentoyê, di 23'ê Îlona 2026'an de amadekariyan dike. Kampanyaya hilbijartinê dê di 10'ê Îlonê de dest pê bike û di 22'ê Îlonê de biqede.

Desthilatdarî û partî amadekariyên xwe ji bo vê bûyerê didomînin. Di heman demê de di Tîrmeha borî de Komîteya Navendî ya Şopandina Hilbijartinan û komîteyên herêmî û parêzgehê, bi armanca şopandina qonaxên cuda yên pêvajoya hilbijartinê û misogerkirina ewlehî û yekparebûna wê, hat aktîfkirin.

Astengî û zehmetî

Aktîvîst û parlamentera berê Ayşe Laxmas tekez dike ku zêdebûna hejmara jinan di saziyên hilbijartî de nayê wê wateyê ku rê ji bo jinên Mexribî ji bo gihîştina cihên biryardanê vekiriye. Ayşe dibêje: "Astengiyên siyasî, darayî û civakî hê jî bandorê li şansa wan a namzedî û serkeftinê dikin.”

Ayşe Laxmas dibêje ku gihîştina cihên biryardanyîê piştgiriyek rastîn ji bo jinan hewce dike û wiha didomîne: "Divê mekanîzmayên ku piştgiriyê bidin jinan di hilbijartinan de, serkeftinê û gihîştina cihên biryardayînê de hebin. Çavkanî kêmtir in, bi taybetî ji hêla darayî ve û em bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin. Astengî li pêşiya namzediya jinan hene û nahêlin ew bigihîjin van cihan. Jêhatîbûn û cidiyet di xebata siyasî de divê bingeha gihîştina cihên biryardayînê be, ji ber ku zêdekirina hejmara jinan tenê bi riya yasa û mekanîzmayên hilbijartinê nayê bidestxistin."

Di parlamentoyê de rêwîtiya dîrokî ya jinan

Ayşe Laxmas rêwîtiya dîrokî ya jinên Mexribî di nava parlamentoyê de bi bîr tîne û destnîşan dike ku heta sala 1993'an, dema du jinên pêşîn bi riya hilbijartinên rasterast ketin parlamentoyê, beriya pergala kotayê paşê were pejirandin, dezgeha yasadanînê bi tevahî ji jinan bêpar bû. Ayşe bawer dike ku hebûna jinan a niha encama têkoşîna bi dehan salan û ji ber ezmûnên ku di nava tevgera jinan çêbûne ye.

Ayşe Laxmas dide zanîn ku berpirsiyariya zêdekirina temsîliyeta jinan ne tenê li ser milên hikûmet, partiyên siyasî û civaka sivîl e, di heman demê de li ser milên jinan e jî hewce dike beşdarî xebata siyasî bibin û bigihîjin saziyên hilbijartî. Ayşe Laxmas wiha dibêje: "Ji jinan jî tê xwestin ku bigihîjin van cihan û dengê jinan li kêleka dengê gel bi tevahî ragihînin."

Hêviyên ji bo hilbijartineke adil

Bi nêzîbûna hilbijartinên parlamentoyê re, Ayşe Laxmas vê peyamê dide jinên ku dixwazin ji bo pewir bigrin bibin namzed: "Ez hêvî dikim ku hilbijartin dê adil bin û jinên dixwazin xizmeta vî welatî bikin dê derfeta wan hebe bibin namzed û bigihîjin meclîsa yasadanînê."

Hilbijartinên 2021’ê rêjeyek dîrokî di hejmara jinan de ye. Ev yek nîşan dide ku hejmar di Meclîsa Nûneran de gihîştiye 96 nûnerên jin. Hilbijartina Îlona 2026'an ji bo pîvandina asta şiyana rêwîtiya ku ji 30 sal berê dest pê kiriye ji berfirehkirina hebûna hejmarî ya jinan ber bi zêdekirina beşdariya wan a rastîn di pozîsyonên biryardayînê de ye.