Ruhê Şoreşa Rojava li Kobanê zindî ye: Nasnameya me sînor û navên sexte nas nake!

Kobanê, dilê Şoreşa Rojava ye û careke din li dijî êrîşên li ser nasnameyê li ber xwe dide. Ji koordînasyona Meclîsa Jinan a PYD'ê Şîrîn Oso, bi bîr xist ku guhertina navê Kobanê êrîşek li ser rûmet û dîroka berxwedana gelan e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Kobanê ne tenê bajarek e ku li ser nexşeyê hatibe xêzkirin e; ew dilê berxwedaneke bêhempa, axa ku bi xwîna pakrewanan hatiye avdan û sembola rûmeta mirovahiyê ye. Dema ku tarîtiya DAIŞ'ê dixwest cîhanê bixeniqîne, ji kolanên asê yên Kobanê tîrêjeke azadiyê derket ku tarîtiya sedsalê parçe kir. Ew ax, bi lihevhatina herî bedew a berxwedana jinan û vîna gelan hat avdan. Ji ber vê yekê, her tîpeke ji navê "Kobanê", mîraseke pîroz a Şoreşa Rojava ye, bi nirxên demokrasî, hevjiyana gelan û azadiya jinan hatiye hûnandin. Destdirêjiya li ser navê Kobanê, ne tenê guhertina tabelayek e; birînek e ku li bîranîn, nasname û dîroka berxwedana vî gelî tê vekirin e.

Ev hestiyariya ku li ser her bostek ji axa Kobanê hatiye çandin, di rûpelên peymanê de jî cihê xwe girtibû. Yek ji xalên sereke yên peymana 29'ê Çileyê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin, parastina taybetmendî û nasnameya herêmên Kurdan bû. Lê belê ev bend jî mîna bendên din bi awayekî zelal û rasterast nehat pêkanîn. Her roj hewldanek ji bo guhertina navê Kobanê heye ku bi riya wan hewldanên pûç dixwazin vê prensîbê têk bibin û ev yek li dijî ruh û bendên peymanê tê hesibandin. Li gorî wê, Kobanê ne tenê navê bajarekî ye, beşek ji dîrok, nasname û mîrasa berxwedana gelê Kurd e û hewldanên guhertina navê wê rastî nerazîbûneke mezin hat.

Têkildarî vê mijarê, endama koordînasyona Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şîrîn Oso ji nûçegihana ajansa me re nirxandin kir û tekez kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedana xwe bûye sembola azadî û wekheviyê.

Şîrîn Oso, bi boneya salvegera 16’emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bal kişand ser girîngiya bajarê Kobanê ku wekî sembola berxwedan û nasnameya gelê Kurd tê dîtin û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Hewldanên guhertina navê Kobanê ne tenê guhertineke navî ye, hewldaneke siyasî ye, armanca wê tunekirina dîrok û destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye."

‘Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê tê nasîn’

Şîrîn Oso di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana Kobanê tê naskirin. Şîrîn destnîşan kir ku li wir berxwedaneke dîrokî li dijî çeteyên DAIŞ'ê hate nîşandan û wiha vegot:"Di van 16 salan de herêm hem ji aliyê rejîma Baasê ve hem jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker ve rastî gelek êrîşan hat. Armanca wan bi van êrîşan; şikandina îradeya gelan û tunekirina destkeftiyên şoreşê bû. Kobanê bi berxwedana xwe bû sembola azadiyê. Li seranserê cîhanê bi nav û deng bû, hat naskirin. Bi berxwedan û têkoşîna xwe, gelê Kobanê plana dagirkirina DAIŞ'ê ya li ser bajêr û herêmê têk bir û dîrokê ji nû ve nivîsand."

‘Guhertina navê Kobanê li dijî bendên peymana 29'ê Çileyê ye’

Şîrîn Oso anî ziman ku piştî peymana 29'ê Çileyê, herêm ketiye pêvajoyeke siyasî ya nû ku armanca wê avakirina Sûriyeya demokratîk û parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava ye û destnîşan kir ku yek ji bingehên vê peymanê parastina taybetmendiyên herêmên Kurd e lê hewldanên guhertina navê Kobanê li dijî van prensîban in û nîşaneya domandina siyaseta înkar û tunekirinê ya li ser herêmên Kurdan in.

‘Navê Kobanê beşek ji dîrok û nasnameya me ye’

Şîrîn Oso di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku navê Kobanê ne tenê navê bajarekî ye beşek ji dîrok, çand û nasnameya gelê Kurd e û wiha pê de çû: "Çawa ku ziman nasnameya me ye, navê bajarên me jî dîrok û hebûna me nîşan didin."

‘Şoreşa Rojava xwe nû dike’

Şîrîn Oso diyar kir ku guhertina navê Kobanê bi armanca windakirina dîroka berxwedanê û nivîsandina dîrokeke din li şûna rastiya dîrokî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî 16 salan ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, me ji nû ve dest bi têkoşîn û xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê kiriye. Em ê têkoşîna xwe heta misogerkirina serkeftinê berdewam bikin."