Di siyaseta Mexribê de astengiya li ber jinan
Tevî ku jinên li Mexribê bi dehan salan e di qada siyasî de çalak in, çanda muhafezekar a hundirê partiyan û modela kevneşopiya “rêberê mêr”, gihîştina jinan a lûtkeya biryardanê û meqamê sekreteriya giştî asteng dike.
HENAN HARÊT
Mexrîb – Qada siyasî ya Mexrîbê, ji zêdetirî sî partiyên siyasî pêk tê ku hinek ji wan rehên xwe ji serdema tevgera neteweyî digrin û yên din jî di deh salên paşîn de hatine damezrandin. Tevî girêdanên wan ên îdeolojîk û siyasî yên cihêreng - neteweperest, çepgir, lîberal û îslamîst - xala wan a hevpar di serdestiya mêran a domdar a li ser mekanîzmayên biryardanê de ye. Ji dema serxwebûnê vir ve, jinan di nava partiyên bi bandor ên di siyaseta Mexribê de astên serokatiyê girtine, ev yek wan dike îstîsna ne qaîde.
Ji dema serxwebûnê vir ve jinên xwedî rolên serokatiyê
Di sala 2007’an de, Zuhur Şakkafî Partiya Civaka Demokratîk damezrand û bi vî awayî yekem partiya siyasî li Mexribê ku ji hêla jinek ve tê birêvebirin ava kir. Di sala 2012’an de, Nabîle Monîb bû yekem jina ku wekî sekretera giştî ya partiyek bi bandor a neteweyî hat hilbijartin. Wekî din, tayînkirina Îlham Belfahilî wekî sekretera giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrasiyê ya Mexribê hebûna jinan nîşan dide, her çendî ev li gorî serdestiya mêran a berdewam di astên bilind ên partiyê de sînordar bimîne jî.
Ev rewş rasterast bi hejmara jinên ku beşdarî partiyan dibin ve girêdayî nîn e. Jin bi dehan salan e bi riya şaxên herêmî, rêxistinên girêdayî û namzedên hilbijartinê beşdarên xebatên partiyan dibin.
Pergala muhafezekar a di nava partiyan de
Pirsgirêka rastîn di rêxistinê bi xwe de ye. Qada serokatiya asta jorîn ji bo jinan wekî qadeke dijwar maye ku bikevinê. Her çendî pergala saziyên hilbijartî bi saya reformên qanûnî hêdî hêdî guheriye jî partî di warê ji nû ve dabeşkirina desthilatdariyê de ji hundir ve muhafezekartir mane; vê yekê pêvajoya hilkişîna jinan ji bo hiyerarşiya partiyê li gorî gihîştina wan bo parlamento yan hikûmetê pir hêdîtir kiriye.
Dema ku em li dîroka partiyan li Mexribê dinêrin, eşkere ye ku piraniya wan bi kesayetiyên pêşeng ên di damezrandina wan û şekildana nasnameya wan a siyasî de roleke diyarker lîstine tên naskirin. Wêneyê “rêber” ku ji hêla kesayetiyên wekî Allal El-Fassî, Abdelrahîm Boabid, El-Mahjubi Ahrdan, Abdelkerîm El-Xetîb û Abdelîlah Benkîran ve hatiye şekilkirin, di hişmendiya partiyê de bûye hevwateya mêraniyê, modelek serokatiyê ku bi riya kongreyên partiyê tê hilberandin xurt dike.
Her wiha gihîştina meqamê sekreterê giştî ne tenê bi riya hilbijartinan e; ew pêvajoyên dirêj ên pêşveçûna rêxistinî, avakirina hevpeymanan, komkirina bandorê û birêvebirina hevsengiyên navxweyî dihewîne. Ji ber ku ev war di dîrokê de ji hêla mêran ve hatine serdestkirin, ji bo jinan dijwartir e ku bigihîjin lûtkeya hiyerarşiya partiyê.
Valahiya di navbera qanûn û çanda rêxistinî de
Her çendî di Destûra Bingehîn a 2011’an de wekhevî weke hedefek ku divê hikûmet bidest bixe hatibe destnîşankirin jî ev prensîb di nava pêkhateyên partiyê de bi heman lezê nehat bicihanîn. Digel ku reformên destûrî û zagonî nûnertiya jinan di parlamento û hikûmetên herêmî de zêde kiriye, piraniya partiyan reformên navxweyî yên bi vî rengî ku dê hevsengiyê di rêveberiya wan a bilind de misoger bike, pêk neanîne.
Di roja me ya îro de ji bo jinan cîbicîkirina astên wezîrî, serokatiya hikûmetên herêmî, yan jî di nava dezgehên hilbijartî de cih girtine. Lê belê serokatî û sekreteriya giştî ya partiyan weke astên siyasî yên herî kêm digihîjin jinan.
Ev nakokî nîşan dide ku pêşketina jinan di beşdariya siyasî de bi dest xistiye bi giranî ji reformên destûrî û zagonî tê; lê belê di çanda rêxistinî ya partiyan de veguherînek têrker çênebûye. Partî bi piranî rêbazên kevneşopî di guhertina serokatiyê û pêvajoyên biryardayînê de diparêzin.
Di encamê de, valahiya di navbera hebûna zêde ya jinan di saziyên hilbijartî de û gihîştina wan a sînorkirî ji bo asta jorîn a hiyerarşiya partiyê berdewam dike. Ev yek eşkere dike ku guhertin di nava partiyan de li gorî reformên di çarçoveya zagonî de hêdîtir bi pêş ve diçe.
Li Tûnis û Lubnanê jî rewş cuda nîn e
Rewşa li Mexribê ji bo herêmê ne îstîsna ye. Li gelek welatan, pêşketina ku jinan di saziyên hilbijartî de bi dest xistine, ji hêla veguherînek wekhev ve di serokatiya partiyê de nehatiye piştgirîkirin.
Li Tûnisê ku di warê mafên jinan de yek ji welatên Ereb ên herî pêşverû tê hesibandin, ezmûnên girîng ên serokatiya jinan hene, wekî hilbijartina Maya El-Cerîbî wekî sekretera giştî ya Partiya Demokrat a Pêşverû di sala 2006’an de. Paşê, Ebîr Mûsa serokatiya Partiya Destûrî ya Azad girt ser xwe. Digel vê yekê, berî û piştî şoreşa 2011’an, piraniya partiyên sereke ji hêla mêran ve berdewam kirin.
Wêneyekî wisa li Lubnanê jî derdikeve holê. Her çendî jinan di astên siyasî, parlamento û hikûmetê de rolên girîng girtine ser xwe jî serokatiya partiyên kevneşopî bi giranî di destên mêran an malbatên siyasî de dimîne ku rêberî ji nifşan mîras girtine.
Ev mînak, tevî çarçoveyên wan ên siyasî yên cuda, taybetmendiyek hevpar eşkere dikin. Hebûna zêde ya jinan di hikûmet û saziyên hilbijartî de bi temsîliyeta qels di serokatiya partiyê de tê. Ev nîşan dide ku pirsgirêk êdî ne tenê beşdariya jinan di siyasetê de ye, di heman demê de gihîştina wan a mekanîzmayên biryardayînê di nava partiyan de ye jî.
Hewcedariya bi nûbûna rêxistinî
Ji ber vê yekê, îro pirsgirêka rastî ne kapasîteya jinan a rêbertiyê ye, kapasîteya partiyan e ku awayên xwe yên rêxistinî nû bikin, parvekirina berpirsiyariyan berfireh bikin û qadeke vekirîtir û reqabettir ji bo rêbertiyê biafirînin. Ev yek hewce dike ku meriv li ser şêwazên kevneşopî yên bi dehan salan jiyana partiyê diyar kirine, derbas bibe.