Rîma Merşo: Em civaka Suryan jî pêşeroja xwe di hevpeymana civakî de dibînin

Endama Rêveberiya Meclîsa Yekitiya jinên Suryan Rîma Merşo destnîşan kir ku hevpeymana civakî serkeftinek dîrokî ye û mefê her kesê diparêze.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Hevpeymana civakî wek qanûnek bingehîn tê dîtin ku ew ê kar û barên sîyasî, aborî û civakî yên Rêveberiya Xweser bi rêkûpêk be û li gor vê were meşandin. Komîteya reşnivîsa peymana civakî ya teng ji 30 kesan, a fireh jî 158 kesên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, parêzer, Eşar û endamên partiyan pêk tê. Endama Rêveberiya Meclîsa Yekitiya jinên Suryan Rîma Merşo li ser armancên hevpêymana civakî ji ajansa me re axivî.

“Wê pêşerojek azad were avakirin”

Rîma Merşo da zanîn ku wek pêkhateyên Suryan hevpeymana civakî wekî gavekê serkeftî ye û wiha got: “Beriya Şoreşa Rojava gelê Suryan hatibûn paşguhkirin, piştî şoreşê gavek baş ji bo hebûna pêkhateyên Suryan û hemû pêkhateyên herêmê hat avêtin. Lê sazkirina reşnivîsa peymana civakî û hebûna hemû nûnerên pêkhateyan tê wateya xwedî derketina li siberojê. Dema em li ser difikirin em dibînin ku wê pêşerojek azad were avakirin. Ji ber ku komîteya peymanê hemû netew cihê xwe girtine û ev bi xwe gavek dîrokî ye ku her neteweyek îro nûnerekî wî di Reşnivîsa Hevpeymana civakî de cih bigre da ku mafê wî biparêze”.

“Hevpeymana Civakî yek ji deskeftiyên pîroz ên Rêveberiya Xweser e”

Rîma Merşo da zanîn ku Hevpeymana civakî yek ji deskeftiyên pîroz ên Rêvberiya Xweser e û wiha pêl da axaftina xwe: “Rêveberiya Xweser ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên herêmê kar û xebat da meşandin, ji bo her netew azad bijî her kes di nava xwe de di bin sîwana pergela Netewa Demokratîk hembêz kir. Lê ji bo parastina maf û hebûna pêkhateyan di dema niha û di pêşerojê de biryara Hevpeymana civakî de ev yek ji deskeftiyên pîroz ên Rêveberiya Xweser e ku dixwaze her neteweyan li ser lingê xwe bisekinîne, bibin neteweyên xwedî dîrok, ziman û çand. Em wekî gelê Suryan bi vê biryarê kêfxweş in ku em ê carek din li ser lingê xwe bisekinin û bi azadî bijîn.”

Rîma Merşo bi boneya 21’ê Adarê cejna Newrozê û ya Akîtoyê li tevhî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cejna Newrozê ji bo me wekî pêkhateyên Suryan pîroz e, ev roj gelê Kurd xwe ji zilim û bindestiyê xelas kir, dîrokek bi nirx e. Em wekî pêkhateyên Suryan, wekî şandeyekê tevlî cejna Newrozê dibin ji ber ku ji bindestî û zordariyê xilasiya her neteweyê, xelasiya hemû neteweyan e.”