“Divê êdî çeteyên girtî bên dadgeh kirin"

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî salvegera rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê got: "Hêjaya ku mirov di salvegera rizgarkirina Baxozê de berxwedanî, serkeftina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya tunekirina DAIŞ`ê bîne ziman

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Li ser rizgarkirina devera herî dawî ya di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê Baxoz 3 sal derbas bûn. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 23`ê Adara 2019`an rizgarkirina Baxozê raghandin û bi vî awayî çeteyên DAIŞ`ê piştî şer û pevçûnên 7 salan ji aliyê erdîngarî ve hat tune kirin. Bi boneya 3`emîn salvegera rizgarkirina Baxozê cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê Emîne Bekir, niraxandin kir.

"Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aloziyê de rengekî nû da"

Emîne Bekir di despêka axaftina xwe behsa aloziya Sûriyê kir û got: "11 sal li ser aloziya Sûriyê re borîn, ev serhildana li ser bingehê avakirina pergaleke demokratîk û wekhev bû. Di nava vê raperînê de me weke gelên Bakur û Rojhilatê xeta sêyemîn ya parstina ax û nirxên netewên ku di vê erdîngariyê de dijîn hilbijart. Di nava van salên dirêj yên şer de heta niha jî tu çareseriyên ku çarenûsa gelên Sûriyê diyar bike, nehatiye dîtin. Berovajî ev alozî roj bi roj zêdetir dibe û derbiderî dewam dike. Rêjîma Sûriyê ji destpêka şoreşê ve helwesta xwe neguheriye, hêzên Opozosyon jî veguherîn komên çete û xizmeta hêzên derve dikin. Di nava ewqas nakokî û tevlîheviyên heyî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirojeya me bi serket û şoreşa me giştir bû. Ev model li ser asta cîhanî û di serdema 21`emîn de rengekî nû ye ku bi pêşengiya jin, demokratî û wekhevî ev herêm tên birêve birin."

"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê terora herî xeter hat tunekirin"

Emîne Bekir bal kişand ser êrîşên despêkê yên komên çete û wiha domand: "Ji destpêka vê aloziyê de dorpêç û êrîş li ser herêmên me tên kirin. Di 2013`an de Cebhet El-Nusra êrîşeke berfereh dan meşandin û di 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrîşeke mezin bi ser Îraq û Sûriyê ve anîn. DAIŞ di destpêkê de xwe li bajarên mezin weke Dêrezor, Reqa, Tebqa û Minbic bi cih kirin. Çeteyan di setan de ev bajar girtin, ji bo vê ew hizirîn ku wê bi destxistina Kobanê jî ewqas hêsan be. Lê gava yekemîn ya tunekirina DAIŞ`ê ji Kobanê destpê kir, di Kobanê de gel û şervanan li ber çavên tevahî cîhanê hêza terora DAIŞ têk birin û serkeftin misoger kirin. Pişt re Minbinc, Tebqa, Reqa û herî dawî Baxoz hatin rizgar kirin û bi vî awayî DAIŞ ji aliyê erdîngarî ve hat tune kirin. Ev serkeftin bi pêşengiya QSD, YPJ û YPG`ê pêk hat, van şervanan serkeftina xwe li Baxozê diyarî tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanî jî kirin."

"Divê êdî çeteyên girtî bên darezandin "

Emîne Bekir mijara dadgehkirina çeteyan jî wiha anî ziman: "DAIŞ ji aliyê erdîngarî ve têk çû, lê heta niha jî metirsî dewam dikin. Şaneyên çeteyan yên razayî her tim di nava tevgerê de ne. Li aliyekî din dewleta tirk bi rengekî raste, rast alîkariya DAIŞ`ê dike da ku ew xwe ji nû ve zindî bikin. Buyera ku li girtîgeha Sîna ya Xiwêranê derket, اثصranê derket, tîgeha Sîna ya Gndî bikin. rast alîkariya am dikin.dikinêşengiya jin, demokratî û wekhevî ev herêm tên birêve bihewildanên DAIŞ û dewleta tirk yên hevpar ên ji nû ve zindîkirina vê rêxistina teror eşkere kir. Pilaneke mezin di paş vê bûyerê de hebûn, armanc ew bû ku careke din herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin serweriya çeteyan û dewleta tirk ve.  Hêzên me ew êrîş têk birin û di heman roja salvegera rizgarkirina Kobanê, serkeftina hemleya Gurza Gelan hat raghandin. Heger pilanên çeteyan bi cih bihata, wê bandoreke xwe a neynî ya mezin li ser asta Sûriyê û cîhanê jî pêk bihata. Lê hêzên me xeteriya zindîbûna DAIŞ`ê têk birin, bê guman bedelên xwe yên gelek giran jî hebûn."

Cîgira Encemûnca Cîbicîkar Emîne Bekir axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: "Divê ku tevahî cîhan û aliyên berpirsyar li hember çeteyên li vir ku di kamp û girtîgehan de bi erka xwe rabin. Divê ku êdî dadgeheke navnetewî ji bo çeteyan DAIŞ`ê were çêkirin, mayîna çeteyan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyeke mezin e li ser Sûriyê û tevahî cîhanê jî. QSD`ê bi erka xwe radibe û gelek bedelên giran jî da, lê pêwîste êdî civaka navnetewî xwedî li misyonên xwe derkevin. Em weke Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera tunekirina DAIŞ`ê dê vê yekê dibêjin. "