Rîma Îsa: Berpirsyarên bûyerên li girtîgeha Sînaayê dewletên cîhanê ne

Endama Kordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa da zanîn ku êrîşa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê hatiye plankirin, hemwext êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsa, Şehba, Şengal, Mexmûr û Dêrikê bi têkçûna DAIŞ’ê ya li Hesekê ve girêdayî ne û bang li civakên navneteweyî kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê bi erka xwe rabin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê-Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê 20’ê Çileyê êrîşî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin da ku girtiyên xwe birevînin. Êrîşê bi riya teqandina wesayîdek bi dîwarê girtîgehê ve dest pê kir, piştre du motorsiklêt hatin teqandin, girtiyên di girtîgehê de jî tevlihevî derxistin. Di hundirê girtîgehê de, di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi destekdayîna QSD’ê li aliyekî û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ku dixwestin girtiyan birevînin li aliyekî din de şer derket. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê operasyonek taybet bi navê Gurzê Gelan dest pê kirin. Piştî berxwedana 7 rojan çeteyên di girtîgehê de û bi dehan çeteyên ku êrîş kirin neçar man xwe teslîmî QSD’ê û hêzên ewlekariya hundirîn bikin û taxa Xuwêran di 26 Çileyê de di roja salvegera rizgarkirina Kobanê de ket bin kontrola QSD’ê. Ji aliyekî ve jî ji destpêka êrîşan heya roja îro jî dewleta tirk a dagirker  li dijî Eyn Îsa, Şehba, Şengal, Mexmûr û Dêrikê êrîşan pêk tîne.
“Bûyera Hesekê di encama paşguhkirina darizandina çeteyên DAIŞ`ê de çêbû”  
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa têkildarî mijarê got: “Rêvberiya Xweser her dem bang li civaka navneteweyî dikir ku dadgehek navneteweyî were lidarxistin lê mixabin bêdengiyek hebû, ji hewldanên zindîkirina DAIŞ’ê û koçberiya ku çêbû civata navneteweyî berpirsyar e. Ev bûyer di encama paşguhkirina dewletên navneteweyî ya ji bo darizandina girtiyên DAIŞ`ê de çêbû. Li aliyekî din hemwextî van êrîşan, dergeh hatin girtin û ambargo li ser herêmê hat ferzkirin her wiha dewleta tirk a dagirker êrîşan li dijî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî ev jî îsbat dike ku destên hin aliyan di van êrîşan de heye." 
Rîma da zanîn ku êrîşên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ji êrîşên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsa û Til Temirê cuda nîn e, êrîş zindîkirina xeteriyê armac dike û wiha pêl da axaftina xwe: "Ev yek bi armanca desteka ji êrîşên şaneyên DAIŞ`ê li dijî girtîgehê, pêk hat. Hikumeta Şamê jî ruxmî nuqteyên wê yên leşkerî nêzî herêmê ne; der barê bûyerên li Hesekê de tu helwest nîşan neda. Ev tê wateya ku komployek li dijî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin."
“Dayikên Hesekê di serkeftina operasyona Gurzê Gelan de xwedî roleke girîng bûn”
Rîma teqez kir ku QSD`ê destanên lehengiyê nivîsandine û bi piştgirya dayikên Hesekê operasyona Gurzê Gelan bi ser xistine û wiha axaftina xwe domand: “Hebûna Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destkeftiyên ku hatine bi desxistin bi saya lehengiya QSD’ê ye. Gel bi QSD`ê re ne û dê destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Lewma di bûyera Hesekê de bi pêşengiya dayikên Hesekê jin, ciwan û extiyaran çek hilgirtin û taxa xwe parastin da ku piştgirî bidin şervanan. Di Hesekê de hevgirtina gelan û piştgiriya wan ji hêza wan re serkeftinê misoger kir.”
“Dewleta tirk bi riya êrîşan dixwaze tola DAIŞ’ê bistîne”
Rîma destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî ya pêkhateyên Hesekê tehemul nekiriye ji ber vê yekê bi awayekî hovane êrîş dike û wiha anî ziman: “Dewleta tirk binkeftina DAIŞ'ê ya li girtîgeha Sînaa tehemul nekir, ji ber vê yekê bi balafiran Bakur û Rojhilatê Sûriye, Mexmûr û Şengalê bombebaran kir. Bi riya êrîşan dixwaze tola DAIŞ’ê bistîne û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Bêdengiya civata navneteweyî bi taybetî ya Koalîsyona Navneteweyî derfetê li pêş berfirehkirina êrîşên dewleta tirk vedike."