"AKP sûçên şer li dijî mirovahiyê pêk tîne"

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku hikûmet di bin navê "terorê" de hewl dide êrîşên xwe yên li ser Wargeha Mexmûr, Şengal û bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewa bike û ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re got: “Helwesta xwe ne ji bo siyaseta şer a AKP'ê, ji bo siberoj, destkeftî û aştiya gelê Kurd bidin bi kar bînin."

 
Enqere- Berdevka HDP'ê Ebru Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe li ser rojeva Tirkiyeyê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist. Ebru Gunay di destpêka axaftina xwe de komkujiya ku di 7'ê Sibata 2015'an de li Cizîra Botanê di jêrzemînên avahiyan de pêk hat bi bîr xist û di serî de Asya Yuksel û Mehmet Tunç, hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Ebru Gunay bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Hesekê û wiha axivî: "Heman zîhniyetê êrîşê li dijî Wargeha Mexmûrê ya li Herêma Federal a Kurdistanê di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de, herêma Şengalê û bajarê Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Ev hemû êrîş ji ber heman zîhniyetê ne. Em weke HDP van komkujiyan şermezar dikin û hemû hêzên li pişt van êrîşan jî şermezar dikin."
"AKP sûcên şer dike"
Ebru Gunay destnîşan kir ku hikûmet di bin navê "terorê" de hewl dide êrîşan rewa bike û wiha axivî: “Lê her kes baş dizane ku desthilatdariya AKP-MHP'ê cihên sivîlan bombe dike. Li cihên sivîlan qetlîamên sivîl pêk tîne. Şer û sûcên li dijî mirovahiyê didomîne. Ev êrîş qet nayên qebûlkirin û kes nikare rewa bike. Komkujiyên sivîl li gorî tu qanûnî nayên qebûlkirin. 
Desthilatdariya AKP'ê sûcên şer didomîne."
"Ev êrîş nîşan didin ku li ser Kurdan li hev kirine"
Ebru Gunay bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya dema êrîş pêk dihatin, wiha axivî: Piştî van êrîşan tavilê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir. Ji qesrê wêneyek hat belavkirin. Ev wêneyê erêkirina êrîşa li ser Kurdan e. Wêneyê erêkirina polîtîkayên şer, dijminatiya li hemberî Kurdan e. Ew wêneyê AKP'ê û hemû polîtîkayên şer, îmha û qetlîamê yên ku li derveyî sînor dimeşîne ye. Ew wêne nîşaneyek eşkere ya piştgiriya şer e û qet nayê pejirandin.”
"Tiştê ku DAIŞ nikarîbû pêk bîne, xwestin pêk bînin"
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay got: "Têkilî û nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn, hemû cîhan dizane ku ne tesaduf e piştî Hesekê ev hemû êrîş pêk hatine, ev êrîş piştî Hesekê hatin pêkanîn. Cihên ku tên tercîhkirin Şengal, Mexmûr û Dêrik in. Li her sê bajaran jî li dijî DAIŞ’ê ji bo mirovahiyê têkoşîn hat meşandin. Li her sê bajaran tevî hemû barbarî û zilma DAIŞ’ê jî bi berxwedanê hewl dan destkeftiyên xwe biparêzin. Hikûmeta AKP’ê çi kir? Wekî ku ji bo tiştê DAIŞ’ê nikaribû temam bikira, mîna ku tolhildanê bigire, ew bajarên ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn bombebaran kirin û pêkanîna sûcê şer berdewam kir.”
"HDP alternatîf e ji civakên li Tirkiyeyê re"
Ebru Gunay bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û xwest, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de bê rakirin. Ebru Gunay, anî ziman ku yek ji mijarên ku HDP digre dest tifaqa demokrasiyê ya bi pêşengiya hêzên demokratîk e û got; “Gelên Tirkiyeyê ne mecbûr in AKP’ê û muxalefeta ku bi pêkanînên xwe yên faşîst civakê tune dike qebûl bikin. HDP li hemberî van her du bijarteyan bi berfirehkirina yekitiya xwe ya têkoşînê riya 3’yemîn e û alternatîfa rast e ji gelên Tirkiyeyê re."