Rîm Idrîs: Felsefeya Ocalan ji bo me jinan roja bi tîrêjên xwe jiyanê ronî dike ye

Endama Meclisa PYD’ê Rîm Idrîs felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo tevahî jinan wekî roka ku bi tîrêjên xwe jiyanê ronî dike pênas kir.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Tecrîda giran ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li ser Rêberê Gelê Kurd Aubullah Ocalan tê meşandin, dewam dike. Tevî ku Malbat û parêzer ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin lê bê bersiv dimînin. Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Rîm Idrîs têkilsarû mijarê nirxandin kir.

“Felsefeya Ocalan bîr û bawerî da her kesî”

Rîm Idrîs da zanîn ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewama komploya Navdewletî a 1999’an e û wiha berdewam kir:” Komploya li dijî Rber Ocalan fikir û felsefeya wî hedef digrt, tecrîda ku îro dewam dike berdewamiya wê ye. Di heman wextê giran ya ku li ser Rêbertî tê meşandin dixwazin derbeyek li pirojeya Rêvberiya Xweser bixe, lê armanca wan neghişt serî, fikir û fesefeya wî li her deverê bela bûye û li ser vî fikirî her kes xwe birêxistin kiriye. Ji ber ku pêkhateyên herêmê felsefeya Ocalan wekî Roka ku bi tîrêjên xwe jiyana tarî ronî dike dibînin.”

Rîm Idrîs diyar kir ku pêkhateyên herêmê bi riya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihştin baweriyekê ku azadiya her pêkhateyekê azadiya tevahî civakê ye û wiha domand:” Civak hatibû xapandin, ftine û fesadî hebû, yek pêkhate dihat esas girtin. Hemû jî bi pilan hatibûn kolekirin. Lê  bi naskirina felsefeya Rêber Apo her ferdekî gihşt wê baweriyê ku azadiya civakê azadiya wî ye. Hevjiyana azad, azadî û qebûlkirina herkesî xelasiya ji koletî û bindestiyê ye. Bi vî rengî emê bikaribin pirojeya Rêvberiya Xweser ya ku civak xwe bi xwe birêvebibe û her kes xwedî maf be esas digre biser bixin.”

“Bi naskirina felsefeya Ocalan jinê gavên pêşketî avêt”

Rîm balkişand li ser pêşketina jinan a piştî nasîna ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em baş dizanin ku Jin çiqas şidet û işkence jiyan dikir û bi taybet jinên pêkhateyên Erebî. Ji kevneşopiyên civakê em bigrin dest, nerîna zihniyeta bavksalarî jêre ku nikare û ne xwedî biryar e .Lê bi naskirina felsefeya Ocalan Jin ji her pêkhate rolek pir girîng di azadiya xwe û civakê ji zilm, bindestî û koletiyê lîstin. Em wekî jin ji pêkhateyên ereb jina Kurd a berxwedêr ku li serê çiya ji bo azadiya her jinekê têkoşîn kir û dike pêşeng dibînin û me hêz û baweriya xwe jê girt ku emê bighêjin azadiyê û serfiraziyê .Jin di Şoreşa Rojava de pêşeng e, heya astekê baş ji bo guhertin zihniyeta bavksalarî gav avêt lê hîn jî dem pêwiste heya ku em bikaribin zihniyeta bi hezarê salan hatiye ûşkandin bi temamî bidin guhertin . Bê gunman wê êrîş, êş, zehmetî hebe lê li beramberî wê jî têkoşîin, berxwedanî , azadiyê hebe. Jin îro di her qadê de cih girt, qada siyasî ku ji bo mêran zehmet tê îro jin bi rehetî diyalogan dike û gavên baş dide çêkirin.”

“Berxwedana me dewame heya rizgarkirina yê ku xwe ji azadiya fizîkî bê par hişt û azadî da me”

Rîm wiha dawî li axaftna xwe anî:”Di herêmên dagirkirî de jin rastî şidet, tecawiz, lêdan û hemû cureyên şidetê tê, bi vê rêkê dixwazin îradeya jina pêşeng ku îro di şoreşê de pêşengtî dike û ji bo azadiya civakê dinava kar û xebat de ye, bişkînin. Êrîş û dagirkeriya ku li ser hêrêmê pêk tê yek ji pilanên komploya 1999’an e, terîda li ser Rêber Apo dewama komployê ye . Tiştek vala nehatiye her tişt pilankirî ye dixwazin rê li ber belavbûna felsefeya Ocalan  bigrin, dixwazin pirojeya netew dewlet bidin meşandin û civakê têxin bi koletiya xwe.Emê berxwedaniya xwe dewam bikin ne tenê ji bo rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî lê ji bo rizgarkirina yê ku azadî da me û xwe ji azadiya fizîkî  bê par hişt .”