Şêrîn Hesen: Çareseriya aloziya heyî bi destê gelê Sûriyeyê pêkane

Endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen behsa aloziya Sûriyeyê kir û got: “Peymana Lozanê êdî ber bi dawî ve diçe ji ber vê yekê hemû dewlet dixwazin cihê xwe di Rojhilata Navîn de bigirin.”

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba- Zêdetirî 10 sal in şer û pevçûnên giran li Sûriyeyê diqewimin û heya niha tu çareseriyên mayînde jê re nehatine dîtin. Ji ber ku her dewlet li gor berjewendiyên siyaseta xwe dixebite û dixwaze temenê aloziyê dirêjtir bike. Di demên dawiyê de şerê ku di navbera Ukrayna û Rûsyayê de diqewime bandoreke neyînî li ser aboriya Sûriyeyê xwe nîşan dide, ev yek teqez dike ku hêzên navneteweyî naxwazin tu çareserî ji aloziyê re bê dîtin ji ber ku sûd ji kûrahiya aloziyê digrin. Dewletên hegemon plansaziya xwe li gorî encamên şer amade dikin. Têkildarî mijara aloziya Sûriyeyê û bandora wê ya li ser gelên Sûriyeyê û Efrîniyên li kantona Şehbayê dijîn, Endama Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen nirxandin kir.

“Çareseriya aloziya heyî bi destê gelê Sûriyeyê pêkane”

Şêrîn Hesen aloziya Sûriyeyê û bandora wê ya li ser gelên sivîl ên li Sûriyeyê dijîn şîrove kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Aloziya Sûriyeyê gihîştiye asteke xetimandinê ji ber ku di destpêka şoreşê de gel ji bo jiyana bi aram diherikîn qadan. Her dewletek li gorî berjewendiyên siyaseta xwe nêzî gelên Sûriyeyê dibin. Ji bo gelê Sûriyeyê heya vê kêliyê tu çareseriyên guncav nehatine dîtin û gelek kongre ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatine lidarxistin lê ne di hêviya wê çareseriyê de bûn. Ji ber vê yekê yên ku pêşî li aloziya Sûriyeyê digrin û dê bigrin gelê Sûriyeyê ye. Di heman demê de rêbazên dijmirovî li ser wan tên meşandin. Projeya ku pirsgirêkên civaka xwe û derdora xwe çareser bike û wekheviyeke rast di nava civakê de û hemû pêkhateyên heyî ava bike projeya Neteweya Demokratîk e.”

“Hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de cih digrin”

Şêrîn Hesen di nava gotinên xwe de diyar kir ku gelek pêkhateyên li Rojava dijîn, tevli projeya Neteweya Demokratîk bûn û wiha pê de çû: “Tu dewletê qet bandor li ser projeya Neteweya Demokratî nekir ji ber ku dema pêrsgirêk dibe ya Kurdan lihevkirinek di nava dewletan de tê jiyîn û gelek êrîş li ser vê projeyê pêk tên. Ji ber ku dikeve nava xizmeta civakê. Piştî dagirkirina kantona Efrînê û herêmên ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê ve hatine dagirkirin, armanca wan ji dagirkeriyê ew bû ku di kesayeta gelê Kurd ê azadîxwaz de ev proje vala derkeve û têk biçe. Wekî tê zanîn heya niha çareserî ji aloziya Sûriyeyê re nehatiye dîtin lê berovajî wê zêdetir aloziyê dirêj û kûr dikin. Peymana Lozanê êdî ber bi dawî ve diçe ji ber vê yekê her dewlet ango her kes dixwaze cihê xwe di Rojhilata Navîn de bigre. Şerê ku di navbera Ukrayna û Rûsyayê de hatiye qewimandin nav û deng da lê êrîşên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha aloziya Sûriyeyê, tevî ku bi dehan salan e didome jî nayê dîtin. Ji ber ku her dewletek bi şerê Ukrayna û Rûsyayê re mijûl bûye, dewleta tirk dixwaze xewnên Osmanî li Sûriyeyê vejîne.”

“Dewleta tirk bi riya çeteyan di nava planeke nû ya qirêj de ne”

Şêrîn Hesen di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi riya çeteyên xwe dixwaze planên nû çêbike û ev tişt anî ziman: “Di vê sersalê de her kes dixwaze hêviyên xwe pêk bîne. Dewleta tirk a dagirker bi riya çeteyên girêdayî xwe dixwaze planeke nû û qirêj li ser hesabê gelê sivîl ava bike. Ji bo ku em bi serfirazî vegerin Efrînê me biryara berxwedanê li kantona Şehbayê daye. Bi riya êrîşên bênavber dixwazin gel teslîmkariya vegera Efrînê qebûl bike. Pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rizgarkirina Efrînê heye. Eger gelê Sûriyeyê bi destên xwe van pirsgirêkên heyî çareser neke tu kes ji derve nayê û pirsgirêkên me çareser nake. Em bînin bîra her kesê ku dawîkirina terora DAIŞ’ê di Baxozê de bi destên şervanên YPG’ê û YPJ’ê bûn lê belê xeteriya DAIŞ’ê heya vê kêliyê li cîhanê berdewam dike ji ber wê jî lazim e her dewlet, sazî û kes bi erk û ruhê berpirsyariyê rabin. Bi hev re em ê dawî li DAIŞ’ê bînin û herêmên dagirkirî rizgar bikin û Sûriyeya Demokratîk ne navendî ji hemû pêkhateyên xwe re ava bikin.”