Rihan Loqo: Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pişta Başûrê Kurdistanê ye

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Rihan Loqo êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Em ê bi têkoşînê bikin ku PDK û dewleta tirk carekdin li ser axa Başurê Kurdistanê têk biçin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Piştî li hevkirina PDK’ê bi dewleta tirk re, dewleta tirk di 17’ê Nîsanê de êrîşek berfireh li dijî axa Başurê Kurdistanê da dest pê kirin. Di heman demê de beriya wê jî dewleta tirk bi awayekî rojane axa Başurê Kurdistanê bombebaran dikir.  Li dijî van êrîşan bertekek mezin, gel û dostên kurdan çalakiyên şermezar kirinê li dar dixînin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Rihan Loqo helwesta xwe parve kir.

“Gel têkiliya PDK’ê û dewleta tirk şermezar dikin”

Rihan Loqo di destpêkê de hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re şermezar kir û wiha got: “Di 15’ê Nîsanê de PDK’ê bi dewleta tirk re hevdîtinek pêk anî. Serokê her du welatan li ser dagirkirina axa Başurê Kurdistanê li hev kirin û em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Em wek gel di demek dîrokî re derbas dibin û keç û xortên kurdan bi xwîna xwe dîroka kurdan nivîsandin. Berxwedana zarokên kurdan bû mînak ji tevahî cîhanê re. Gelê kurd bi berxwedana xwe îspat kir ku hene û wê her têbikoşin da ku hebûna xwe mayinde bikin. Çavê gelê Kurd li Başurê Kurdistanê bû ku yekîtiya kurdan pêk were. Her wiha helwest deynê û bêje na ji dagirkeriya dewleta tirk li tevahî Kurdistanê re.  Mixabin! Berovajî vê yekê PDK’ê çû bi dewleta tirk re li dijî gelê kurd hevdîtin pêk anî. Tifaqa PDK’ê û dewleta tirk diyar dike ku têkiliyên hevbeş hatiye çêkirin.”

“Siyaseta qirkirinê li tevahî Kurdistanê tê meşandin”

Rihan Loqo bal kişand li ser lêkirina diwaran di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de û  wiha domand: “Gel û dostên kurdan, komploya PDK’ê û dewleta tirk ferq kir. Helwesta gel li her aliyên Kurdistanê derket holê.  Ev demeke hikûmeta Iraqê di navbera Başur, Rojava û Şengalê de diwar lêdide. Ev yek dide diyar kirin ku gel ji hev qut bikin. Her wiha ev yek pilana dewleta tirke ku çawa di navbera Rojava û Bakur de diwar lêkiriye. Hemû kurd baweriya xwe li projeya Rêveberiya Xweser anîne da ku projeya me vala derkeve, êrîş zêdetir dibe. Yên ku Gelê Şengal parast gel û zarokên wan bûn. Siyaseta ku tê meşandin li tevahî Kurdistanê tê meşandin.”

“Kesên xayîn wê bi bin bikevin”

Rihan Loqo êrîşên dewleta tirk 17’ê mehê li dijî axa Başurê Kurdistanê daye destpêkirin wiha dinirxîne: “Pilana dewleta tirk û PDK’ê hebû ku êrîşî axa Başurê Kurdistanê bikin û ev yek di 17 mehê de eşkere bû ku êrîş dikin. Em van êrîşan şermezar dikin û berxwedana zarokên xwe silav dikin. Em wek gel û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişt zarokên Kurdistanê ne. Ev zarok kêlî bi kêlî ji bo gelê kurd şer dikin. Em bi zarokên xwe hene û em ê her li pêy zarokên xwe bin. Pêngava ku dewleta tirk daye destpêkirin, xuya dibe ku wê dewam bike. Di zivistanê de jî pêngavek dabû destpêkirin, lê têk çûbûn. Kesên ku bi serketin, kesên ku aşiqê azadiyê ne. Carek din li ser rûpela dîrokê hate nivîsandin ku kesên ku xayinbin û neqeqbe wê bi bin bikevin. Dewleta tirk li axa Başurê Kurdistanê tev hevkara xwe PDK’ê şikestin. Ev şikestin dilê wan rihet nekir, cardin bi komplo û mêjiyek cuda êrîşî axa me kirin. Deweta tirk hemû amûrên çek êrîşî zarokên me kirin. Em bi hêza xwe bawerin û wê carek din dewleta tirk û PDK’ê bişke. Êdî bese ji PDK’ê re ku hevkarî bi dewleta tirk re dikin.”

“Divê li dijî van êrîşan hemû Kurd dakevin qadan”

Rihan Loqo daxwaz ji her Kurdê li her devera cîhanê kir ku li hemberî êrîşan xwedî helwestbin û wiha dom kir: “Em bi hêvîne gelê kurd li her aliyên Kurdistanê bi bawerî û hêza xwe dakevin qadan û vê êrîşî şermezar bikin. Em bikaribin bi yekîtiya xwe pişta zarokên xwe bigirin. Em ê bi têkoşîna xwe bihêlînin ku PDK’ê û dewleta tirk cardin li axa Başurê Kurdistanê bişkin. Em dibêjin na ji xiyanetê re. Em ê wek Kongreya Star herdem li qadan bin. Dewleta tirk dewletek dagirkere. Dewleta tirk niha Şengal û axa Başurê Kurdistanê xistiye armanca xwe. Em ê li tevahî cîhanê bidin nîşandan ku dewleta tirk xayîne û xwe li ser xwîna gelan dide avakirin. Em ê her li qadan bin da ku pişgiriya zarokên xwe bikin. Em ê yekîtiyê ava bikin û jiyanek azad bi hev re bijîn.”