“Nêrîna civakê li pêşiya xebata jinan a siyasî astengiya sereke ye”

Lêkolîner Hikmet El-Mesrî diyar kir ku jinên Filistînî rastî gelek kêşe û astengiyan hatin, ya yekem ji wan adet û kevneşopiyên li ser nêrîna eşîretî li hin gund an jî qadên biçûk ên ji bo tevlibûna jinan bûn.

NEXEM KARACCA

Xeza- Tevlibûna jinên Filistînê di siyasetê de nîşaneyeke girîng e ku asta bilindbûna gel di pêlên demokrasiyê de, pêşketina wan û amadebûna wan a ji bo rûbirûbûna kêşeyên jiyanê bi awayekî komî nîşan dide. Ew jî ji ber girêdana beşdariya siyasî bi têgeha geşedana siyasî ku bi giştî di pêşveçûna domdar de xuya dike.

Ji destpêka sedsala bîstan ve jinên Filistînî beşdarî şerê serxwebûna siyasî û civakî bûne. Tevî ku dîroka wan a destkeftî û dijwariyan heye jî ji ber hin astengî û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin û ya herî berbiçav adet û paşverûtiyên civakê ye, lê beşdariya wan di biryarên siyasî de kêm bûye.

“Ji ber serdestiya mêran beşdariya jinan a xebatên siyasî kêm bûye”

Lêkolîner Hîkmet El-Mesrî diyar kir ku tevî pirbûna partiyên siyasî di civaka Filistînê de, ji ber serdestiya mêran û redkirina tam a hebûna jinan di xelekên biryargirtinê û mîrata çandî de, beşdariya siyasî ya jinan di asta xebatên rêxistinî û hizbî de kêm bûye. Ew tenê ji hebûna wê ya weke endameke fermî razî ne û tu jinek ku nûnertiya sekreterek partiyê yan jî biryardêreke rastîn di van partiyan de bike nîn e.

Hikmet El-Mesrî her wiha got: "Cihê mixabiniyê ye kêmbûna rêjeya beşdarbûna jinan di partiyên siyasî û navendên biryardanê de tevî dîroka destkeftiyên wan. Ji ber ku di hemû serdeman de beşdarî hemû navendên siyasî bûne. Weke têkoşîna wan û derketina wan di xwepêşandanên şermezarkirina ragihandina Balfour û Şoreşa 1928'an de her wiha di Şoreşa Mezin a 1936’an de jî di qada siyasî de qonaxek girîng çêkir.”

“Aktîvîstên weke Leyla Xalid, Şadiya Ebû Xezale û Delal El Mexrebî têkoşiyan”

Li ser kêşe û astengiyên ku li pêşiya beşdariya jinan di biryarên siyasî yên fermî û nefermî de derdikevin, Hikmet El-Mesrî ev yek diyar kir: "Jinên Filistînî rastî gelek kêşe û astengiyan hatin ku ya yekem ji wan adet û kevneşopiyên li ser nêrîna eşîretî di hin gund an jî qadên biçûk ên ji bo tevlibûna jinan ku ev yek bû sedema nerazîbûna jinan ji bo beşdariyê. Lewma ez di warê siyasî de destnîşan dikim ku civaka paşverû astengiya sereke ya li pêşiya xebatên siyasî yên jinan e.”

Her wiha bal kişand ser hin femînîstên milîtan ên ku bi kiryarên xwe yên siyasî bend şikandin û got: "Gelek aktîvîstên Filistînî wek Layla Xalid, Şadiya Ebû Xezale û Delal El-Mexrabî li hember adet û paşverûtiyên ku rola jinan di şoreşê de kêm dikin şer kirin û dikaribûn pîvanan biguherînin û di hemû qadan de bi taybetî di siyasetê de rola xwe ya bingehîn bilîzin.”

“Piştî derketina nivîskarên jin hişyarî ji bo nifşên nû çêbû”

Hikmet El-Mesrî wiha domand: "Piştî serhildana yekem, nivîskarên jin çêbûn. Hin nivîskar bi mijara beşdarbûna jinan a siyasî di helbest û romanan de mijûl bûn, bi vî rengî cureyek hişyariyê ji bo nifşên pêşerojê li ser girîngî û fedakariya jinan di têkoşînê de çêkir. Îro dema ku em wêjeya kevnar a aliyên civaka Filistînê vedihewîne dixwînin, em dibînin ku jin di hemû warên jiyanê de xwedî roleke aktîf in û hin ji van jinan li dijî beşdariya xwe ya siyasî ji aliyê civakê ve rastî berteka civakê hatine. Tevlibûna jinan di jiyana siyasî de, çi li Xezayê û çi li Şerîeya Rojava, pir kêm e. Meclisa Zagonsaz di sala 2006'an de li gorî kotaya jinan ji sedî 20 ji kursiyan ji jinan re veqetand lê jinan ev rêje bi hêsanî bi dest nexist, wan bi hewldana sazî û rêxistinên jinan ku her dem daxwaza zêdekirina rêjeya beşdarbûna jinan di navendên biryardanê de dikin bi dest xistin.”

“Hejmara jinên ku bi dengdanê hatin hilbijartin pir kêm e”

Hilbijartinên xwecihî yên Şerîa Rojava bûn şahidê hebûna tenê 9 lîsteyên bi serkêşiya jinan, 4 ji wan beşdarî hilbijartinan bûn. Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Navendî ya ku di Kanûna 2021’ê de hat weşandin, rêjeya jinên ku di qonaxa yekemîn de ji bo hilbijartinên herêmî bûne ji sedî 25, li aliyê din, jinên ku bi ser ketine, ji sedî 20,5 ji lîsteyên hilbijartinê yên ku ji bo şaredarî û meclisên gundan ên bi navê "C" hatine rêzkirin, pêk tînin.”

Hikmet El-Mesrî diyar kir ku rêjeya jinên bi dengdanê kursî girtine ji sedî 23 ye, ev jî nîşan dide ku jinan kotaya herî kêm ku ji sedî 21.8 ji lîsteyên hilbijartinan e parastine  her wiha ev yek girîngiya kotaya jinan di parastina kursiyên di meclisên îdarî yên meclis û şaredariyan de ji bo jinan hatine diyarkirin nîşan dide.

“Di lîsteyan de wêneyên jinan hatin qedexekirin”

Der barê sedemên nebûna wêneyên jinan di lîsteyên hilbijartinan de jî Hikmet El-Mesrî got: "Nenebûna wêneyên jinan di lîsteyan de ji ber sedemên siyasî ye, ji ber ku hin lîsteyên hilbijartinan di nava bîr û baweriya xwe ya siyasî de ne, weke qedexekirina xuyangkirina wêneyên jinan di kampanyayên hilbijartinan de.”

“Pêwîst e jin bi rêjeyek ne kêmtirî ji sedî 30 di qadên biryardanê de cih bigrin”

Hikmet El-Mesrî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Yek ji peymanên navneteweyî yên ku beşdariya jinan dike, Peymana Pekînê ye ku di sala 1995’an de ket meriyetê û diyar kir ku pêwîst e jin di cihên biryardanê de cih bigrin bi rêjeyek ne kêmtirî ji sedî 30 be ev yek. Her çend ev konferans, beriya çend salan hatibe lidarxistin jî heta niha qanûn nehatiye bicihanîn. Ji ber ku rêjeya temsîliyeta jinan li gorî sîstema kotayê tenê  ji sedî 20 e. Jixwe di sala 2014'an de, Desthilatdariya Niştimanî tevli Peymana Neteweyên Yekbûyî bû ku bi navê Peymana Rakirina Hemû Cêwaziyên li Dijî Jinan CEDAW tê naskirin bêyî ku xalên wê ji hev veqetîne.