"Rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî û yên mafên mirovan deyndarê gelê Kurd in"

Endama Meclîsa Edaleta Jin Felek Yusif, bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê wiha dinirxîne: "Dewleta tirk tevî ku hevpeymana qedexekirina çekên kîmyewî îmze kiriye, bend û rêgezên wê binpê dike.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li tevahî cîhanê di 1993’an de li paytexta Firansa Parîsê hevpeymana qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî hat îmzekirin. Bi erêkirina 193 dewletên Rojhilata Navîn, Ewrupa, Asya û Emerîka hevpyemana ku ji 24 bendan pêk tê,  di 29’ê Nîsana 1997’an de ket meriyetê.  Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî (Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons) ku navenda wê li Holanda ye xwe li ser du rêgezên bingehîn bi rêxistin dike. Rêgeza yekem nenavendîbûna karektera piralî ya hevpeymanê, ya duyem jî pêkanîna hemû bendên hevpeymanê bi rengekî wekhev li ser hemû dewletan. Tevî ku dewleta tirk yek ji îmzekerên hevpeymanê ye, lê em dibînin ku ew bi xwe binpêkirinan dike û bêdengiyek li hember wê heye. Êrîşa destpêkê ya bi çekên kîmyewî di 1988`an de li Helebçeyê ji aliyê rêjîma Sedam Hisên ve hat bi kar anîn, pişt re dewleta tirk ji 1997`an heta roja me ya îro di êrîşên xwe yên li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Hemû êrîş hatine belgekirin û ji aliyên pêwendîwa re hatine şandin, lê Tevî vê yekê jî hesabdayin tune ye.   

Endama Meclîsa Edaleta Jin ya Herêma Firatê Felek Yûsif behsa êrîşên kîmyesal yên li ser Gelê Kurd kir û zêtir ev mijar şîrove kir û bi mere parve kir.

Felek Yusif di destpêka axaftina xwe de behsa hevpeymana qedexekirina çekan kir û got: "Em weke gelê Kurd ema ku behsa çekên kîmyawî dikin, yekser navê Helebçe tê bîra me. Weke tê zanîn di komkujiya Helebçe yê de bi hezaran zarok, jin û mêr ji aliyê rêjîma Sedam li Îraqê rastî qirkirineke hov hatin. Hemû hêz dizanin ku bikaranîna çekên kîmyawî qedexe ne, ev hevpeyman di 1993`an de li Firansayê bi erêkirina zêdetirî 100 dewletan hat îmzekirin. Bi vî rengî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî hat damezrandin ku erka wê qedexe hemû cureyên çekên kîmyawî ye û cezakirina hêzên bi kar anîn e."

“Rêxistinên navdewletî bi berpirsiyariya xwe ranabin”

Felek Yûsif bikaranîna dewleta tirk ji çekên kîmyewî  re  nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir:  "Mixabin me weke Gelê Kurd û tevahî Rojhilata Navîn heta roja îro tu kar û xebatên cidî ji aliyê rêxistinên navdewletî  ve nedît. Ev jî rexneye ku ew bi erk û berpirsyarên xwe yên li hember Gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Sûriyê ranabin. Zarokê bi navê Mihemed yê ji Serêkaniyê ku ji bo dermankirina birînên xwe yên encamên şerê sîlahên kîmyesal derbasî Firansayê bû, yek ji mînakên vê bêdengiyê ye. Her wiha em hemû şahidiya bikaranîna dewleta tirk ji çekên kîmyawî li Başûrê Kurdistanê dikin. Şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê li hember hêza ku welatê me dagir dike û rojane gelê me qetil dike, şer dike û li berxwe didin. Ciwanên me parastina mafê xwe yê rewa, erdîngarî, çand, dîrok û hebûna xwe dikin. Ev şervan bi êrîşên kîmyawî re yên dewleta tirka faşîst rû bi rû dimînin, lê mixabin careke din bêdengiyeke mezin û hesabnexwestin ji aliyê berpirsyar û hêzên hegemon ve dernakeve holê. Ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve çekên kîmyewyî hatin bikar anîn, lêpirsîn di derbarê vê yekê de vebû û hewildanek çêbû lê ev yek heta kîjan astê rastiya wê heye û dê Rêjîma Sûriyê ceza bibe ne diyar e."

“Hêzên hegemon li dijî kurdan bûne yek”

Felek Yûsif di domandina axaftina xwe de behsa lewaziya rola rêxistinên mafên mirovan kir û tişt got: "Ev Rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî û rêxisitnên ku weke parezvanên mafê mirovan û gelan xwe nîşan didin bi tu rol û misyonê ranebûn. Di şoreşa me de gelek ked û temen hatin dayîn û niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedaniyeke mezin  pêk tê, lê hêzeke ku bi rastî li kêlek me bisekine û parastina van pêkhateyan bike me nedît. Her wiha hêzên ku qaşo li ser axa me ji bo ewlehiya gerantor in tu rolê na lîzin, berovaj her dem çiraya kesek ji bo hêzên dagirker mîna Tirkiya, Rêjîma Sûriyê û komên çete re pêdixin."

“Berxwedana li tevahî Kurdistanê tê kirin, berxwedaniyeke hevpare”

Felek Yûsif sekna Gelê Kurd li dijî hemû êrîş û binpêkirinên dagirkeran anî ziman û wiha bi dawî kir: "Berxwedana li tevahî Kurdistanê tê kirin, berxwedaniyeke hevpara û ev rihê têkoşîna Gelê Kurd e. Şervanên me heta dawiyê fedekarî û qehrematiyê dikin û tu carî ji çekên NATO yê ku ji aliyê dewleta tirk ve tên bi kar anîn, natirsin. Emê parastina mafê xwe û mirovahiyê tevahî bikin. Divê rêxistinên ku bi qedexekirina çekên kîmyewî  û mafê mirovan re mijûl dibin xwe deyndarên vî gelî bibînin. Pêwîste helwest, bertek, daxuyanî û hwd li hember êrîşên dewleta tirk yên kîmyewî nîşan bidin. Heta niha van rêxisitanan ji bo Gelê Kurd tiştek nekirin, lê hêviyên me hene ku xwedî li erka xwe derkevin. Heger ev hêvî pêk neyên me weke Gelê Kurd helwesta xwe diyar kiriye ji bilî têkoşînê li pêşiya me tune ye."