“Dê gel li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo xwedî helwest be”

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Rûken Ehmed der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku dê gel li hemberî vê tecrîdê xwedî helwest be.

FEREH DAWÛD

Qamişlo- Desthilatdar bi salan xebitîn ku Rêber Apo dîl bigirin, ev nêzî 23 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji 15’ê sibata 1999’an heta roja îro Rêber Apo dîl tê girtin.  Tevî hemû şert û mercên zor û zehmet jî ew her dem bi gel û Tevgera Azadiyê re bi fikir û ramanê xwe  re jiyaye û xebatên xwe di asta herî jor de daye meşandin ku ev tecrîda li ser wî wekî tecrîdeke li ser tevahiya mirovahiyê tê pênasekirin. Der barê vê mijarê de, Hevserok Tevgera Civaka demokratîk Tev-Dem Rûken Ehmed nêrîna xwe bi me re parve kir.

“Rêber Apo ji bo aştiyê 40 salan tekoşîn da meşandin”

Rûken Ehmed diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê 40 sal tekoşîn daye meşandin û wiha got: “Tecrîda girankirî ya ku li hemberî Rêber Apo tê meşandin, bêmafiyeke herî mezin e. Her girtiyek ji mafê wî ye ku hem bi parêzerê xwe re hem jî bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Mixabin ev yek li gel dewleta tirk ne derbasdar e û her ku diçe tecrîdê li ser wî girantir dike. Em vê kiryarê wekî bêmafiyê dibînin ku îro ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê Rojhilata Navîn û mirovahiyê hatiye dîlgirtin di navbera çar dîwaran de. Rêber Apo ji bo aştiya di navbera gelan de û yekbûna di navbera wan de li ser esasê hevgirtina gelan 40 salan têkoşiya. Ev 23 sal in Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin û di hundirê girtîgehê de gelek projeyên ku ji bo cîhanê tevahî feydeya wê herî mezin e ava dike her wiha li dijî bêmafiya ku li ser civakê tê meşandin disekine.”

“Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye”

Rûken Ehmed destnîşan kir ku çareseriya krîz û aloziya li Rojhilata Navîn bi pergala neweta demokratîk pêkan e ku afirînerê vê pergalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Dewleta tirk di dawiya sedsala Lozanê de dixwaze împaratoriya xwe careke din vegerîne. Dema ku Rêber Apo azad bibe wê van pirsgirêkan bi giştî çareser bike, pêwîst e ev tecrîd were rakirin ji ber ku kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye. Berpirsyariya xwedîderketina li nirxên Serok Apo ne tenê ji Gelê Kurd tê xwestin, ji hemû netew û pêkhateyan tê xwestin ji ber ku Rêber Apo, rêberê tevahî gelan e. Îro di şerê navbera Ûkrayna û Rûsyayê de îsbat bû ku nêzî 40 sal in Rêber Apo dibêje ev şerê cîhanê yê sêyemîn e û ev şerê cîhanê yê sêyemîn jî wê navenda wê Kurdistan be û çareseriya wê jî li Kurdistanê dê pêk were.”

“Şerê ku tê meşandin di navbera desthilatdarî û îradeya civakê de ye”

Rûken Ehmed got ku ev şer dikeve xizmeta desthilatdariyê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Rola Rêber Apo ya girîng di dirêjahiya 40 salan de di milê şiyarkirina gel de li hemberî desthilatdariyê pir girîng e. Şerê ku îro tê meşandin, dikeve xizmeta desthilatdariyê de. Di sedsala 21’ê de şerê ku tê kirin ne şerê di navbera dewletan de ye, ev şerê di navbera desthilatdarî û îradeya civakê de ye. Pir zelal e ku berî 20 salan Rêber Apo digot ev şerê têkbirina desthilatdariyê ye û serkeftina civakê ye. Gelekî girîng e ku civak jî bizanibe xwe baş bi rêxistin bike, wê têkbirina desthilatdariyê di sedsala 21’ê de civak bi ser bikeve û rola Kurdan sereke ye ku rola xwe di vî şerî de bilîzin û ne tenê di van şeran de hem di milî siyasî û civakî de. Azadkirina Rêber Apo jî wê çareserî bi xwe re bîne,em bangî tevahî civakê dikin ku li hemberî van şeran xwedî helwesteke gelekî mezin bin ji ber ku ev şer nakeve xizmeta civakê. Divê ku jin li hemberî vî şerî xwedî helwest bin, ciwan û gel bi rola xwe rabin û em bang dikin ku hemû gel li ser piyan bin.”