Pervîn Buldan: Werin em 1’ê Gulanê veguherînin civîna herî mezin a dîrokê

Pervîn Buldan, jinên kedkarên herî mezin ên cîhanê vexwend qadên 1'ê Gulanê û wiha got, "Em bi coş, ruh û tevlibûna 8’ê Adarê û Newrozê 1’ê Gulanê pîroz bikin"

Enqere- Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya HDP'ê li hev civiya. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axaftina vekirinê ya civînê kir, bi silavkirina jinên li girtîgehan dest bi axaftina xwe kir. Pervîn Buldan da zanîn ku êşa hemû jinan wekhev û wiha got: “Êşa me ya hevpar, pirsgirêka me ya hevpar têkoşîna me ya hevpar e. Têkoşîna Fehîme Poyraz a dayika Denîz Poyraz ku çû doza Pinar Gultekîn û bi dayika Pinar re hevkarî kir, jinên ku ji bo dîtina Gulistan Doku, cezakirina kujerê Îpek Er, serbestberdana Aysel Tugluk, gihîştina edaletê ya Emîne Şenyaşar, bi qîrîna hevpar hatin cem hev dê teqez edaletê bînin vî welatî, vê axê. Em jin dê axên ku veguherîne çolê, ji nû ve şîn bikin, ruh bidin vê erdnîgariyê û bidin jiyîn.”

Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em civînên Meclisa Jinan di pêvajo û hawirdoreke ku qeyran û rûxandina desthilatdariya mêr a kujer her diçe kûrtir dibe de li dar dixin. Kûrbûna xizaniyê êdî veguheriye rastiya belengaziyê. Em vê di pratîk û pêkanînên desthilatdariyê de dibînin. Aşxaneyên ku agir lê zêde dibû, ciwan, jin, bi milyonan di bin barê giran ê bêkariyê de pelçiqandin. Karmend û kesên malnişîn ên ku hatina wan têra lêçûnên wan nake, vê hawirdora bextreş di rewşa xwe ya herî şelandî de dijîn. Li gel vê rastiya gel jî rêveberiya qesrê bêyî ku şerm bike û bêzar bibe, her roj derewan ji gelê Tirkiyeyê re dibêje ku aborî mezin bûye û wê mezin bibe. Em feqîr bûne, xizan bûne, birçî mane, em nikarin bixwin, em nikarin hilberînin. Dengê wan ji her quncikekî Tirkiyeyê deng dide. Feqîriya kûr herî zêde li ser jinan e. Bi siyaseteke pir bi zanebûn jin mehkûmî xizaniya mutleq dibin.

“Mebesta hikûmetê aboriyek heta tu bibêjî xirab bêwijdan û nediyar e”

Yên ku fermanê didin xelkê ku porsiyonên xwe kêm bikin û bi nanê hişk têr bibin, ji nanê jin û gelan didizin û desthilatdariya xwe fînanse dikin. Haya me ji vê yekê jî heye. Li malê, li kargehan, li atolyeyan, di perwerdeyê de, di tenduristiyê de ji bo keda wan ji yên ku hilberînê dikin, tê dizîn. Mebesta hikûmetê ji mezinbûnê ev e, aboriyeke wisa heta tu bibêjî, bêwijdan û nediyar.

“Em ê aboriya mêrê talanker qebûl nekin”

Helbet haya me jinan ji vê pergala aborî ya hovane, vê fermana talankirinê heye. Em ê tu carî vê aboriya mêrê talanker qebûl nekin, em ê tu carî vê aboriya zilamê talanker ku mezin dibe qebûl nekin. Em ê bi biryar têkoşîna xwe bidomînin. Em ê tiştên ku ji destên me hatine dizîn yek bi yek bistînin. Weke her qada civakî, em ê di qada aboriyê de jî modeleke wekhev, adil û zelal pêk bînin.

“Em bi gavên xurt dimeşin”

Ger li vî welatî pergalek demokratîk ava bibûya, pirsgirêka kurd çareser bibûya, mafên nasnameyên cuda hatibûn bidestxistin, rûbirûbûneke rasteqîn pêk hatiba, aştiyeke bi rûmet pêk hatiba. Em weke siyasetmedarên jin ên HDP'ê baş dizanin ku destkeftî di demokrasiyeke xurt, wekheviya tam, pergala edaletê ya rasteqîn, çareserkirina pirsgirêkên sedsalan û aştiyeke mayînde de ye. Bi vê hişmendî û prensîban em ketin rêyekê, me rêyek vekir û em bi gavên xurt li ser wê riyê bimeşin.

278 jin hat qetilkirin

Şîdeta li ser jinan a ku ji ber newekheviya zayendî bi pêş dikeve, roj bi roj zêde dibe. Li welatê me rojane herî kêm 4 jin ji hêla mêran ve tên qetilkirin. Dema Peymana Stenbolê hat betalkirin 278 jin hatin qetilkirin û 235 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev wêne ne qezayek e, ne îstatîstîkek şewbê ye, ne jî komkujiyek şerê girseyî ye. Ev wêne wêneyê felaketê ye ku bloka mêran a AKP-MHP’ê ji bo jinan pêşkêşî dike.

Doza girtina KCDP: Em ê bêdeng nemînin

Her wiha ji bo serweriya vê tabloya tarî li dijî me jinan êrîşeke topyekûn heye. Ji ber têkoşînê her roj bi hezaran hevalên me tên girtin û tên darizandin. Binêrin, di sê mehên dawî de tenê li Amedê der barê 200 jinan de lêpirsin hatiye destpêkirin. Niha jî ji bo girtina Platforma 'Em ê cînayetên jinan rawestînin' doz hat vekirin. Ev doz êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye, bi operasyonan jinan dikin hedef. Ez ji vir hestên xwe yên hevgirtinê radigihînim platformê. Em ê bi hev re dijberiya xwe bi xurtî nîşan bidin. Bi vê minasebetê ez careke din ji hemû jinan re dibêjim ku pêwîst e ku em bi hişmendiya girîngiya yekitiya jinan û têkoşîna hevpar tevbigerin. Hikûmeteke ku ewqas ji me ditirse, baş dizane ku bi hêz û têkoşîna me ya hevpar wê winda bike. 

"Dosyayên wan ên sexte di destên wan de teqiya"

Dîsa di operasyona ku weke pêla duyemîn a Doza Komploya Kobanê dabûn destpêkirin de hevalên me bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin. Îcar li ser çi? Li gorî zagona hejmar 6415’an. Ji ber vê yekê, vê hikûmetê berê ev qanûn ji bo çi armancê bi kar anî? Em lê dinêrin û em rastî rewşek ku qet ne sosret e tên. Hikûmeta AKP'ê bi vê qanûnê mal û milkên çeteyên DAIŞ'ê yên cemidandibûn dîsa li xwediyên wan vegerand.

“Armanca wan a sereke mirovahî ye”

Qanûn heman qanûn e. Lê dema mijar dibe Kurd, jin û pêkhateyên siyaseta demokratîk, ev qanûn di destên hikûmetê de dibe şûr. Dema mijar dibe DAIŞ ku rêxistina herî hov a ku heta niha ji aliyê cîhanê ve hatiye qebûlkirin, bi qanûnên heyî DAIŞ’ê ji nû ve zindî dikin. Hîn jî destekê didin DAIŞ’ê, bi heman qanûnê hewl didin alîkariyên mirovî yên ku ji Kobanê re hatine dayîn, sûc nîşan bidin. Armanca wan a sereke mirovahî ye. Yên ku alîkariyên mirovî dikin hedef di warê nirxên mirovahiyê de pirsgirêkên wan ên mezin hene.

“Cizîr cihekî têkoşînê ye”

Hefteya borî jî di serdegirtina avahiya navçeya me ya Cizîrê de hema hema avahiya me hilweşandin. Cizîr cihekî têkoşînê yê qedîm e. Ji hêrsa xwe êrîşî vê rastiyê dikin û tune dikin. Hewl didin sûcên li dijî mirovahiyê yên li Cizîrê kirine bi sûcên nû veşêrin. Lê em ne ew gel in ku li talanê temaşe bike. Tevahiya şevê jinên leheng ên Cizîrê li ber avahiya navçeya me rûdiniştin, nobet digirtin, stran digotin. Gotin 'Em li dijî çewisandina we li vir in, em natirsin, em te dişopînin.' Ez hezkirin û hurmeta xwe ji bo gel û jinên leheng û qehreman ên Cizîr û Botanê re dişînim. Silav li dengê wan ê xweş, stranên wan ên, têkoşîna bi biryar a demokratîk.

“Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyê”

Mijareke din a ku ez dixwazim balê bikşînim ser girtîgehên ku veguherîne îşkencexaneyê ne. Tecrîda li derveyî mirovahiyê têrê nake, binpêkirina mafan têrê nake, bi raporên derewîn ên ATK’ê îşkence li girtiyên nexweş ên giran dikin û dibin sedema mirina wan, înfaz têrê nakin, îşkenceyên giran ên fizîkî li girtiyan dikin. Çawa ku her roj jin tên qetilkirin, hema hema her roj jî cenaze ji girtîgehan derdikevin. Her çend ev mirin weke gumanbar tên binavkirin jî şopên îşkenceyên giran ên li ser cenazeyan jî gumanan ji holê radike. Şopên dawî yên li ser cenazeyê Ferhan Yilmaz di rastiyê de her tiştî pir zelal nîşanî me dide. Ji bilî vê, ew têrê nakin. Em dibînin ku îşkence li cenaze kirine û em şahidên vê yekê ne. Em bi zîhniyeteke ku wesayîda cenaze jî nade re, em bi zîhniyeteke ku rê li ber bicihanîna wecîbeyên olî yên cenazeyan digire re rû bi rû ne.

"Tiştên ku li Aysel Tugluk tên kirin polîtîkaya dijminatiyê ye"

Li hemberî bangên ku ji çar aliyên cîhanê yên ji bo Aysel û girtiyên nexweş tên kirin jî polîtîkayeke bi zanebûn a dijminatiya jinan û Kurdan tê kirin tê meşandin. Haya me ji vê heye. Lê em siyaseta dijminatiyê nameşînin. Em ji bo heqîqet û edaletê têdikoşin. Ev polîtîkaya dijminatiya li me, gelê me, jin û girtiyan teqez wê li pêşberî edaleta rast û di wijdanê mirovahiyê de hesab bide. Ez ji vê civîna Meclisa Jinê careke din diyar dikim ku em ê li her derê û her demê bi awayekî herî xurt û bi hêz hemû rêhevalên xwe hembêz bikin. Her rêhevalek me parçeyek ji me ye, nirxa me ye, rûmeta me ye. Ez ji vir silaveke xurt ji girtîgehan re dişînim.

"Ez edaleta ku nayê baş dizanim"

Hefteya borî em bi hevalên xwe re çûn serdana çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya dayika Emîne Şenyaşar. Me sifra fitarê, êş û îsyana wê parve kir. Hevjîn û zarokên dayika Emîne ji destên wê girtin. Em ji destpêkê ve bûn şahid û şopdarên vê kiryara hovane û neheqiyê. Lê ji xeynî vê, weke jineke ku rastî heman zilmê hat û hevserê xwe winda kir, ez dizanim ku mirov nikare behsa dayika Emîne bike û edaleta ku nayê canê mirov çawa aciz dike. Ez, dayika Emîne û gelek jinên din di heman agirî de şewitîn. Me li dijî neheqiya heman zaliman serî hilda. Li Qada Galatasarayê rûniştim, niha dayika Emîne li ber Edliyeya Rihayê rûniştiye. Bi heman êşa hevpar û heman daxwaza hevpar. Pêdiviya mirov bi edaletê ji xwarin av an jî nan zêdetir e. Dayika me Emîne Şenyaşar di vê meha Remezanê de li gel Ferît Şenyaşar ku hem kurê wê ye, hem jî rêhevalê wê ye  bi duaya spasdariyê, bi duaya edaletê rojiya xwe digire.

“Jin dê bi têkoşînê ruh bidin jiyana ku veguheriye çoleke zuha”

Ez dixwazim li vir careke din dubare bikim. Êşa me ya hevpar, pirsgirêka me ya hevpar têkoşîna me ya hevpar e. Têkoşîna Fehîme Poyraz a dayika Denîz Poyraz ku çû doza Pinar Gultekîn û bi dayika Pinar re hevkarî kir, jinên ku ji bo dîtina Gulistan Doku, cezakirina kujerê Îpek Er, serbestberdana Aysel Tugluk, gihîştina edaletê ya Emîne Şenyaşar, bi qîrîna hevpar hatin cem hev dê teqez edaletê bînin vî welatî, vê axê.

“Divê em têkoşîna xwe zêdetir bi rêxistin bikin”

Li pêşiya me hilbijartina pêşwext heye. Li welatên demokratîk partiyên siyasî bi xebatên xwe yên hilbijartinê û xebatên xwe yên rêxistinî amadekariya hilbijartinan dikin. Lê AKP-MHP amadekariyên xwe li ser esasê êrîş û plansaziya astengkirina amadekariyên HDP’ê dikin. Ji ber ku dizanin astengiya herî mezin a li pêşiya wan îradeya xurt û îradeya xurt a HDP’ê ya jinan e. Bi vê hişmendiyê divê em têkoşîna xwe zêdetir bi rêxistin bikin û bigihîjin her ji jina ji ve aliyê welat heta aliyê din.

“Dem hatiye ku em siyaseta xwe zêdetir mezin bikin"

Hûn berxwedêrên meclisa me ya jinan xwedî ked û kedeke mezin in. Bi taybetî jî di 8'ê Adarê û Newrozê de li her derê em bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û em li qadan bi milyonan li hev dicivin û kongreyên me yên ku em di salonên qelebalix de li dar dixin, civakeke ji mirovan e ku bi keda we hatiye xemilandin. Ji ber vê yekê ez spasiya hemû keda we dikim lê wek hûn jî dizanin ev hê destpêk e. Dem hatiye ku em siyaseta xwe zêdetir, bê rawestan, bê westandin mezin bikin.

Ji bo 1’ê Gulanê bang hat kirin

Bi ked û hewldana we, têkoşîn û keda jinan dara HDP'ê li her derê welat cih digre, şaxên wê belav dibin û şîn dibin. Jinên ku hewl tê dayîn di tarîtiya dîrokê de werin hiştin dê êdî bi HDP’ê re bibin pêşengên dîrokê. Ez bi hemû hişmendî û dilê xwe vê bawer dikim. Belê, heya 1’ê Gulanê demek hindik maye. Weke jinên kedkar ên herî mezin ên cîhanê, ez dibêjim bila bi coş, ruh û tevlibûna 8’ê Adarê û Newrozê 1’ê Gulanê bikin civîna herî mezin a dîrokê û em jin pêşengiya vê bikin. Bi van hestan ez we hemûyan bi hurmet û hezkirina xwe silav dikim û hêvîdar im di 1’ê Gulanê de careke din em we bibînin.”

Jinên ku axaftina Pervîn Buldan bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin, piştî daxuyaniyê derbasî civînê bûn.