"Li ser Şengalê planeke sêalî tê meşandin ji bilî me wê tu hêz çarenûsa me diyar neke"

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî rewşa Şengalê got: "Li ser Şengalê planeke hevbeş di navbera Hikûmeta Iraq, Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de pêk tê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bo guhertina rewşa Şengalê li gorî berjewendiyên xwe hevpeymanek di 9`ê Cotmeha 2020`an de îmze kirin. Ev du salin ku ev herdû hikûmet bi perespektîfên dewleta tirk hewil didin bendên vê hevpeymanê pêk bînin.

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê Emîne Bekir rewşa li Şengalê nirxand û diyar kir ku plana hevbeş a sêalî civaka Êzidî bi fermanên nû re rû bi rû dihêle.  

"Piştî Şengalê serxwebûna xwe bi dest xist planên nû li ser tên kirin"

Emîne Bekir di destpêka axaftina xwe de rewşa Şengalê û planên ku li ser wan hatine kirin bilêv kir û got: "Rewşa ku gelê Şengalê dijî, tevahî mirovahiyê şahidiya wê kir. Fermana ku çeteyên DAIŞ`ê anîn serê Êziyan di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, koçber bûn, hatin revandin û bi rengekî derexlaqî ji aliyê çeteyan ve hatin bikaranîn. Ev qirkirin di sedsala 21`emîn de xaleke reş e li ser eniya mirovahiyê. Piştî vê fermana hov gelê Şengalê hêz û vîn xwe komî ser hev kir. Rêveberiya xwe ya Xweser û hêzên xwe yên parastinê ava kir. Êzidî bi sedsalan e bi tunekirin û qirkirinê re rû bi rû dimînin, ji ber vê ev rêveberî bersiva li hemberî 74 fermanan e. Jixwe Şengal piştî 2003`an li aliyekî mabû, Iraq û Başûrê Kurdistanê xwedî lê derneketin. Ev yek di dema êrîşa DAIŞ`ê de bi rengekî şênber eşkere bû. Hemû alî dizanin ku kîjan hêzan di 2014`an de piştgiriya gelê Şengalê kirin, alîkarî dan û ew rizgar kirin. Niha jî hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê dixwazin hêz, vîn, rêveberî û baweriya Êzidiyên Şengalê ji holê rakin û wan vegerînin rewşa beriya 2014`an."

"Dixwazin Şengalê ji niştecihên wê yên resen vala bikin"

Emîne Bekir di domandina axaftina xwe de armanca êrîşên li ser Şengalê wiha anî ziman: "Pêwîst e civaka navneteweyî ji bo Şengalê bi erk û berpirsyariyên xwe rabe. Armanca hikûmeta Iraq, Başûrê Kurdistanê û dewleta tirk jî di nav de ew e ku projeya Rêveberiya Xweser ji holê rakin û herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bikin. Lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de li ser heman bingehê ye. Di nava vê pêvajoyê de gelê Şengalê çarenûsa xwe hilbijart û biryara xwe da. Li ser tevahî gelên ku li Kurdistanê dijîn, heman polîtîka tên meşandin. Siyaseteke wisa ye ku dixwazin di sedsala 21`emîn de, wekî di dîrokê de çêbûye, يثixwezin di sedsala 21`emîn de i sedsala 21`emîn de lîtîka tê meşandin. ehê ye.  tişt e.  rizgarkirin. dirêj yên parin û firotigelê ji vê erdîngariyê bi heman bûyerên berê çêbûne re derbas bikin. Çawa ku di sedsalên berê de Kurdistan kirin çar perçe, ew ji pêkhateyên wê yên resen vala kirin û di nava hev de parve kirin, di roja me ya îro de heman hewldan tên kirin ku di sedsala nû de dîrokê dubare bikin."

"Em ê xwedî li hev derbikevin û çarenûsa xwe diyar bikin"

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê Emîne Bekir destnîşan kir ku hêzên hegemon hewl didin temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin û bi vê nirxandinê dawî li axaftina xwe anî: "Me weke gelê Kurd û hemû pêkhateyên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn, pergaleke demokratîk ava kiriye. Armanca me ew e ku vîna gelan bi ser bikeve û di hudirê pergala desthilatdar a bi hezaran salan de civak bibe çavkanî û bingeh. Hêzên hegemon û desthilatdar derfetê nadin vê yekê û ew hemû rêbazan bi kar tînin da ku desthilatdariya wan têk neçe. Ji nû ve tevgera çeteyên DAIŞ`ê û tevgera wan diyar dike ku ev hêz dixwazin rihekî nû bidin DAIŞ’ê da ku temenê vê aloziyê dirêjtir bikin. Li ser vê bingehê banga me ji gel û hêzên ku li rex van rêveberiyan sekinîn û destek danê re heye divê ku di sedsala nû de bûyerên ku çêbûn, dubare nebin. Divê em rê nedin vê hişmendî û desthilatdariyê ku li ser me serdestiyê çêbike û çarenûsa me diyar bike."