“Tevlîbûna jinan a siyasî li Lîbyayê ji bo pêşxistina wekheviyê gaveke erênî ye”

Jinên siyasetmendarên Lîbyayî diyar kirin ku tevî Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî Ebdulhemîd Dabaiba soza xwe ya berê ya dayîna ji sedî 30 nûneriya jinan di nava hikûmeta xwe de bi cih ne anî.

 

HINDIYA EL-UŞEYBÎ

Lîbya - Di înîsiyatîfa ku ji bo zêdekirina tevlêbûna jinan di jiyana siyasî de li Lîbyayê gaveke baş hat dîtin de, Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî Ebdulhemîd Dabaiba, ji 35 payeyan tenê 5 jin di wezaretê de peyîwirdar kir.

Di nav 5 jinên ku ji aliyê Serokwezîrê Hikûmeta Yekitiya Niştimanî Ebdulhemîd Dabaiba ve ji bo payeyên wezartê hatine wezîfedarkirin, parêzer û çalakvana siyasî Necla El-Manqoush payeyek serwerî ya ku Wezareta Karên Derve temsîl dike wergirt. Necla El-Manqoush bi jêhatîbûnên xwe karî peywendiyên navneteweyî yên welat bi hemû cîhanê re nû bike. Ev tevlêbûn her çend hindik be jî, ji bo tevlîkirina jinan di pêvajoyên bilind ên siyasî yên welat de gaveke girîng e. Jin di avakirina civakan de û pêkanîna guhertinên pêwîst ên geşedan û avakirinê de roleke xwe ya çalak heye, lê ev rol bi gelemperî tenê bi saziyên xizmetguzarî an jî yên taybet bi jinan û komên xizan re sînordar e.

“Di nûneriyê de cih nadin nêrîna jinan”

Li ser rola jinan di avakirina hikûmetê de jî Seroka Navenda Waşam a Lêkolînên Jin Abeer Amneina ji ajansa me re diyar kir ku tu rola jinên Lîbyayî di avakirina hikûmetê de, yan jî bi zelalî di çêkirina biryaran de di desthilata cîbicîkar û yasadanînê de an di nav avakirina hikûmetên li pey hev ji destpêka şoreşê ve hatine avakirin nîne. Abeer Amneina got ku heta hebûna jinên payebilind an şêwirmendan di saziyên cihêreng de li Lîbyayê gelek lawaz e û tu diyardeyên beşdarbûn û tevlêbûna jinan di pêvajoya biryardanê de heta niha nehatiye dîtin. Abeer Amneina bal kişand ser rola civaka sivîl û rêxistinên wê di çaksazkirina sîstema yasayî li welat de ku beşdariya jinan di saziyên giştî de yan di desthilatên cîbicîkar û yasadanînê de bi hêza qanûnê garantî dike.

“Hewceye jin di peryîwira xwe de bibandorbin û cudahiya xwe nîşan bidin”

Seroka rêxistina Miras ji bo Geşedana Siyasî Besma El-Werfalli jî amaje bi wê yekê kir ku ger di aliyê siyasî û civakî de rola tê xwestin bidin jinan, jin dikarin bi awayek berçav beşdariyê di avakirina hikûmeta Lîbyayê de û pêşketina hikûmetê di warê aborî de bikin û beşdarbûna di derxistina yasayan de ku rola jinê zêdetir radixe ber çavan. Ji wan faktorên alîkariya jinan dike ku rola xwe diyar bike ew e xwedî îmkan û jêhatîbûna têrker be ji bo derbaskirina kêşeyên ku wek jin pê re rû bi rû dimîne.

Li ser beşdarbûna jinan di hikûmetên berê de jî Besma El-Werfalli piştrast kir ku rola jinan tenê di aliyê civakî de ye, wekedin di merceyên biriyardanê de pir cih ji jinan re nayê dayîn. Besma El-Werfalli bang li jinên Lîbyayî kir ku beşdarî xebatên siyasî û merceyên biryardayînê bibin û rola xwe bi xurtî derxînin di dema hebûna xwe ya di meqamên cîbicîkar û qanûnî de her wiha erkên ku ji wan re hatiye dayîn bi awayekî bibandor bi cih bînin, da ku bi saya cihên serwerî yên ku digrin bigihin serkeftinê.

Rojnemevana Lîbyayî Nesma El-Şerîf jî tekezî li ser rola mezin a jinan di pêkanîna guhertinên aborî, civakî û siyasî yên li welat kir û bal kişand ser wê yeke ku pêdivî heye civak rola xwe di perwerdekirina jinên ku di warê xwendinê de kêm dimîne bilîze û daxwaz ji jinan jî kir k udi bilindkirina hişyariya siyaset û aborî de xwedî rol bin û beşdarî xebatên siyasî bibin. Nesma El-Şerîf diyar kir ku jinên Lîbyayî aniha dikarin bi vekirina projeyên aborî yên biçûk û navîn ên ku bi girîngî beşdarî pêşketinê dibin re beşdarî pêşketina aborî ya welat bibin, bi taybetî li bajarê Bîngazî ku tê de hejmareke mezin a navend, şirket û projeyên ku ji aliyê jinan ve têne rêvebirin hene.