Leila Chikhaoui ji bo serokatiya Lijneya Rêvebiriya Fona Derya Spî hat hilbijartin

Wezîra Jîngehê ya Tûnisê Leila Chikhaoui ji bo serokatiya Lijneya Rêvebiriya Fona Derya Spî ya ji bo parastina jîngehê hat hilbijartin.

Tûnis - Lijneya Rêvebiriya Fona Jîngehê ya Derya Spî, Wezîra Jîngehê Leila Chikhaoui ji bo serokatiya fonê ku her sê salan carekê tê guhertin hilbijart. 
Leila Chikhaoui şûna serokê berê yê Fona Jîngehê yê Derya Spî Bernar Votirî şêwirmendê pirsgirêkên jîngehê û rêveberê Weqfa Mîr Monako yê Duyemîne ku bi parastina jîngehê re eleqedar e, girt.
Fonê platformek hevkariyê ya Derya Spî ku 15 endama ji 6 welatên Derya Spî dihewîne, ji bilî bernameyên herêmî yên civaka sivîl ku ji hêla Hikûmeta Monako, Weqfa Mîr Monako yê duyemîn, Fona Fransî ji bo Jîngeha cîhanî û Ajansa Pêşkeftinê ya Fransî tê piştgirî kirin. 
Wezîrê Tûnisî 12’ê Çileyê li gel hejmarek ji berpirs û endamên fonê beşdarî civîna virtual a Lijneya Rêveberiya fona Jîngehê ya Derya Spî bû û di civînê de got: "Hêvîdarim ku kar bi heman lez, kêrhatî û asta îqnakirinê bidome ku heta îro bûye alîkar ji bo serkeftina erkê Fona Jîngehê ya Derya Spî di parastina Derya Spî de."