"Divê muxalefet nekeve vê xefikê"

Siyasetmedarên jin biryara Komîsyona Amadekar a TBMM’ê ya rakirina parêzbendiya derbarê wekîla HDP'ê Semra Guzel nirxandin.

ELÎF AKGUL
Stenbol- Komîsyona Amadekar a ji bo rakirina parêzbendiya wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Guzel a ji 2 dosyayan hatibû avakirin, cara çaremîn kom bû. Komîsyonê bi piraniya dengan biryara rakirina parêzbendiya Semra Guzel da. Siyasetmedarên jin ên HDP’ê, Keskan û EMEP'ê biryara komîsyonê ya ku pêngava yekemîn a pêvajoya ku partiya mûxalefetê CHP'ê jî piştgirî da hikûmetê, ji ajasa me ra nirxandin.
“Gaveke plankirî û stratejîk e” 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê û Wekîla Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hikûmeta ku wêneyên mijara lêkolînê, ji bo parve bike 4 sal e daye sekinandin, “parvekirina wê ya di pêvajoya ku îtifaqek civakî ya li dijî hikûmetê mezin dibe, hilbijartinên pêşwext û nîqaşên girtina li dijî HDP'ê dewam bikin de, bi plan û stratejîk e.”
Ayşe Acar Başaran a ev şirove kir “Ev gaveke rast lê anînê ye û divê gelek encam jê bê derxistin” wiha got: “HDP ya ku tevî hemû zextan jî paşve gav navêtiye û qebûlkirina di nava civakê de zêde dibe heye. Me rojek ku binçavkirin tune be, partiya me neyê krîmînalîzekirin û neyê hedefgirtin, derbas nekir, lê tu hembera vê di civakê de nebû. Çareya dawî jî hewldanên girtina partiya me ye û ev gav jî ji bo piştgiriya vê hewldanê hat avêtin." 
"Ev êrîşek li dijî têkoşîna jinê ye" 
Ayşe Acar Başaran a diyar kir ku ev êrîş di heman demê de êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye û got, “Hêza herî mezin a ku divê bi ser bikeve, têkoşîna hevpar a jinan e. Ev jî gavek ji bo parçekirina jinan û parçekirina têkoşîna hevpar e" û anî ziman ku "gotûbêja beka" ya ji aliyê AKP'ê ve ji bo guhertina rojevê ya li dijî îtîraza hevpar a di nava civakê de li ser mijarên wekî aborî, demokrasî, politîkaya derve û ji bo cînayetên jinan hatiye avakirin.
“Divê CHP ji vê biryara xwe vegere”
Ayşe Acar Başaran a bi bîr xist ku biryar bi dengên endamên CHP û AKP’ê sewqî Komîsyona Hevbeş hatiye kirin, wiha axivî: “Em di pêvajoyek ku li ser parêzbendiyan tê nîqaş kirin re derbas dibin. Hevalên me bedelên mezin dan. Biryara binpêkirinê ya AÎHM’ê der barê 40 hevalên me yên ku Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ye, daye heye. Ev encamên biryara 'li dijî qanûna bingehîne, lê erê' ne. Di rastiyê de AKP hewl dide muxalefetê bixe xefikê. Piştgiriya muxalefetê ya ji bo vê hem tê wateya ketina nava xefika hikûmetê hem jî bûyina şirîkê vî sûcî ye. Em hêvî dikin ku di Komîsyona Hevbeş û Lijneya Giştî de vê xeletiyê sererast bikin.” 
"Hikûmet ji helwesta muxalefetê hêz digre" 
Cîgira Seroka EMEP'ê Selma Gurkan jî diyar kir ku hikûmet “li hemberî HDP'ê êrîşeke sîstematîk û berfireh” dimeşîne û wiha axivî: “Biryara di derbarê Semra Guzel de beşek ji van êrîşan e. Parvekirina wêneyê ku ev çar sal in tê rakirin, nîşaneya vê yekê ye. Ya herî xirab jî ew e ku muxalefet, ji bo rakirina parêzbendiya partiyên li meclîsê bi hikûmetê re hevkarî kiriye. Cihê ku îktîdara siyasî ji polîtîkayên sîstematîk, çewisandin û polarîzekirinê hêz digre ev helwesta muxalefetê ye. Rakirina parêzbendiyê desteserkirina mafê dengdanê û hilbijartina gel e. Wekîlekî ku hatiye hilbijartin ji ber ku "wêneyê wê heye" nikare ji erkê were girtin. Divê mafê paşve gazîkirina hilbijartiyan tenê yê gel be.” 
“Li dijî Destûra Bingehîn e”
Li aliyê din Hevseroka Partiya Kesk an Ozlem Teke jî diyar kir ku ew weke partiyeke ku "piştgirî didin di qada siyasî de têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan" li dijî hewldanên rakirina parêzbendiyan in. Ozlem Teke ya biryara binpêkirinê ya DMME'yê bi bîr xist, destnîşan kir ku di biryarê de hat destnîşankirin ku rakirina parêzbendiyan li dijî Destûra Bingehîn e. Ozlem Teke got, “Eger bi wêneyan encamek bê derxistin, hin wêne û axaftinên hin wezîrên AKP’ê di çapemeniyê de cih digirin. Dema ku derbarê wan de tu lêpirsîn nayê vekirin, çima di derbarê Semra Guzel de li dijî wêneyekî ku di pêvajoya çareseriyê de hatiye kişandin de lêpirsîn tê vekirin? Em difikirin ku ew bi îqlima siyasî ve girêdayî ye.”
Çi qewimî bû?
Wêneyên Wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Guzel bi endamê PKK'ê Volkan Bora yê di sala 2017'an de jiyana xwe ji dest da, di çapemeniyê de hat belavkirin, Semra Guzel diyar kiri bû ku Volkan Bora "nîşaniyê wê" ye û wêne "di pêvajoya çareseriyê de hatiye kişandin". Semra Guzel a diyar kir ku di dema kişandina wêne de tu têkiliya wê bi partiyeke siyasî re tunebûye û di derbarê wêneyê ku bi Volkan Bora re hatiye dîtin de heta niha derbarê wê de lêpirsîn nehatiye vekirin û diyar kir ku wêneyên ku tê texmîn kirin 5 sal berê hatine desteserkirin li dijî wê weke komployekê hatiye bikaranîn.
Biryar dê li Meclîsê de bikeve dengdanê
Ji ber wêneyê ji bo rakirina parêzbendiya Semra Guzel raporek hat amadekirin û Alîkarê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel diyar kiribû ku wêne “bi statuya wê ya wekîliyê re naguncawe” û got ku dê dengê 'erê' bikar bînin.
Komîsyona Amadekar a ku ji bo rakirina parêzbendiya Semra Guzel a ji du dosyayan hat avakirin, di civîna xwe ya çaremîniyê ya 3'ê Sibatê de bi piraniya dengan biryara rakirina parêzbendiya Semra Guzel da. Piştî ku biryar ji Komîsyona Hevbeş re bê şandin, dê li gorî encamê di Lijneya Giştî ya Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyeyê de bê dengdan.