Josephine Zgheib: Ez alîgira hemû kesên li Lubananê me

Ji sala 2010'an ve Josephine Zgheib di şaredariya Kfardebian de weke endama şaredariyê cih girtiye û der barê sedema tevlibûna karê şaredariyê de jî wiha got: "Armanc di destpêkê de jîngehparêzî bû, ji ber destdirêjiya li ser qadên xwezayî, ji sala 2008'an ve çêbûbû. Ez wê demê pê hesiyam ku şaredarî di nehiştina vê êrîşê de xwedî roleke sereke ye.

CAROLIN BAZZI
Beyrûd- Dr. Josephine Zgheib piştî ku li cîhanê geriya û çandên wê nas kir, di sala 2004'an de bi damezrandina komeleya "Beytî" vegeriya Lubnanê ji bo ku beşdarî xebatên civakî bibe. Her wiha xwe amade dike ku beşdarî hilbijartinên li pêş ên parlamentoyê bibe û nûnertiya Lubnanê ji bakur heta başûr bike.
Beytî mazûvaniyê ji her kesê re dike
Der barê Komeleya Beytî de Josephine Zgheib ji ajansa me re wiha got: "Min gera xwe ya li seranserê cîhanê bi dawî kir û di sala 2004'an de vegeriyam Lubnanê û min biryar da ku maleke ku tê de hemû kes û dostên ji welatên cuda yên cîhanê bigre vekim da ku "Beytî" ji bo her kesê bibe cihek. Me hewl dida em “Beytî" li welatên Ereb vekin ji bo ku pêwendî û hevaliyê bi hemû dewletan re çêbikin. Ji ber vê di sazkirina komeleyê de damezrînerên ji Tûnis, Urdun, Sûriye û Mexribê beşdar bûn. Me xwe amade dikir ku em "Beytî" li van dewletan vekin lê kuştina serok Refîq EL-Herîrî di sala 2005' an de gavên me rawestandin. Piştre şerê Tîrmehê di sala 2006' an de hat ku tevgera me asteng kir, ji ber vê me biryar da ku em li Lubnanê tenê bi cih bibin
Josephine Zgheib anî ziman ku armanca komeleyê ew e li ser bihêzkirina ciwanan di warê aborî de kar bike, wan li ser amadekirina tevlibûna zanîgehan perwerde bike. Her wiha hewl dane ku ji wan re derfetên kar li herêmên çiyayî biafirînin da ku li herêmên xwe bimînin. Di heman demê de li ser bihêzkirina jinan ji bo ku mafên xwe bizanibin û roleke sereke di navendên biryargirtinê de bilîzin dixebitin.
"Di navbera bihêzkirina jinan û karên pêşveçûnê de"
Der barê çawaniya bihêzkirina jinan de wiha got: "Me dewreyên perwerdeyê û semîner organîz kirin her wiha me ofîsa jinan ji bo hevkariya di navbera jinan û şaredariyê de saz kir bi mebesta perwerdekirina wan ku herêmên xwe di hemû beşên tenduristî, geştiyarî û perwerdeyê de geş bikin. Di heman demê de me dest bi gerê kir ji bo ku gel xweza û herêmên gundewar bibînin ku ev yek dihêle gel li herêmên xwe bin û serlêdaran bikşînin cem xwe.”
Lewre min di sala 2010'an de biryar da ku di şaredariyê de bi komek kesên dixwazin samanên xwezayî li Kfardebian de biparêzin têkoşîna siyasî bikim. Bi rastî jî em hatin hilbijartin û ketin meclisa şaredariyê. Me rêwîtiya xwe heta sala 2016'an berdewam kir û piştre bawerî bi me çêbû.” 
Josephine Zgheib anî ziman ku karê şaredariyê girîngî dide ser pêwendiya rasterast bi mirovan re û bal kişand ser hin projeyên ku ji dema tevlibûna şaredariyê ve hatine destpêkirin û wiha got: "Me Ofîsa Pêşxistina Jinan û yaneyên werzîşê saz kir, werzîşgehek vekir û festîvalên navneteweyî organîze kirin her wiha li ser gelek projeyên geşedanê ji bo herêmê em xebitîn.
 Namzediya ji bo hilbijartinên şaredariyan
Josephine Zgheib di sala 2018' an de ezmûna namzedbûna hilbijartinên parlamentoyê bi rê ve bir lê ew şansa wê tunebû. Îro jî wek namzeda herêma Kesrûan Cbeil ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên ku dê di 15’ê Gulanê de bên lidarxistin, ezmûna xwe dubare dike. Josephine Zgheib behsa cudahiya di navbera ezmûna sala 2018'an û îro de kir û got: "Atmosfera sala 2018'an ji ya îro cuda bû, ji ber ku em rastî bandorên lihevhatineke siyasî dihatin û li cem xelkê hêvî û bawerî hebû ku ev çîna siyasî dikare mafên wan bide wan. Digel ku me wê demê hişyarî dabû ku dê rewşa aborî xerabtir bibe û bihayê nanekî wê ji 10 hezar lîreyan derbas bibe lê wê demê kesê bawer nedikir.”
Josephine Zgheib wiha domand: "Di sala 2018'an de welatiyan roj bi roj fêm kirin ku neçar in koç bikin û heta dîtin ku alternatîfek ji vê desthilatdariya siyasî re heye. Piştre şoreşa 17'ê Cotmehê hat û ev desthilatdarî zêdetir ji holê rakir û gihîşt teqîna Beyrûdê di 4’ê Tebaxa 2020’an de ku xemsarî, lihevkirin û kota hemû faktorên ku bûne sedema teqîna ku bû sedem nêzî dused kes jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber vê yekê diviyabû di sala 2022'an de em di nava komek koalîsyonên niştimanî de ji bo hêzên guherînê yên ji dûr ve ber bi başûr ve bimeşin da ku em yek gotinê bibêjin û piştrast bikin ku guhertin tê.
Josephine Zgheib piştrast kir ku rêjeya hişyariya siyasî di nav welatiyên Lubnanê de zêde bûye û bi vî awayî ew dikare rûbirûyê tevahiya çîna siyasî bibe û biguherîne.
Josephine Zgheib kampanyaya hilbijartinên parlamentoyê bi bernameyeke hilbijartinê bi rê ve dibe ku kursiyek parlamenteriyê ji malbat û xizmekî xwe negirtiye û der barê bernameya xwe de jî dibêje: "Min bernameya hilbijartinê ne li ser esasê ferdî daniye lê belê ew piştî civîneke ku 350 kes ji niştecihên Kesrûan hatin cem hev û tê de me mijarên sereke gotûbêj kirin. Tişta herî girîng em dixwazin di bernameya xwe ya hilbijartinê de pêk bînin serxwebûn û bêalîbûna darazê ye. Veguherîna beşa aborî ji kirêdar bo berhemdar, bi taybetî bi piştgirîkirina beşên çandinî û pîşesaziyê. Spandina rêveberiya baş û otomasyona rêveberiyê ji bo zêdekirina rola hesabkirinê di rêveberiyên giştî de û pejirandina prensîba karîgeriyê di kar de.
"Jin bi hêz in lê pêdiviya wan bi derfetan heye"
Jin cihê xwe di bernameya hilbijartinê ya Josephine Zgheib de digrin û wê amaje bi wê yekê jî kir ku jin di çaksaziyên hilbijartinan de amade ne, ji ber ku pêwîst e çaksazî di zagona hilbijartinan de bê kirin, ji ber ku ev zagon ne rewa ye û rê nade kesên şareza ji bo parlamentoyê.
Josephine Zgheib teqez kir ku hebûna jinan pêwîst e lewre daxwaza kotayek ji bo jinan di zagona hilbijartinan de dikin û divê derfet bidin jinan ku bigihîjin cihên biryardanê. Ji ber ku pêwîstiya wan bi bihêzkirinê tune ye jixwe ew bi hêz in lê belê hewceyî derfetan in. Qanûna Lubnanê ji sala 1953'an vir ve mafê dengdanê û namzediyê dide jinan lê derfeta rast nehat dayîn û derket holê ku hemû soz derew in.
Josephine Zgheib li dûrî herêma xwe ya Kesrûanê ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê berendam e, kursên perwerdeya hişyariyê li dar dixe û li ser vê yekê dibêje: "Eger ez di hilbijartinan de bi ser bikevim, navê min dê bibe nûnera Lubnanê, her çend ez namzed im ji bo Kesrûan lê ez nûnera Kesrûan û hemû Lubnanê me û ev dirûşma min a sereke ye. Ez alîgira hemû gelên Lubnanê me û zagonên ku ez ê pêşniyar bikim an deng bidim ji bo hemû Lubnaniyan in.”
“Ji bo avakirina hikûmetê divê em bi rola xwe rabin”
Josephine Zgheib diyar kir ku ew piştgiriya hebûna partiyan dikin ji ber ku bêyî partiyan nikarin bigihîjin demokrasiya rasteqîn û wiha got: "Em dikarin bi partiyan re li hev bikin yan jî li ser proje û pêşniyareke aborî li hev nekin lê li ser para ku em ê bi dest bixin em bi wan re şer nakin.”
Josephine Zgheib bi riya ajansa me bang li gelê Lubnanê kir û got: “Ez ê li kêleka we bisekinim, ev 40 sal in rûmeta we hatiye binpêkirin, pereyên we di bankayan de hatine dizîn. Rûmeta we ji Lubnanê re girîng e, di 15’ê Gulana 2022'an de li pêş we rolek sereke heye ku hûn dengê xwe bidin kesên ku fêm dikin ka çawa hikûmet tên avakirin ne tên dizîn, rolek we ya sereke heye ku hûn bi hev re vî welatî ava bikin."