Meclisa Jinan a HDP'ê: Niha dem dema jinan e!

Meclisa Jinan a HD'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser medyayê vîdyo weşand.

Meclisa Jinan a HDP'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser medyayê vîdyo weşand.
Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vîdeoyek weşand. 
Di vîdeoya ku Meclisa Jinan a HDP'ê li ser hesabê xwe ya medyayê parve kiribû de jinên bi cilên xwe yên gelêrî govend digerandin cih digrin. Her wiha di vîdyoyê de dirûşma "Em ê bi hev re biguherînin. Niha dem dema jinan e!" balê dikşîne. 
Vîdeo bi vî awayî hat parvekirin: “Ber bi 8’ê Adarê ve em dibêjin ku em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinan e. Li dijî kesên dixwazin zextê li ser jiyana me bikin, em bi israr govenda xwe bi hev re digerînin û bi têkoşîna xwe em ji bo guherandinê tên! Em ê bi hev re biguherînin, Dem dema jinan e!”