Jinên Iraqî: Ji bo guherînê divê em tevlî hilbjartinan bibin

Helwestên jinên Iraqê ji bo hilbijartinê ji kesên ku beşdariya hilbijartinan derfeta guherînê û desteka ji bo namzedên jin dibînin, ên bawerî bi sozên siyasî naynin biryara boykota sindoqan didin cuda ye.

RACA HAMID REŞÎD

Iraq – Ji hilbijartina ku dê 11’ê Mijdarê roja sêşemê tê plankirin li Iraqê çêbibe re çend roj man. Di atmosfera ku hêvî û temkîn, xweşbînî û guman di nava hev de ne de, hinek ji welatiyan dayîna deng weke peywira neteweyî û derfeta guherînê dibînin, hinek ji wan jî ji sozên ku her car ji bo hilbijartinê tên dayîn û dubare dibin êdî bawer nakin.

Di nava vê atmosfere de dengê jinên Iraqî zelal û bi biryar e. Hinek ji wan bawer dikin ku jin di tercîha xwe ya hilbijartî de xwedî hêza guherandinê ne û destek didin namzedên jin, hinek ji wan jî difikirin ku tecrubeyên berê nîşan didin rola ku jin di siyasetê de heq dikin nadin wan.

‘Ez ê tenê deng bidim jinek’

Asil Abdulhuseyîn a ku li malê û naxebite wiha dibêje: “Min destpêkê biryar dabû tevlî hilbijartinan nnebim lê dûre min fikra xwe guherand û min got, ez naxwazim dengê min vala biçe, ji ber vê ez ê deng bidim. Armanca min ew e ku ez di hilbijartinê de awayê beşdariyê biguherînim. Di pêvajoyên berê yên meclîsê de bi giştî me mêran hildibijart lê vê carê gelek namzedên jin hene. Ji ber vê min biryar da biçim dengdanê û dengê xwe bidim namzedek jin.”

‘Em êdî naxwazin rûyê heman kesan bibînin’

Asil Abdulhuseyîn wiha got: “22 salan me rûyê heman kesan, heman mêran dît… Hêviya min ew vê serdema meclîsê cuda be. Dibe ku vê carê jinek kar bike lewre jin îro di civakê de roleke mezin dilîzin êdî ne nîvê civakê, nûnertiya tevahiya civakê dikin. Jin bi xwezayî baldar û bi disîplîni in. Em weke welatî beriya her tiştî dixwazin xizmetên baş werin kirin. Jin di her warê jiyanê de girîngî didin hûrgilî û xweşikbûnê ji ber wê bêguman dê hewl bide kêmasiyan sererast bike û xizmetê bike.”

Asil Abdulhuseyîn diyar kir ku di vê serdema hilbijartinê de jinên xwedî behremendî û çalak derketine pêş û da zanîn ku ew hîs dike piştî hilweşîna bi salan domiya, ruhê bi hêvî û nûbûyî çêbûye û wiha got: “Ez ê tenê deng bidin jinek lewe jin bi serê xwe civak e. Ji her kesê re pêşniyara min ew e ku biçin ser sindoqan, deng bidin namzeddên ku baş dibînin. Dengdayîn mafê meşrû û neteweyî yê her welatiyê ye, bila dengê we vala neçin.”

Sozên derew û xizmetên xirab

Nuha Abdullah, a di bazara taybet de dixebite diyar kir ku ew ê dengê xwe nede û got: “Namzed sozên sexte didin, xizmet hê jî pir xirab in, ji bo mezûnan derfetên kar tunene.”

Her wiha bal kişand ku jin di serdemên borî yên meclîsê de nehatine astên girîng, di peywirên girîng ên weke serokatiyê de cih negirtine û di zagonên ku bûyerên hevberdanê kêm bikin û zagona rewşa kesane sererast bikin de roleke bi bandor nelîstine.

‘Namzed tenê di dema hilbijartinan de bi gel re têkiliyan datînin’

Wekar Întisar, mudura bazarkirinê ye, diyar dike ku ew bi temamî li dijî hilbijartinê ye û wiha didomîne: “Ez bi temamî li dijî pêvajoya hilbijartinê me lewre gelek namzedan ji bo welat tiştek nekirine. Namzed tenê di dema hilbijartinê de bi gel re têkiliyan datînin. Dibêjin ew ê xizmet bikin lê van sozên vala ne. Piştî hilbijartinê her tişt tê jibîrkirin, em tu pratîkek nabînin.”

Li ser rola jinan a di siyasetê de jî wiha got: “Hinek jinên ku di qadên xwe de xwedî raye û çalak in pir tişt ji bo welat kirin lê di saziyan de yan jî di wezaretan de derfeta lîderiyê nedanê. Jin hê jî vederkirî ne, peywirên girîng tenê didin mêran.”

‘Ez ê dengê bidim lewre naxwazim destûr bidim vederkirin an jî hîleyê’

Aliya Abdulwehhab jî diyar kir ku ew ê tevlî hilbijartinan bibe lewre beşdarî peywireke neteweyî ye û got: “Ez ê dengê xwe bidim lewre naxwazim destûr bidim vederkirin an jî hîleyê. Weke welatiyeke Iraqî dixwazim nîşan bidim ku ji bo li welatê min nûbûn çêbibe ez tevlî hilbijartinê dibim.”