“Hemû piştgiriyên welatên rojava yên ji bo hikumetên dîktator ên li Rojhilat, li dijî gelê Kurd e”

Amîna Kakabawa ya parlamentera Kurd a li parlamentoya Swêdê, destnîşan kir ku Erdogan her kesê ku mafê xwe diparêze weke dijmin dibîne lewma dest bi êrîşa li dijî Kurdan kiriye.

SAMIRA SALAVATÎ

Di van mehên dawî de yek ji mijarên sereke yên welatên endamên NATO’yê û Tirkiyeyê jî tevlibûna NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê bû. Hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Erdogan hemû hewldanên ji bo mafên Kurdan red kir û nehişt ku welatiyên Kurd bi taybetî jî çalakvanên siyasî Swêd û Fînlandiyayê wek endamên NATO’yê qebûl bikin.

Di rûniştina 7'ê Hezîranê ya Parlamentoya Swêdê de, di dengdana pêbaweriyê de, dengê Parlamentera Kurd Amîna Kakabawa diyarker bû. Amîna Kakabawa xwest ku ji bo piştgiriya doza gelê Kurd baweriyê ji hikûmeta Swêdê bi dest bixe û teslîmnebûna ji daxwazên Erdogan re kir şertê dengê xwe.

Lê piştî ku Swêd tevlî NATO’yê bû, eşkere bû ku piraniya şert û mercên Tirkiyeyê ne hevkarîkirina hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û firotina çek û cebilxaneyan bo hikûmeta Tirkiyeyê ji aliyê hikûmetên Swêd û Fînlandiyayê ve ku her du welatan ev yek qebûl kir.

Nûnera serbixwe ya Kurd a li Swêdê Amîna Kakabawa di hevpeyvîneke ji ajansa me re nirxand ku mercê bingehîn ê rêkeftina Tirkiyeyê ji bo dengdana Swêdê û endamtiya Fînlandiyayê ya di NATO’yê de, qebûlkirina daxwazên wê yên li dijî gelê Kurd e. NATO ji ber ku Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike.

Erdogan ji têkoşîna Kurdan re dibêje teror

Amîna Kakabawa wiha axivî: “Mixabin Erdogan dixwaze gelê Kurd û têkoşîna wî weke terorîst îlan bike. Her wiha çavkaniyên madî û leşkerî yên welatên derve bi taybetî Swêd û Fînlandiyayê bi kar tîne. Sala li pêş hilbijartinên Tirkiyeyê tên û Erdogan bi taybetî di warê aborî de li welat ne di rewşeke baş de ye. Di rewşeke xeternak de ye. Em dizanin ku her destek ji dewletên rojavayî bo hikûmetên dîktator ên li rojhilat dê di berjewendiya wan de be û li dijî gelê Kurd be. Erdogan her kesê ku mafên xwe biparêze yan jî mafên wî biparêze wekî dijminê xwe dibîne lewre tedbîrên bi vî rengî li dijî wî ne. Lê mixabin gelê Kurd di vê mijarê de nikarin bibin yek, helwestên gel ji hev cuda ne divê partiyên siyasî jî tevî nakokiyên xwe yên siyasî bibin yek.”

“Swêd û Fînlandiya ne durust in”

Amîna Kakabawa bal kişand ser polîtîkayên hêzên navneteweyî û wiha got: “Parlamentoya Swêdê, Partiya Çep û Partiya Jîngehê bi hikûmetê re li hev nakin û bi heqîqet tevnagerin. Dibêjin tu pirsgirêka me bi NATO’yê re nîn e. Ji ber ku ev erk ne tenê li ser milên kesên weke me ye, bi sed hezaran e. Hemwelatiyên Kurd li welatên Ewropa yên wek Almanya, Fransa, Îtalya û çend welatên din dijîn lê mixabin li ber xwe nadin û li benda tiştekî ne ku ji bo wan bê kirin.”

“Gelê Kurd bi raman, bîrdozî û çiyayên xwe dikare hebûna xwe biparêze”

Amîna Kakabawa wiha axaftina xwe domand: “Ji ber ku ez hemwelatiyê Swêdê me, dibe ku pirsgirêka min tune be lê yên ku hemwelatîbûna wan tune ye û koçber in, ez ji bo wan ditirsim. Ew bi xetereyek cidî re rû bi rû ne. Tirkiyeyê bi polîsên Swêdî re li hev kiriye, bi tenê neçin polîs ji ber ku di bin metirsiya revandin û radestkirina Tirkiyeyê heye. Min gelek hewl da ku van bûyeran û pirsgirêka Kurd di hemû medyayê de nîşan bidim û ev yek bi bandor bû. Erdogan her dem ji bo bêbandorkirina gelê Kurd kampanya da meşandin lê gelê Kurd her dem li ser lingan rawestiya û li ber xwe da. Li pişt Kurdan kes nebe jî bi baweriya bi raman, dîrok û çiyayên xwe dikarin hebûna xwe bidomînin û bijîn.