"Li gorî rewşa şer amadekarî jî hene"

Hevseroka Meclisa Til Temirê a Kantona Hesekê Semer Xelîl tîfaq û lihevkirinên herî dawî di navbera hêzên NATO û dewleta tirk de rû didin nirxand û da zanîn ku gel ji bo hemû rengê êrîşan amade ye û li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe birêxistin dikin."

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Piştî civîna NATO'yê û lihevkirinên li dijî Gelê Kurd nerazîbûn li ser asta Kurdistanê heya welatên Ewropayê her wiha çalakvanên jin yên ji Hindîstanê jî derket holê. Êdî dostên Gelê Kurd pir dibin û roj bi roj nerazîbûnên xwe li dijî polîtîkayan nîşan didin, ji ber naxwazin qirkirineke nû derheqê wan de pêk were. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 sal e di nava şer de dijîn, êdî rê û rêbazên xwe yên parastinê pêşxistine û li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe birêxistin dikin. Derbarê amadekariyên civakê ger ku êrîşeke nû ji aliyê dagirkeran ve derket holê, Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semer Xelîl nirxandin kir.

"Tirkiyê dixwaze NATO jî derbas bike"

Semer Xelîl di destpêkê de tîfaqên li ser Gelê Kurd û dijberiya hêzên NATO jêre wiha anî ziman: "Tîfaqên ku li dijî Gelê Kurd tê meşandin, ne tenê dewleta tirk lê belê NATO bi xwe piştgiriyê dide wê. Dewleta tirk wiha lê hatiye ku êdî hesaban ne ji NATO û ne jî ji tu hêz û welatekî din dike. Daxwaza Tirkiyê ew e ku NATO yê jî derbas bike û êdî bi serê xwe bercewendiyên xwe pêk bîne û li gorî wê jî welatên din bixe bin zextê de."

"Hîcet Kurd in lê di piratîka wî rastiya polîtîka û dijminatiya wan radixe ber çavan"

Semer Xelîl bal kişand ser hîcetên Erdogan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Erdogan bi hîceta parastina ewlehiya sînorên xwe ku dibêje; Kurd xeteriyekê li ser wê didin avakirin, axa Sûriyê dagir dike. Lê dema ku em li polîtîkaya wî a ku dide meşandin dinêrin, mirov ji piratîka wî de nas dike ku mesele ne Kurd tenê ye. Lê belê ew dijminatiya hemû netewan, ol û baweriyan dike. Ji ber ku îro ne tenê Kurd li ser vê axê û li bajaran dijîn, ereb, aşûrî, suryan û gelek netewên din jî hene. Pilanên dagirkirinê ne nû ne, ew berdewamiya polîtîkayên osmaniyan in. Tiştên ku nikarîbûn wê demê pêk bînin, dixwazin niha bicih bînin ew jî bi dagirkirin, tecawîz û revandin û guhertina demografiya herêmê tev çand û dîroka wê."

"Li gorî rewşa şer amadekarî jî hene"

Semer Xelîl da payin ku ew êdî gel xwe li gorî şer amade dikin û wiha got: "Ya yekemîn û dawî jî ew e bi piştgiriya gel ku em bi hev re hêza xwe ya leşkerî xurt bikin û xwedî li axa dapîr û bapîrên xwe derkevin. Ya din jî divê ku gelê me pêdiviyên xwe yên jiyanî li cem xwe bihêlin, da ku rojekê em ketin dorpêçê de ango ambargo hat ferzkirin, pêwîstiya me bi derve tune be û em bikaribin debara xwe bikin. Di şer de mirov her tiştî bide ber çavên xwe. Her wiha di warê tenduristiyê de jî amadekariyên me hene. Her wiha Hêzên Parastina Jin û Civakê (HPC-HPC-JIN) li gorî erkê demê tevdigerin. Gel birêxsitin dikin, fêrî bikaranîna çekê û parastina tax û malên xwe jî dikin. Şiyar in, nahêlin û rê nadin ku rojekê di xefletê de dijmin bi ser wan de bigre. Di heman wextê de jî tevgera ajantiyê jî qelis dike û rê nade ku pilanên xwe pêk bînin û bandorê li civakê bikin."

"Hêzên leşkerî û gel bihevre axa xwe diparêzin"

Semer Xelîl di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Hêzên leşkerî ew hêza ku ji gel hatiye avakirin e. Çiqasî bêjin û bikin jî ev bi xwe dibe hêzeke xurt û mezin ku kes nikare wan ji hevdû jî qut bike. Ji ber ku ew xwediyê vê axê ne û parastina wê jî ji wan tê xwestin ji lewra erkê xwe di hemû zor û zehmetiyan de bicih tînin. Ev şerê tê kirin ne yê yekemîn û ne yê dawî ye jî, ji lewra divê gelê me li gorî wê xwe hê bêtir amade bike, xwe biparêzin û hemû pêdiviyên xwe bicih bînin. Divê ku em hesabê rojê teng bikin."