Gelo hûnê karkertiya zarokan qedexe bikin?

Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, pirsgirêka karkertiya zarokan a li Tirkiyeyê anî rojeva Meclîsê.

Enqere - Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari ku daxwazên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran ku bal kişand ser cînayeta kar û karkertiya zarokan polîtîkaya "îstismarkirina keda zarokan" anîbû rojeva Meclîsê, derbarê mijarê de peşnûmepirsek pêşkêş kir.

Di pêşnûmeya ku ji bo bersivdayîna Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn hat dayin de, hat diyarkirin ku hejmara zarokên karker ên di sala 2020'an de hatine tespîtkirin 12 hezar û 457 e, dawiya sala 2021’an 27 hezar, dawiya sala 2022’an 28 hezar û heta dawiya sala 2023’an dê bigihijê 29 hezar. Di pêşnûmeyê de ku hurgûliyên rapora Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) bi sernavê "Bila Karkertiya zarokan bê qedexe kirin!" hat bibîrxistin de, wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê herî kêm 2 mîlyon karkerên zarok hene û ev hejmar di mehên havînê de digihe nêzî 5 mîlyonan.

Karkerên zarok bi awayekî bêqeyd tên xebitandin, hejmara karkerên zarok li gor serdemên demsalî diguhere û karkerên zarok ji ber girêdanbûna xwe ya temen nikarin bên birêxistinkirin. Li gorî daneyên fermî yên Wezaretê; mirinên zarokên karker her sal di navbera 0 û 5 kesan de ye. Lê belê li gorî Rapora ÎSÎG; 5 mehên destpêkê yên sala 2021'an jî di nav de, ji sala 2013'an û vir ve di nava 8 salên dawî de 513 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane. Karkertiya zarokan ku ji ber bi mûçeyên kêm têne xebitandin û nayên birêxistinkirin beşa herî mezin a qada xebata bê ewleh e û bi pêvajoya pandemî re zêdetir bûye.”

Di pêşnûmepirsa ku ji bo bersiv dayîna wezaretê hat pêşkeşkirin de ev pirs hatin kirin:

* Ji bo bidawîkirina pergala perwerdeyê û siyasetên perwerdehiyê ku keda erzan a zarokan teşwîq dike û binesaziya wê pêk tîne gelo dê xebatên we bi Wezareta pêwendîdar re heye?

*Gelo hûne daneyên derbarê keda zarokan dê bi awayekî zanistî, pêbawer û bi rêkûpêk bidin weşandin?

*Gelo ji bo cezakirina bi bandor ya li ser kes û saziyên ku bi awayekê bêqeydkirî zarokên karker didin şixûlandin hewldanên we hene?

*Gelo ji bo qedexekirina karkertiya zarokan xebatên we heye?