Foza Yûsif: Berxwedan ji bo hebûn û nasnameya xwe parastinê ye

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê wiha dinirxîne: “Dijminê me li dijî gelê Kurd şerekî giştî daye destpêkirin, divê em jî berxwedaniyek giştî pêş bixin.“

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de êrîşî axa Başurê Kurdistanê kir. Li kêlek van êrîşan hikûmeta Iraqê êrîşî axa Şengalê kir û her roj dewleta tirk êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dike. Welatî li hemberî van êrîşan li her aliyên Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin û nerazîbûna xwe nîşan didin. Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif pêvajo nirxand.

“Diwarên ku li Şengalê tê avakirin, perçekirina Kurdistanê ye”

Foza Yûsif êrîşên ku îro li her aliyên Kurdistanê ji aliyê dewletên dagirker ve tê meşandin wiha dinirxîne: “Ev şerê ku îro li Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê PDK’ê ve tê meşandin, siyasetek qirkirinê li her aliyên Kurdistanê tê meşandin. Ev pilan pir xetere, ji ber ku hêzekî ango partiyek kurdî cihê xwe têde girtiye. Ev tifaqa herî dawî ya ku di navbera rayaderên PDK’ê û Tirkiyê de çêbûye, encama wê îro êrîşên li ser axa Başurê Kurdistanê, şervanên azadiyê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê tê çêkirin. Xêr û dewlemendiya Kurdistanê hatiye pêşkêşkirin, miqabilê qezencên malbatî û qezencîn partîbûnê. Ev yek jî wek civata kurd em nikarin qebûl bikin, ji ber ev êrîşên dewleta tirk her aliyên Kurdistanê tên hedef girtin. Îro kurd li Rojhilata Navîn bûne hêzek, ji bo ku ev hêza lawaz û perçe bibe, ev pilan tê pêşxistin. Hevkariya PDK’ê di nava vê pilanê de, cesaret û hêzek mezin dide dewleta tirk û hêzên ku di nava vê pilangeriya qirêj de cîh digirin. Ev pilangerî, ne pilangeriyek ji rêze ye, hem herêmiye, hem jî navnetewî ye. Çawa ku tifaqa Lozan û Sykes Picot, kurd bêmaf, bêazadî û bêwelat hiştin, di heman wextê de ev tifaqa qirêj a niha çêbûye, li ser tunebûna nasname û tasfiyeya azadiya kurdan hate pêşxistin. Em vê hevpeymanê weke qirkirina nû penase dikin. Ev peymana nû ji aliyê dewleta tirk, navteweyî û PDK’ê ve çêbûye, destpêka pêvajoya Lozan a nû ye. Ev dîwarên tên lêkirin jî perçekirina Kurdistanê ye. Em xeteriyek mezin li ser her aliyên Kurdistanê dibînin.”

“Hikûmeta Iraqê perçeyek ji vê pilanê ye”

Foza Yûsif bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ji aliyê demografiya Başurê Kurdistanê ve û wiha domand: “Li gor nêrîna me hikûmeta Iraqê jî di nava vê pilanê de ye. Ger îro hikûmeta Iraqê tev hemû saziyên xwe helwest li beramber vê êrîşê daniba, dewleta tirk cesaret nedikir ku êrîşî axa Başurê Kurdistanê bikira. Dibe ku hin rayedarên Iraqê li dijî vê êrîşê bin û helwesta wan hebin, lê di aliyê biryara siyasî de, di nava vê pilanê de ne. Bi taybet dîwarê ku di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de hatiye lêkirin, berdewamiya pilana dewleta tirkan e. Ev pilan bi aqlê dewleta tirk hatiye çêkirin û rayedarên Iraqê jî vê erê kirine û pêk tînin. Tifaqiya Sykess Picot, kurdan kir çar perçe, ereb jî kirin 22 dewlet. Îro ev rewşa ku li Iraq û Sûriyê jî tê meşandin, dana rûnişkandina tifaqiya qirêj a sedsala 20’an de hatiye meşandin û nûkirin. Her wiha civaka ereb jî ji hev perçekirin. Armanca wan a esasî, armancê biçûk dikin, ji bo hîn bêtir, siyaseta qirkirinê bidin meşandin. Di ziman de dibêjin em ne hevkarin lê di pratîkê de diyar dibe ku destê hikûmeta Iraqê divî karî de heye. Ev dîwarê ku hatiye lêkirin, xizmeta dijmin dike. Kesên ku hişt çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê lawaz bikeve, Hêzên Sûriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ye. Xeterî herdem ji aliyê Iraqê hatiye ser me. Armanca avakirina vî dîwarî ji bo hem Rojavayê Kurdistanê, hem jî Şengalê lawaz bike, ava dikin. Hikûmeta Iraqê perçeyek ji vê pilanê ye.”

“Êrîş li her aliyên Kurdistanê dewam dike”

Foza Yûsif êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin jî wiha dinirxîne: “Dewleta tirk li hember kurdan şerê tunebûnê îlan kiriye. Kurd li kuderê bin, tirk dijminatiya wan dike. Ev şerê ku dewleta tirk, li hemberî gelê kurd îlan kiriye, roj bi roj bi rêbazên cur be cur dewam dike. Îro êrîş li beramber perçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin, ev yek perçeyek ji konsepta tasfiye û qirkirinê ye. Dewleta tirk ispat dike li kuderê dinyayê kurd hebe, bi awayekî dijminatiyê xwe li ser dide rûniştandin. Êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başurê Kurdistanê konseptek giştiye û di esasa konseptê de ku kurd di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de bê par bimîne. Di heman demê de weke di sedsala 20’an de ji mafê xwe mehrûm bimîne û neçarî bindestiyê bibe. Ji bo ku her perçeyên Kurdistanê alîkariya hevdu nekin,  êrîşî her derê bi hev re dikin û herkes bi xwe re mijûl bibin. Bila kes nekeve nava xapandinê ku tenê şervanên azadiyê hedefin, na hemû gelê Kurd armanca êrîşan e. Di serî de Kerkûk û Hewlêr armancin. Ger tevgera azadiya kurd, lawaz bikeve, Hewlêr nikare xwe biparêze. Êrîşên li ser Rojava tê kirin, êrîşên li ser şervanan tê kirine û her wiha li ser gelê Başurê Kurdistanê ye. Hin kesên xafil hene ku tenê li ser tevgerê çêdibe hesap dikin. Heta ev siyaset û faşîzma Erdogan berdewam bike dê ev êrîşane jî dewam bike.”

“Êrîş li ser azadî û mafê gelan e”

Foza Yûsif bal kişand ser berxwedana gel wiha domand: “Êrîşên li ser gelê Kurd tên kirin, bi erêkirina hêzên navneteweyî tê kirine. Hêzên ku karibe, Rojhilata Navîn demokratîze bike, tevgera azadiya kurd e. Hêza ku dikare Rojhilata Navîn û cîhanê bandor bike, hêzên li Rojavayê Kurdistanê bi pergala Rêveberiya Xweser têkoşîn didin meşandin e. Tevgera azadiya Kurd li Rojhilata Navîn, tevgera herî ku nirxên demokratsiyê, azadiyê û azadiya jin diparêze ye. Şervanên azadiyê li Kurdistanê, hêza herî zêde li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye û gelê kurd ji qirkirinê rizgar kiriye. Hêza herî zêde nirx daye mirovatî, ger îro şervanên azadiyê nebûna, dê Kobanê, Hewlêr, Kerkûk û Bakurê Kurdistanê di bin bandora çeteyên DAIŞ’ê de bûya. Tevahî cîhan, deyindarê şervanên azadiyê ne. Şervanên azadiyê  Şengal û Rojavayê Kurdistanê ji çeteyan rizgar kir. Binketina çeteyên DAIŞ’ê bedelên ku şervanên azadiyê daye.  Êrîşên hovane yên ku îro li dijî şervanên azadiyê rû dide, êrîşên li ser nirxên demokratîk e. Êrîş li ser azadî û mafê gelan e, ji ber wê jî divê êrîşên AKP’ê û dewleta tirk bên sekinandin û helwest bên nîşandan. Çekên ku îro li beramber me tê şixulandin ji tevahî welatên Ewrûpa tên, bi van çekan îro mirovên me tên qirkirin. Hêzên demokratîk ên cîhanê divê li nirxê demokrasiyê xwedî derkevin. Çawa ku li Kobanê û Efrînê helwesta cîhanî derket, divê îro jî derkeve. Gelê Kurd di bin xeteriya qirkirinê de ye. Ev yek jî erkekî mirovahiyê ye û deyîneke li ser hêzên demokratîk. Banga me ji hemû hêzên azadîxwez û antîfaşîst re heye ku li hember êrîşên dewleta tirk û siyaseta wan a faşîst xwedan helwest bin. Divê li her derê çalakiyên radîkal pêş bikevin.

“Şervanên azadiyê îro rûmet, hebûn û nasnameya me diparêze”

Foza Yûsif êrîşên berxwedaniya li hember êrîşên faşîzmê li ser axa Başurê Kurdistanê tê meşandin wiha dinirxîne: “Êrîşa ku îro li ser şervanên azadiyê û her aliyên Kurdistanê pêk tê, êrîşek li ser nasname û hebûna gelê Kurd e.  Tasfiyekirina şervanên azadiyê, tê wateya tasfiyekirina hemû destkeftiyên Kurdistanê.  Ji ber ku şervan hêzên parastina mafê jinan, gelan û azadiya jinê ne. Ev hêz nebe, xeteriyên pir mezin derkevin holê. Weke gelê kurd divê aliyê şerê xwe bibînin. Divê herkes li her derê helwesta xwe nîşan bidin. Şervanên azadiyê hêza garantiya, hebûna gelê kurd e. Pêwiste em her kurdek û jinek vî şerî li beramber xwe û nasnameya xwe bibînin. Ev dixwazin cardin kurd sertewandî û kolebin.  Ji ber tevgera azadiyê, nasnameya kurdî diparêze, ji bo wê ewqas dibe hedef.  Şervanên azadiyê îro rûmet, hebûn û nasnameya me diparêze.  Divê her kurdek xwedî şeref, piştgiriya şervanên azadiyê bike. Dijminê me li dijî gelê kurd şerekî giştî daye destpêkirin, divê em jî berxwedaniyek giştî pêş bixînin. Ev roj, roja rûmeta neteweyî ye, roja ku em rûmet û hebûna xwe ku zarokên me îro di zirûfên herî zehmet de şer dikin, li kêleka wan bin.”

Foza Yûsif ji bo helwesta gel a li hemberî îxanetkaran jî ev tişt anî ziman: “Helwesta şermezar a rayedarên PDK’ê da nişandan ku pêwiste weke gelê kurd em xwedî helwestbin. Dijmin êrîşî me dike, kî hevkarî bi dijmin re bike, ew jî li gel dijmin de cih digire. Wek civata kurd pêwiste helwesta me li hember van siyasetên bi vê rengî zelal be. Em nebêjin her du alî jî kurdin û birane, na yek li hember dijmin şer dike û ya din jî bi dijmin re dibe yek. Birayê te li hember dijmin şer dike, tu jî diçe xençerê li pişta birayê xwe dide. Biratî û hevaltiyên wiha nabe. Divê em wek gel ji vê yekê re bêjin bese û pêşiya wê bigirin. Divê em helwesta xwe zelal nîşan bidin. Divê her aliyên jiyanê bikin qadên çalakî û helwestnîşandanê. Divê em  ji dijmin û hevkarên wan hesap bixwazin. Bila herkes bizanibe Gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Ev roj, roja rûmet û berxwedanê ye. Divê herkes li rûmeta xwe xwedî derkeve û bêhempa û bêsinor bikeve nava têkoşînê. Derveyî vê tu çare nîne. Ji bo em cardin sedsaliyek rezil, bêmaf û bêazadî em derbas nekin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Dirûşma me ewe ku her tişt ji bo rûmet, azadî, hebûn û nasnameya xwe parastinê ye.”