Ebru Gunay: Gefa herî mezin polîtîkayên şer ên AKP'ê ne

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya vê hefteyê de bal kişand ser operasyona leşkerî ya bi navê "Pençe Kilit" û got, "Tu gef li ser sînorên Tirkiyeyê nîn e, gefa herî mezin polîtîkayên şer ên AKP'ê ne."

Enqere- Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û geşedanên rojeva Tirkiyeyê nirxand. Ebru Gunay bal kişand ser operasyonên li Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha got: "Gefa sereke û herî mezin polîtîkayên şer ên hikûmetê ne.”

Ebru Gunay bi bîr xist ku pêleke nû ya êrîşên li derveyî sînor ên di bin navê "Pençe Kilit" de ji aliyê hikûmeta AKP û MHP'ê ve hatiye destpêkirin û da zanîn ku sedema rastî ya êrîşan dijminatiya Kurdan e.

“Ev israra kesên ku bi dijminatiyê xwedî dibin, têkiliyên sedem-encamê manîpule dikin, berjewendî û desthilatdariya siyasî zêde dikin, çareseriyên siyasî red dikin e. Weke ku ji pevçûnên di van 40 salên dawî de bi dehezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, nîşan dide ku operasyonên bi vî rengî ji bilî kûrkirina şer, gurkirina xitimandinê û bi taybetî mirina sivîlan, zirardayîna deverên niştecihbûnê, tu encamek din ê vî şerê tune ye.”

“Polîtîkaya durû ya hikûmetê”

Ebru Gunay, diyar kir ku hem kesên li ser şerê Rûsya û Ukraynayê dîplomasiya aştiyê ya derewîn dikin û hem jî yên ku borazaniya şer çêdikin nas dikin û wiha axivî: “Hikûmeta ku diyalog-dîplomasî û aştiyê pêşkêşî cîhanê dike, bi ferzkirina şer li ser civaka xwe polîtîkayek durûtiyê dimeşîne. Li Tirkiyeyê ku civak tê xwestin mehkûmê birçîbûn û xizaniyê bibe, tifaqa AKP-MHP'ê û polîtîkayên xizanî, kedxwarî û torpîl bi şerxwaziyê tên tepisandin. Di rastiya hikûmetê de ku têkiliyên dewlet û mafyayê bi hev ve girêdayî ne, burokrasî bi tevahî xera bûye û aborî têk diçe, şer wekî riyek, wêrankirin wekî rizgarî û dagirkeriyê wekî reçeteyek bibîne. Di rewşeke wiha ya ku hiqûq, qanûndanîn û meşandin tune ye de, hikûmet veguheriye hikûmetek şer.”

“Bi siyaseta we welat zirarên mezin dibîne”

“Polîtîkaya we ya şer bi welat dide windakirin. Tu gef li ser sînorên Tirkiyeyê nîn e, ya ku di bin gefê de ye desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Gef pirsgirêka Kurd a çareser nebûye û polîtîkaya înkarê ye. Gefa rast û herî mezin polîtîkayên şer ên hikûmetê ne ku welat ber bi felakete ve dibe. Erdogan di axaftina xwe de ji ber ku piştgirî dane şer spasiya Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK'ê kir. Helbet gelên tên qetikirin vê yekê qeyd kirine û di vê polîtîkaya mirin û şer de kî bi hev re tevdigerin ji bîr nakin. Yên ku ji polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP’ê aciz nebin, tenê bi şer tên xwedîkirin.”

Ebru Gunay di civîna çapemeniyê de bal kişand ku li Tirkiyeyê krîza mezin a aborî tê jiyîn û diyar kir ku rojeva gel diyar e û çareserî jî HDP’ê ye.