“Dewleta tirk dixwaze xeyalên xwe yên Osmanî li Kurdistanê pêk bîne”

Rêveberên Yekitiya Jinên Rewşenbîr a Herêma Cizîrê têkildarî êrîşên dewleta tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê her wiha gefxwarinên wê li herêmê, nêrîna xwe anîn ziman .

FEREH DAWÛD

Qamişlo-Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike û dixwaze dagirkeriyeke nû pêk bîne. Îradeya gelê Kurd li hemberî van êrîşên di astên herî jor de ye ku heya niha têkoşîneke bêhemba li dijî dagirkerî û îxanetê tê meşandin. Têkildarî mijarê rêveberên Yekitiya Jinên Rewşenbîr li Herêma Cizîrê êrîş û gefên dewleta tirk şermezar kirin û nêrîna xwe anîn ziman.

Welat bi parastinê tên avakirin ne bi îxanetê

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran li Herêma Cizîrê Enehîta Sîno diyar kir ku dijminê bingehîn ê gelê Kurd dewleta tirk e û wiha got: “Dîroka dewleta tirk dîrokek tijî xwîn û komkujî ye, em ji komkujiya Ermenan bigre heya roja îro li ser Kurdan ev komkujî berdewam dikin. Eger Kurd ne xwedî rihekî têkoşer bûna û bi çanda xwe ne dewlemend bûna wê ew jî bi komkujiyan re rastî qirkirinê bihatana. Êrîşên ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tên armanca wan ew e dewleta tirk xeyalên Osmaniyan xwe li ser xaka Kurdistanê pêk bîne her wiha doza Kurd bi dawî bibe. Em weke jinên rewşenbîr qebûl nakin Kurd tifingê li hemberî hev bidin bikaranîn, ji ber ev ne exlaq, dîrok û çanda me ye. Ger wisa bihizirin wê destkeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî ji destên me biçin. Em gelekî welatparêz û aştîxwaz in, exlaqê me rê nade em bibin şirîkên rijandina xwînê lê mixabin aliyên ku destên xwe dixin destên dijmin de wê poşman bibin ji ber bi van kiryaran rûmeta xwe winda kirine. Ez hêvîdar im hemû rewşenbîrên derve û hundir li dijî van êrîşan derkevin, ji ber ku welat bi hezkirin, baldarî û welatparêziyê tên avakirin ne bi îxanetê.”

Li dijî êrîşan hevgirtin û berpirsyariya gelê me girîng e

Endama Meclisa Rêveberiya Yekitiya Jinên Rewşenbîr Hesîna Ahmed da zanîn ku êrîşên dewleta tirk hemû kurdan hedef digre û wiha pêde çû: “Li Kurdistanê tevahî, dewleta tirk êrîşên hovane dide meşandin. Dewleta tirk ji tevliheviya rewşa cîhanî dixwaze sûdê bigre û derbeyek li vîna Kurdan bixe. Êrîşên ku pêk tên li dijî zagon û hevpeymanên navneteweyî ne ji ber dewleta tirk sînorê welatan derbas dike û piranî sivîl dibin hedef. Ya girîng îro li dijî van êrîşan hevgirtina gelê me ye. Ger em bi hev re bibin hêz wê dewleta tirk nikaribe êrîşî Kurdistanê bike. Hêviya me ew e ku gelê me bi ruhê têkoşînê tevbigere û berpirsyariya parastina ax û rûmeta xwe bi cih bîne.”