‘Avakirina rojevên jinan berpirsiyariya me ya sereke ye’

Rojnamevan Sewsen Elî, diyar kir jin di derketina pêşberî kamerayan û vegotina doz û daxwazên xwe de bi astengiyên mêr û zextên civakî re rûbirû dimînin û got: “Çapemenî di avakirina rojevên jinan û bilindkirina dengê wan de kêm dimîne.”

‘Avakirina rojevên jinan berpirsiyariya me ya sereke ye’

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Çapemenî yek ji qadên sereke ye ku di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û guherandina hişmendiya baviksalarî de roleke girîng dilîze.

Rojnamevan Sewsen Elî ya wek kamerevan dixebite û bernameyên taybet ên jinan û civakê amade dike, diyar kir ku di vê xebatê de gelek zehmetî hene û pêdivî bi têkoşîneke domdar ku astengiyên li pêşiya jinan bên rakirin heye.

Ji amadekirina nûçeyan heta kişandina bernameyan

Sewsen Elî, got ku ew wekî kamerevanek li qadê li ser mijarên civakî dixebite û got: “Girtina doz û pirsgirêkên jinan ne tenê ji bo 25’ê Mijdarê ye, divê di hemû rojên salê de bibe yek ji mijarên sereke yên çapemeniyê. Ji çapemeniya dîtbarî heta ya nivîskî, ji amadekirina nûçeyek heta kişandina dîmen û çêkirina bernameyan, em her roj bi astengiyên cuda re rûbirû tên. Dem hatiye ku kevneşopiyên ku li pêşiya jinan astengiyan çêdikin bên guhertin.”

Zextên li dijî jinan

Sewsen Elî, behsa bûyereke ku di dema kişandina çîroka jinekê de rûbirû hat kir: “Tevî ku 4-5 sal derbas bû jî ez nikarim vê bûyerê ji bîr bikim. Jina ku li Şamê jiyan dikir, piştî mirina dayîka xwe, birayê wê û hevjîna birayê wê dixwestin wê bişînin mala extiyaran. Lê wê jinê ev yek qebûl nedikir û li rêyek digeriya ku xwe ji vê rewşê xilas bike. Di dawiyê de hat herêmên me. Birayê wê jî li pey wê hat ku wê bibîne û malbata xwe ji rexneyên civakê biparêze. Dema ku min ev çîrok bihîst, matmayî bûm û min got: ‘Gelo hêj ev tişt di civaka me de diqewimin?’ Min difikirî ku ev cure bûyer tenê di fîlm û televîzyonan de tên dîtin, lê min nizanibû ku di nav civaka ku em lê dijîn de jî hene.”

‘Zewaca di temenê biçûk de ji xwendinê zêdetir tê tercîhkirin’

Sewsen Elî, li gorî şopandina xwe ya dozên jin û ciwanan destnîşan kir ku hêj gelek malbat keçên xwe ji xwendinê dûr dixin û wan ji mafê perwerdehiyê bêpar dihêlin. Sewsen Elî, axaftina xwe wiha domand: “Heta îro jî hinek malbat keçên xwe di temenên biçûk de dizewicînin. Beşek ji civakê zewaca di temenê biçûk de ji xwendinê zêdetir tercîh dike û dibêjin di dawiyê de keç bizewîcin. Lê ev zewac gelek caran bi pirsgirêkan berdewam dikin, ji ber ku ev hêj zarok in û nizanin jiyana zewacê çi ye.”

‘Jin ji vegotina nêrînên xwe ditirsin’

Sewsen Elî, balkişand ser bernameya “Dengê Kolanan” ku her hefte bi mijarekê tê amadekirin û behsa zehmetiyên ku jin di vegotina nêrînên xwe de dijîn kir: “Di bernameya dawî de, me li kolanên Dirbêsiyê nêrînên jinan a der barê tundiya devkî, elektronîk, fîzîkî û awayên din ên tundiyê de girt. Jinekê bi awayekî baş nêrîna xwe anî ziman, lê piştre ji me xwest ku dîmenên wê neyên weşandin. Jin, diyar kir ku dixwaze biaxive, lê malbata wê destûrê nade û ji zextên hevjînê xwe ditirse. Ev yek nîşan dide ku hêj hinek jin ji derketina pêşberî kamerayan û vegotina êş û pirsgirêkên xwe tên astengkirin. Heman rojê em rastî jineke din ku nanê tenûrê çêdikir û bi nêrînên xwe jinên din teşwîq dikir ku bêdeng nemînin û ji bo mafên xwe têbikoşin, hatin.”

‘Rewş ji berê baştir bûye’

Sewsen Elîü diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî îro jin zêdetir dixwazin nêrîn û pirsgirêkên xwe bi raya giştî re parve bikin û wiha pê de çû: “Di bernameya Dengê Kolanan de êdî jin bi xwe gazî me dikin û dixwazin nêrînên xwe bibêjin. Ev guhertineke erênî ye. Îro jin bi xwe berê xwe didin çapemeniyê ku pirsgirêk û dozên xwe derbasî raya giştî bikin. Bêguman çapemeniya jin di vê qadê de xwedî roleke taybet e.”

‘Em di avakirina rojevên jinan de kêm man’

Sewsen Elî, destnîşan kir ku divê doz û daxwazên jinan di rojeva çapemeniyê de cihê zêdetir bigirta û got: “Divê em rojevên jinan bihêztir ava bikin û bersiva daxwaz, pirsgirêk û dozên wan bidib. Ez xwe li hemberî jinên ku hêj rastî tundiyê tên û me nikarîbû xwe bigihînin wan, xwe berpirsiyar dibînin. Ne tenê çapemenî, divê sazî û rêxistinên jinan jî semîner û perwerdehiyên xwe zêde bikin, biçin mal bi mal û gund bi gund bigerin û xwe bigihînin jinên ku li benda piştgiriyê ne.”

‘Kamera û pênûs amûrên belgekirina dîroka jinan in’

Sewsen Elî, bal kişand ser rola çapemeniyê ya di belgekirina çîrokên jinan de û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Kamera û pênûs tenê amûrên kişandina dîmenan an nivîsandina nûçeyan nîne, ew amûrên belgekirina çîrokên serhildan û berxwedana jinan in. Her dîmen û her bernameyek dikare ji bo jinên civakê bibe hişyarkirin û perwerde. Jinên ku me di torên civakî de dişopînin, bi rêya van bernameyan dikarin li ser mafên xwe agahdar bibin, rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên xwe fêr bibin û hîs bikin ku ew ne tenê ne.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.