Îlham Metlî: Gefên dewleta Tirk li dijî nirxên civakê ye

Berpirsyara Rêxistina Yekitiya Jinên Suryan Îlham Metlî destnîşan kir ku gefên dewleta tirk a dagirker hevgirtina gelan hedef digre.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ev demek e Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê sazkirin û bi gelê herêmê re tê nîqaşkirin. Dê bi hevpeymanê şêwe û pergala rêveberiya herêmê, xebata wê û têkiliyên wê yên hundirîn û derve werin diyarkirin. Hevpeymana Civakî mafên kesan bi awayekî wekhev diyar dike û diparêze. Berpirsyara Rêxistina Yekitiya Jinên Suryan Îlham Metlî axivî.

“Dewleta Tirk a dagirker Hevpeymana Civakî hedef digre”

Îlham Metlî da zanîn ku her gaveke li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê avêtin êrîş û hêrsa dewleta Tirk û hevkarên wê zêde dike û wiha anî domand: “Gelê Bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hevgirtina xwe xurt kirine û xwe bi rêxistin kirine. Piştî 10 salên şoreşê derbas bû Rêveberiya xweser li ser daxwaza gelê herêmê dest bi reşnivîsa Hevpeymana Civakî kir, ev peyman dê ji bo pêşeroja gelê Sûriyeyê gavek dîrokî û serkeftî be, ji ber ku mafê her netewê diparêze û bi nêrînên her netewê hatiye nivîsandin. Îro careke din herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî gefan tê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ev jî bi armanca rêgirtina li ber pêkanîna Hevpeymana Civakî ye. Ev gef hemû gelê herêmê hedef digre û dixwaze wan qir bike.”

“Hebûna jinan di peymanê de pêşerojek azad û wekhev diyar dike”

Îlham Metlî bal kişand ser hebûna jinên Suryan di destpêka avakirina reşnivîsa Hevpeymana Civakî de û wiha axaftina xwe domand: “Ji destpêka avakirina komîteya reşnivîsa Peymana Civakî ve jinên Suryan cihê xwe girtin û roleke pir girîng di parastina mafên jinan de lîstin. Di her qadê de ger jin cihê xwe negirin ew qad wê lewaz bimîne ji bo wê hebûna jinan di reşnivîsa hevpeymanê de pir girîng û bi wate ye ji ber ku ev peyman dê bibe riya avakirina Sûriyeya pir rengî, ne Sûriyeya navendî. Bi vî awayî nêrîna jinan di peymanê de ji bo pêşerojek azad û wekhev li ser bingeha hevjiyana azad dê were avakirin.”

“Bi qebûlkirina Rêvberiya Xweser dê rê li ber dagirkerî û gefan were girtin”

Îlham Metlî destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî nirxên civakê yên pîroz bi rêzdarî hembêz dike û diparêze û wiha got bi dawî kir: “Parastina nirxên civakê yek ji xalên bingehîn ên Hevpeymana Civakî ye. Tiştê ku bi hezaran salan me winda kiribû, îro bi riya Hevpeymana Civakî  em li ser kar û xebatê dikin da ku zindî bihêlin. Em bi hêvî ne hikûmeta Şamê sîstema Rêveberiya Xweser qebûl bike da ku hevpeymana civakî li tevahî Sûriyeyê were pêkanîn ji bo parastina mafê her kesê li Sûriyeyê. Eger ev gav pêk were dê dagirkerî jî têk biçe û gefên dewleta Tirk li ser herêmê vala derbikevin. Ji ber ku neqebûlkirina Rêveberiya Xweser rê li ber dagirkerî û gefan vedike.”