“Dagirkirina Kurdistanê, dagirkirina doza rawa ya gelê Kurd e”

Êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Nîvîskar Mujde Elî derbarê êrîşan de diyar kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê şerê taybet bi rêve dibe.

TEWAR PÊNCEWÎN

Silêmanî - Mamoste û nîvîskar Mujde Elî derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me NUJINHA re axivî û got: “Dewleta Tirk ji sala 1983’an ve dest bi êrîşên dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê kiriye, piştî salê 1991’an baregehên serbazî û navendên sîxûrî li herêma Kurdistanê ava kiriye” û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo Başûr bike milkê xwe êrîşî ser xaka Başûrê Kurdistanê dike.

“Civaka Başûr bûye dû xetên têkoşîn û nokeriyê”

Bi nêzbûna dîroka bidawîbûna peymana Lozanê re êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê gelek dijwar bûne. Mujde Elî debarê derbarê êrişên dagirkeriyê de axifî û wiha got: “Civak bûye dû xet, xeta têkoşîn ya ji bo berjewendiyê gel e, xeta din jî xeta nokerî û dijminî ye ku dibe sedemê xurtbûna êrişên dagirkeriyê yê li ser xaka Kurdistanê. Divê gelê me nebe beşek ji xiyanetê, divê hemû kes li hemberî van êrîşan derbikevin û li dijî nokeriyê bisekinin.”

“Dagirkirina Kurdistanê, dagirkirina hemû fikr û destkeftiyên gelê Kurd e”

Nivîskar Mujde Elî da zanîn ku divê gel bikare bibe xwedî helwest, bi çalakî, xwepêşandan û nerazîbûnan dengê xwe bilind bikin û nekevin bin bandor şerê taybet a ku dewleta Tirk a dagirker hercarê vê yekê dike. Mujde Elî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dagirkirina Kurdistanê, dagirkirina hemû fikr û destkeftiyên gelê Kurd e. Dewletên dagirker naxwazin li her parçeyek a Kurdistanê xebatên zindîkirina doza azadiyê û avakirina serxwebûnê bê meşandin. Hewil didin vî gelî tune bikin, di demên bûrî de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin û hîna jî gefê êrîşan li ser Rojava dixwin û hewil didin ku xwerêveberiya xweser ya ku di cîhanê de nimuneyê pergala netewa demokratîk e ji holê rakin.”