“Bi rêbazên şerê derunî hewil didin welatiyên Şerîeya Rojava û Xezayê bitirsînin”

Siyasetmendara Filistînê Rania Al-Louh rewşa Şerîeya Rojava û Xezayê nirxand û diyar kir ku tişta li herêmê tê kirin tepisandina Filistîniyên ku axa xwe diparêzin û rojnamegerên bicesaret e.

 RAFIF ESLEEM

Xeza- Bandora krîzên derûnî, civakî, aborî û jiyanî yên bombebarankirinê li ser Xezayê berdewame. Ajansa me li ser nirxandina rewşa heyî ya li Şerîa Rojava û Xeza, bi pispora siyasî Rania Al-Louh re hevdîtinek pêk anî.

Rania Al-Louh da zanîn ku aliyên Filistînî û dagirkeriya Îsraîlê bi vê yekê re eleqedar nabin û wiha domand: "Li gorî daxuyaniyên kesayetên navdar, armancên dagirkeriyê hîn temam nebûne, ji ber vê yekê hêzên hewayî yên Îsraîlê tenê bi hedefgirtina fermandarên Filistînî re sînordar namîne ku di şerê Seyf El-Quds ê salek berê di Gulana 2021'an de pêkhatî.”

Rania Al-Louh bal kişand ser vê yekê ku manewrayên ji aliyê komên Filistînî ve têne kirin bi teqandina bombeyên roketavêj li deryaya vekirî ya Xezayê têne temsîl kirin, mijarên leşkerî yên rûtîn in û li her deverê cîhanê têne kirin û wiha domand: “Ji aliyekî din ve, hêzên asmanî yên Israîlî li esmanê Xezayê teqînan pêk tîne ku jê re dibêjin ‘Bombeyên ronîkirinê’ wek beşek ji şerê psîkolojîk li dijî welatiyane. Zêdetirî 15 sal in li bajarê dorpêçkirî bi van rêbazên şerê derunî welatiyan ditirsîne.”

Rania Al-Louh anî ziman ku ya rewşa xerabtir kir kiryarên cihuyan ên ku hatin bicihanîn, wek kirina nimêjên telmûdiyê û seferberkirina ji bo meşa alayan di hewşên Mizgefta El-Eqsa re û wiha dom kir: Tiştê tê kirin tepisandina Filistîniyên ku axa xwe diparêzin û tepisandina rasterast a rojnamevan û çalakvanên ku xwediyên malper in li ser medyaya civakî, da ku wêneyên tawanên wan negihêjin cîhanê, wekî ku bi çalakvan Ala Al-Sous re qewimî û rojnamevan Şîrîn Ebû Akleh kuştin."