"Bicihkirina koçberan li herêmên dagirkirî domandina planên zindîkirina Osmaniya nû ye"

Hevseroka Partiya PYD`ê ya navçeya Şêranê li kantona Kobanê Fatma Osman projeya dewleta tirk a bicihkirina koçberên ji Sûriyeyê li herêmên dagirkirî nirxand û got: "Dewleta tirk bi vê planê demografiyê û nexşeya Sûriyeyê duguherîne.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Serokê Tirkiyeyê Erdogan di destpêka meha Gulanê de raighand ku wan dest bi projeya vegerandina milyonek koçberên Sûriyeyê li herêmên di bin dagirkeriya wan de, kiriye. Projeya dewleta tirk 13 herêman armanc digre ku Ezaz, Cerablus, Bab, Girê Spî, Serêkanî, Efrîn û gelek herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de ne. Erdogan diyar kir ku heta niha zêdetirî 50 hezar mal û kamp li herêmên dagirkirî hatine çêkirin ku divê nêzî 77 hezar mal werin lêkirin.  

Di vê çarçoveyê de hevseroka meclsa PYD`ê ya navçeya Şêranê ya girêdayî kantona Kobanê Fatma Osman nirxandin kir.

Fatma Osman di destpêkê de bal kişand ser tevgera dewleta tirk û wiha got: "Dewleta tirk her tim planên xwe li ser gelê Kurd pêk tîne, ev niha di êrîşên wê yên li ser Kurdistanê de diyar e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta tirk bi armanca dagirkeriyê bi rê û rêbazên cuda êrîş dike, me dît ku di encama tevgera xwe ya dagirkeriyê de Efrîn, Serêkanî û Girê Spî hatin dagirkirin. A niha gelê van deveran koçber in û ev çend sal in dûrî axa xwe dijîn. Li şûna niştecihên resen ên wan deveran û bi taybetî jî Efrîn, çete û malbatên wan hatine bicihkirin."

"Dewleta tirk berovajî îdiayên xwe, sûdê ji koçberên Sûriyeyê dibîne"

Fatma Osman bikaranîna dewleta tirk a koçberên Sûriyeyê weke çekê bi nav kir û got: "Dewleta tirk koçberên ji Sûriyeyê ku li Tirkiyeyê dijîn, bi salan e wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Rojane gef li dewletên Ewropayê dixwar ku deriyên koçberiyê li pêşiya gelê Sûriyeyê veke, ev gef sûdên mezin li Tirkiyeyê dikir. Gelê Sûriyeyê karker e, bi şev û roj dixebete û neçarî dewleta tirk nahêlin. Lê ew dibêjin ku aboriya Tirkiyeyê ji ber koçberan lewaz bûye û zirarên mezin dîtiye. Tirkiye rastiyan berovajî dike, bi saya van koçberan gelek alîkarî ji bo dewleta tirk tên dayîn. Heta demeke nêzik jî dewleta tirk ev koçber weke çekê li hemberî Yekitiya Ewropayê bi kar dianî."

"Projeya bicihkirina koçberan li herêmên dagirkirî planeke qirêj e"

Fatma Osman planên dewleta tirk ên der barê koçberan de wiha nirxand: "Êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin navê avakirina herêmeke bi ewle de tên kirin. Lê em di rastiya de dibînin ku ev herêmên qaşo bi ewle ne, jiyan li wan nabe. Hemû rêbaz ji revandin, qetilkirin, tehdîd, dizî, guhertina demografîk û hwd. tên bikaranîn. Efrîn warê Kurdan e û hejmara herî zêde Kurd bûn lê niha mirov dikare bi tilyan hejmara Kurdan bîne ziman. Li rex vê yekê ev çend roj in dewleta tirk stratejiya xwe guhertiye, Tirkiyeyê raghandin ku ewê Milyon koçberên Sûriyê li herêmên dagirî bi cih bike, ji lewra ew bê navber kampan ava dike. Li gor dewleta tirk ew herêm ji hemû deverên Sûriyê bi ewletirin û divê ku koçber li wê derê bijîn. Lê ev koçberên ku dewleta tirk behsa wan dike, xwedî cih û warin. Ew koçber ji tevahî bajarên Sûriyê ne, ji ber vê her kes dikare vegere herêma xwe. Heger dewleta tirk ewlehiya herêman dixweze, çima ewqas êrîşên cur be cur pêk tîne. Ev rastiyeke ku tevahî civaka navnetewî dizanin, lê ew ji bo ku deriyên koçberiyê li xwe venekin Tirkiyeyê li ser hesabê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê razî dikin."

"Dewleta tirk nexşeya Sûriyeyê diguherîne û pirojeya Osmaniya nû zindî dike"

Hevseroka PYD`ê ya navçeya Şêranê herî dawî civaka navneteweyî, hêzên garantor û rejîma Baasê berpirsyarên planên dewleta tirk nîşan da û got: "Piraniya koçberên li Tirkiyeyê xwedî nasnameya wê ne, ji ber vê ew weke hemwelatiyên wan tên destgirtin. Ji bo vê dema ku van koçberan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, wê deverên dagirkirî bi axa Tirkiyeyê ve girê bide. Wê bi vî awayekî planên dewleta tirk a zindîkirina desthilatdariya Osmaniyan û vegerandina nexşeya xwe ya berê pêk were. Dê wiha jî cîhan êdî li beramberî Osmaniyeke nû û xwînmijtir rû bi rû be. Ev plan bi rengekî eşkere demografiya Sûriyeyê duguherîne, civaka navneteweyî, hêzên garantor û dewleta Sûriyeyê ji vê binpêkirinê berpirsyar in."