Îlham Ehmed: Li hember êrîşên qirkirinê pêdivî bi sîwanek Kurdî heye

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed têkildarî bûyer û geşedanên li seramser Sûriye û Rojhilata Navîn li Qada Xak a Silêmanî semîner da.

Silêmanî - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Qada Xak a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê li ser mijarên qeyîrana li Sûriye, Iraq, Rojhilatê Navîn û cîhanê geşedanên çêdibin, li gel wê jî êrîşên li ser kurdan semînerek da. Gelek kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî semînerê bûn.

Îlham Ehmed anî ziman ku pêşketinên giring û kirîzên mezin hene û got: “Sedemên van krîzan sîstema heyî ya hêzên serwer in. Şerê Ûkraynayê bandor li hemû cihanê kir, her kes jê zirarê dibîne. Di warên çandî, aborî û civakî de zirar jê çêdibe. Dewlet nemaye û rewabûna wê nemaye. Li qada navneteweyî dewlet in, lê mekanîzmaya dewletê têk çûye, parçe bûye. Welatên ditirsin şerê xwe li derve dikin. Dewleta Tirkiyeyê li Sûriye, Iraq, Ermenistan û Lîbyayê, bi hinceta ewlekariyê şer dike. Êrişên xwe li derve dide kirin, Îran jî vê dike. Krîza xwarin, gaz û petrolê heye. Sûriye bûye 3 parçe, rejîma Baas, Rêveberiya  Xweser, çeteyên Tirkiye û pariyên muxalîf xwe nîşan didin hene. Ji tu civînan encam nehatin girtin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava krîz û êrişan de xwe ava kir. Tirkiye îro jî êrişan dike, bi israr dixwaze bi navê terorê vê herêmê dagir bike. Tirkiye bi peymana Mîsaqî Milî dixwaze herêmê dagir bike. Rewşa Erdogan û partiya wî li ber çavan e, wê hilbijartinê winda bikin. Lewma êriş dikin.’’

“Divê li hemberî qirkirinê sîwaneke kurdan hebe”

Îlham Ehmed bal kişand ser helwestên aliyên kurdan û ev nirxandin kir: “Helwesta me ya li ber qirkirên divê yek be. Gelek alî li ser berjewendiyan kar dikin, êriş li ser kurdan tevan e. Kurdê baş, xirab nîn e, kurd hemû ji xwe re kirine armanc. Divê sîwaneke kurdan hebe, li dijî qirkirinê. Divê sîwaneke leşkerî û siyasî hebe. Divê li ser vê bê rawestin, tiştekî nebenabe ye. Rewşa Efrînê pir giran e, revandin, kuştin girtin, darbirîn, talan heye. Rewşeke cidî heye. Eleqeya aliyê kurd baş bi derve re heye, eger her alî behsa Efrînê bike, wê ev rewş biguhrere. Em dixwazin statû çêbibe. Rewşa aborî ne baş e, li Rojava tim şer e. Sûriyeyeke demokratîk bi gelên Sûriyeyê re pêkan e. Têkilî hene, civîn hene.”

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê jî axivî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi êrişên dawîn dixwaze Başûr vala bike, kirina hinceta a PKK’ê belasebeb e. Em li dîrokê binihêrin kurdan qir kiriye, çima êrîşê PKK’ê dike, PKK biqede wê Hewlêr û Silêmanî ji holê rake. Mijar kurd û Kurdistan e. Helwest divê zelal be. Mafê gelê Başûr û Iraqê heye ku heta dawiyê li qada navnetewî dawaza mafê xwe bike û helwesta xwe nîşan bide.”