"Bi mîsketên hewayî xwestin sivîlên gundê Um El-Kêf bidin koçberkirin"

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê Semer Xelîl der barê êrîşên herî dawî li ser navçeya Til Temir û gundewarên wê, hedefgirtina dêr û mizgeftan, barandina bombeyên mîsketê her wiha erka ku dikeve ser milên hêzên garantor Rûsya û Emerîkayê de axivî.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Dewleta tirk di vê dema dawiyê de gelek maf û zagonên navdewletî binpê kirine û gihîştiye asteke wisa ku çekên qedexekirî bi kar bîne. Di 4'ê Hezîranê de dewleta tirk ji saet 04:00 berbangê heya 09:00'ê sibehê bênavber, zêdetirî 100 bombe li ser gundê Um El-Kêf barandin, ev bombe jî bombeyên mîsketê ne û yekemîn car e li navçeya Til Temir û gundewarên wê tên barandin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê Semer Xelîl axivî.

"Dagirkirina Til Temirê tê wateya şikandina parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeye"

Semer Xelîl got ku êrîşên îro li ser navçeya Til Temirê tên kirin berdewamiya êrîşên DAIŞ û Heyet Tehrîr El-Şam e ku berê bi navê Cebhet El-Nusra dihat nasîn û wiha domand: "Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê jî êrîşî herêma me kirin. Tevî êrîş û hêza wan jî li hember neteweyên Til Temirê ku wê şev û roj diparastin hatin şikandin û êrîşên wan têk çûn. Lê wekî berdewamiya êrîşan îro dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa li herêmê êrîşan pêk tînin. Di van êrîşan de hewldana kontrolkirin û dagirkirina navçeyê kirin lê bêguman ev yek pêk nehat û nayê jî. Til Temir jî navçeyeke wiha ye ku hemû netew bêyî cudahî, nakokî bi hev re dijîn û di parastina axa wê de jî hevpar in. Til Temir navçeyeke stratejîk e û kontrola wê li ser riya navdewletî M4 jî heye. Hedefa êrîşên dewleta tirk jî yek jê ew e ku riya M4 bixe bin kontrola xwe û di demên pêş de bikaribe ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne hem di aliyê aborî û siyasî de jî wê bikaribin zextê bikin. Dagirkirina Til Temirê tê wê wateyê ku xeta parastinê ya hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê şikandin. Di heman wextê de jî ji Til Temir heya Minbic, Heleb û Efrîn heya Qamişlo, Dêrik û Sêmalka jî wê bi xwe re bixe bin xeterê."

"Di topbarana dêr û mizgeftên me de qirkirineke çandî û olî didin meşandin"

Semer Xelîl got ku êrîş ne tenê gelê Kurd Aşûr, Ereb û hemû neteweyan hedef digre û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dewleta tirk dibêje ez êrîşî gelê Kurd dikim lê di rastiyê de li vir tenê Kurd najîn, Ereb, Aşûr, Suryan, Êzidî û gelek neteweyên din li ser vê axê bi hezaran salan e dijîn. Ji lewre êrîş hemû neteweyan bi qirkirinê re rû bi rû dihêlin. Dema ku îro mizgeft û dêrên me tên topbarankirin û rûxandin, ev tê wateyê ku hemû netew bi qirkirinê re rû bi rû ne. Dewleta tirk dema ku dibîne gel rêzê didin deverên xwe yên olî û li gorî pîrozahiya wê tevdigerin, didin ber topan, mizgefta gundê Dirdara û Dêra Mar Sawa a Til Tewîl li ber çavan e. Di vir de qirkirineke çandî û olî jî tê meşandin."

Bikaranîna bombeyên mîsketê

Semer Xelîl da payin ku dewleta tirk çekên nû di êrîşên xwe de bi kar aniye û wiha behsa vê yekê kir: "Dewleta tirk vê carê di êrîşên xwe yên dagirkeriyê de, çekên nû yên qedexekirî bi kar anîn. Bombeya mîsketê vê carê bi kar anîn û zirarên vê bombeyê li ser xweza, mirov û axê pir zêde ne. Zirara ku ev bombe dide ne kêmî çekên kîmyewî ye. Bi avêtina vê bombeyê tê xwestin ku sivîlan ji gundên wan bidin koçberkirin da ku nikaribin li ser axa xwe bijîn û çandiniya xwe bikin. Ji ber zirareke mezin didin ev bombe jî ku wekî rola mayinan jî dilîze bi salan jî bimîne nayê teqandin ger destê xwe nedin wê. Di heman wextê de jî jiyana zarokan dikeve xeterê û dibe ku bi destdayênê bombe biteqin û astengdar jî bibin."

"Nikaribû bejahî êrîş bike xwest bi riya hewayî sivîlên gundê Um El-Kêf bide koçberkirin"

Semer Xelîl da xuyakirin ku dewleta tirk a nikaribû bejahî êrîşeke berfireh li dijî herêmê pêk bîne xwest bi riya hewayî armancên xwe bi cih bîne û wiha pêl da gotinên xwe: "Dewleta tirk di çend rojên derbasbûyî de hewl da êrîşeke nû li dijî herêmê pêk bîne lê çiraya kesk ji NATO’yê negirt, li zora wî çû. Dewleta tirk a ku nikaribû bejahî êrîş bike, xwest di hewayî de êrîşê pêk bîne, ew jî bikaranîna çekên qedexekirî ango bombeyên mîsketê bû. Dixwaze gel bixe panîkê da ku koç bibin. Sedema ku dewleta tirk vê carê li ser gundê Um El-Kêf bombeyên mîsketê barandin jî armancek wê heye. Her kes dizane ku sivîlên Um El-Kêf bi zarok, jin, mêr, kal û pîr heya zarokên ku nû çavên xwe li cîhanê heya ku yê xatir wê bixwazin çiqasî li ber xwe didin û bi axa xwe ve girêdayî ne, ruxmî hemû êrîşan dest ji axa xwe bernedane. Da ku wan bide koçberkirin û gund vala bike, vê carê bombeyên mîsketê bi ser wan de barandin."

"Divê Dewleta tirk ji Sûriyeyê derkeve"

Semer Xelîl bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin hêzên garantor der barê zirarên vê bombeyê li ser jiyana sivîlan de, lêkolînekê dest pê bikin û komîteyek ava bikin. Her wiha divê sûcên ku dewleta tirk dike werin cezakirin. Ev der axa Sûriyeyê ye, cihê dewleta tirk jî li vir tune ye û divê ku li ser vê axê jî neyên qebûlkirin. Daxwaza me ya destpêkê û dawî jî ew e ku dewleta tirk ji axa Sûriyeyê derkeve."