Ferîde Îbo: Dewleta tirk hemû kiryarên derexlaqî li Efrînê dike

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Ferîde Îbo kiryarên li dijî jinan û binpêkirina mafê wan ên li herêmên dagirkirî nirxand.

RAPERÎN BEKIR

Şehba- Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji roja dagirkirina Efrînê ve heya niha kiryarên dermirovî li dijî jin û zarokan de pêk tînin. Ne tenê li Efrînê li hemû herêmên dagirkirî rojane jin rastî tundî, tecawiz, qetilkirin, revandin û hemû rêbazên tundiyê tên. Ev kiryar jî dibin sedema gelek rewşên xwekujiyê û xirabûya derûniyê. Her wiha zarokên ku di herêmên dagirkirî de dijîn rastî hemû rêbazên hovîtiyê tên. Dîsa jî zarokên bi temenê biçûk ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve li ser rêbazên şer û kuştinê tên perwedekirin. Yên ku vê yekê jî qebûl nekin tên qetilkirin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Ferîde Îbo ji ajansa me re nirxandin kir.

“Jinên Kurd û Ereb li herêmên dagirirî rastî kiryarên hovane tên”

Frîde Îbo di destpêka gotinên xwe de behsa zextên ku rojane jin li herêmên dagirkirî rastê wan tên kir û wiha got: “Ji roja ku êrîş li ser Efrînê çêbûne heya niha bi sedan jin hatine revandin, tecawizkirin û di temenê biçûk de hatine zewcandin, rastî gelek zextan tên. Her wiha zarokên ku nizanin şer çi ye û hê zarokatiya xwe nejiyane tên revandin û qetilkirin. Ev hemû kiryar jî ne tenê li herêöên Kurdan pêk tên li herêmên Ereban jî tên meşandin. Ji ber ku zextên mezin li ser jinan tên kirin gelek jin di rewşên derûniya herî xirab de ne her wiha gelek ji wan jinan ji bo ku ji destên dagirkeriyê ango ji bo xelasiya ji wê rewşê xwe dikujin. Melbat ji bo ku keça xwe ji zextên dewleta tirk û çeteyên wê biparêzin di temenê biçûk de wan didin zewicandin. Zewaca di temenê biçûk de bi xwe zextek her mezin li ser beden û derûniya jinan dike, ji ber vê yekê ew jin digihîjin rewşa xwekujiyê.”

“Di zindanên dagirkeriyê de jin tên qetilkiriin”

Ferîde Îbo do berdewamiya gotinên xwe de da zanîn ku di encama tundiya di zindanên Tirkiyeyê de li ser jinan tên meşandin, gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin û wiha bi lêv kir: “Beriya niha bi çend rojan dîsa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve li gundê Kaxirê yê Efrînê keçeke bi navê Nisrîn Mihemed Weqas a 14 salî bi îdiaya ku bi Rêveberiya Xweser re kar dikir hat revandin. Ev siyaset ne ji niha ve tê meşandin, ji roja dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ve heya niha, jinan direvînin. Piştî ku jinan direvînin, davêjin zindanan, ew jin di zindanê de rastî hemû cureyên tundiyê tên. Ji ber vê sedemê heya niha bi dehan jinan ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane. Piştre jî cenazayê wan radestî malbatan dikin û ji wan re dibêjin ku bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.”

“Dewleta tirk li deverên dagirkirî guhertinên demografîk çêdike”

Ferîde Îbo diyar kir ku dewleta tirk li hemû herêmên dagirkirî guhertina demografîk çêdike û wiha domand: “Lê belê weke ku em dizanin ji berê ve siyaseta dewleta tirk a dagirker dema ku herêmek dagir bike dixwaze her dem tundiyê bi kar bîne ji bo ku gelê wê herêmê bixe bin zexta xwe. Her wiha dixwaze wê herêma ku dagir kiriye bi temamî ji aliyê demografîk de biguherîne ji aliyê xwezayî û dîrokî ve. Dixwaze şêniyên resen ên wê herêmê jî biguherîne yanî guhertinek demografîk bi tamamî çêbike, mînaka wê ya herî ber bi çav jî Efrîna dagirkirî ye. Dema ku li Suriyeyê şer dest pê kir, gel aramî û ewlehî di Kantona Efrînê de didît ji ber vê yekê berê xwe didan wê derê. Heya ku beriya dagirkirina Efrînê nêzî 5 hezar malbat li Efrîn û gundewarên wê bi cih bûbûn.”

“Dixwazin bi van kiryaran dîroka herêmê tune bikin”

Ferîde Îbo destnîşan kir ku armanca dewleta tirk bi hemû kiryarên ku pêk tîne ew e ku dîrok û pîvanên herêmê tune bike û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Her dem dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên hovane dixwaze gel ji dîrok, pîvan, erdnîgarî, çand û mirovahiya wî dûr bixe. Ev hemû sûcên dewleta tirk li pêş çavên dewletên cîhanê tên kirin, bêyî ku kesek dengê xwe bike yan jî behsa sûcên dewleta tirk bike. Ji ber vê yekê kar û xebatên me di astên herî jor de tên meşandin ji bo mirovên ku rastî tundiyê tên, bi taybetî ji bo jinan. Jin bi temen mezin a bi navê Huriyê Mihemed ku ew û hevjînê xwe rastî tundiyê hatin hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, piştî hefteyekê Huriyê jî jiyana xwe ji dest da.”

“Ruxmî kiryarên li ser jinan ên ku parastina mafên wan dikin bêdeng in”

Ferîde Îbo diyar kir ku li gorî zagonên cîhanê ev kiryarên dewleta tirk sûceke dermirovî ne û wiha vegot: “Li gorî zagonên cîhanî yên Rêxistinên Mafên Mirovan û Rêxistinên Mafên Jinan vê yekê jî tu kes dengê xwe nekir ku ev jin li Efrînê û herêmên din yên dagirkirî rastî hovîtiya dewleta tirk tên. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê pir rehet kiryarên xwe yên dermirovî pêk tînin. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk bi taybetî çete li deverên dagirkerî bi cih kirine, ji ber ku rêxistina wan tune ye û çete çi bikin jî tu kes dengê xwe nake.”

“Dewleta tirk zarokan bi darê zorê dike leşker”

Ferîde Îbo di gotinên xwe de bal kişand ser kiryar û zextên ku li ser zarokan tên kirin û wiha pêde çû: “Li herêmên dagirkirî dewleta tirk zextên mezin li ser zarokan dide meşandin. Ji aliyekê ve wan fêrî perwerdeyên leşkerî dike ji bo ku wan di şer de bi kar bîne. Beriya niha çend rojan dîmen ji zindanên dewleta tirk û çeteyên wê derketin, tundiya her xirab li ser zarokan tên kirin, ji ber ku deriyê leşkerî vekirine û zarokan bi darê zorê dikin leşkerên xwe. Bi vê yekê dewleta tirk dixwaze her dem êrîşî dewletan bike lê ne bi destên xwe bi destên çeteyan.”

“Divê çareserî ji vê rewşê re bê dîtin”

Ferîde Îbo di dawiyê de bang kir ku pêşî li zextên Tirkiyeyê bên girtin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em weke rêxistina jinan, em ê li hemberî van sûc û kiryaran, tekoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Banga me ji civaka navneteweyî re ew e ku pêşî li zextên dewleta tirk were girtin û dewleta tirk bê darizandin. Her wiha divê ku çareserî ji vê rewşê re bê dîtin û her kes vegere ser cih û warê xwe bi ewlehî bijî.”