Şehla Hefîd: Li hemberî êrîşên dagirkeriyê pêdivî bi helwestek netewî heye

Cîgira Hevseroka KNK’ê Şehla Hefîd giringiya helwesta welatiyan a li hemberî êrîşan nirxand û got: : “Li beramberî êrîşên dagirkeriyê divê em bêdeng nebin, ger em weke netew bêdeg bimînin emê tune bibin. Ji lewra pêdivî bi bilindkirina têkoşînê heye.”

TEWAR PÊNCAWÎN

Silêmanî- Newroz cejna netewî ya Kurdane û rojek ji bo dubarekirina têkoşîn û xebatê dijî zilm û dagirkeriyê ye. Bi milyonan Kurdan li Ameda Bakûrê Kurdistanê, li Qendîlê bi hezaran, li Avrupa û Amerika agirê Newrozê hat pêxistin û cîhan hemû germ kir, hêz û îradeya gelê Kurd bilind bû û peyama yekitiyê li dijî dagirkeriyê hate dayîn. Di 26’ê Adarê de piştî şahiyên cejna Newrozê bi dawî bûn, pilana dewleta Tirk bi hevkariya PDK ya êrîşkirina ser xaka Başûrê Kurdistanê aşkere bû. Di 15’ê Nîsanê de li gora ku hatî pilan kirin bi oparasyon bi bombaranê destpê kir û di 17’ê Nîsanê de jî êrîşî ji bejahî û hewayî dewleta Tirk bi awayek fermî destpêkir. Ji ber germahiya Newroza îsal agir bi dewleta Tirk ket û nepejirandina şikestina oparasyona xwe ya di meha Sibata par li Gare de, meha Nîsana par li Avaşîn, Zap û Metîna carek din dewleta Tirk têk çû, lê belê ne sekinî û dest bi pilan û oparasyonek nû kir.

Cîgirê hevseroka Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK Şehla Hefîd da diyarkirin ku Erdoxan di nava şikestin û qeyranek mezin ya siyasî deye û ji ber vê yekê jî êrîşî Kurdistanê dike û got: “Dewleta Tirk bi zimanê xwe dibêjin bi alîkariya dostên xwe me kariya em biçin nava xaka Başûrê Kurdistanêç divê dostê Erdoxan bizanin ev êrîş û pilanene ji bo tunekirina Kurdane, divê PDK bizane dema ku dewleta Tirk bi leşkerên xwe hatin nava xaka Başûrê Kurdistanê, parçeyn din yên Kurdistanê jî dikeve metirsiyê.”

“Armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûr e”

Şehla Hefîd bal kişand li ser Newroza îsal û peyama yekitiya gelê Kurd û wiha dom kir: “Di Newroza îsal de peyama Kurdan ya yekitiyê li dijî zilm û dagirkeriyê derket holê û vê yekê dewleta Tirk gelek aciz kir û ji bo şikandina vê yekitiya gelê Kurd carek din dest bi êrîşan kir. Hercarê bi hêceta hebûna PKK’ê, hemû dinya dizane PKK rêxistinek ya parastina Kurdane. Erdoxan bi navê Îslam û şerîetê biryara êrîş û kuştinê dide, lê belê di Quranê de çar meh şer hatiye qedexekirin û yek ji wan mehan jî meha Remezanê ye û Erdoxan di meha remezanê de dest bi êrîşan kir.”

“Ger em weke netew bêdeg bimînin emê tune bibin”

Cîgirê hevseroka Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK Şehla Hefîd bi bîr xist ku divê dostên dewleta Tirk bizanin hevkarîkirin li ser Kurdistanê metirsiye û bêdengî îxanete û wiha got: “Li beramberî êrîşên dagirkeriyê divê em bêdeng nebin, ji ber ger em weke netew bêdeg bimînin emê tune bibin. Divê em hemû xwedî helwest bin bêdeng nemînin. Divê jin xwedî rol bin, bi taybet ew dayikên ku hevjîn û kesukarên wana yên ku bûne pêşmergên roj xwedî helwest bin û rê nedin bibin ruyê reş yê dîrokê. Divê em hemû xw ebi rêxistin bikin, hemû kesyetên rojnamevan, kesên rewşenbîr û kesyetên olparêz li dijî êrîşan bêdeng nebin û xwedî helwest bin. Di dîrokê de jin bi taybet jinên Kurd xwedî rolên giringin, li Rojava şer li dijî çeteyan şer kirin, li Bakûr Gerîla têkoşînê dikin û li çiya parastina xaka netewî dikin.”