Îman Mihemed: Jinên di qadên leşkerî de dixebitin ji bo hemû jinan temînata azadiyê ne

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevli xebatên leşkerî bûn lê tevî serkeftinên ku di şeran de bi dest xistin û ewlehiya herêmê pêk anîn jî hê bi nêrîna civakê re rû bi rû ne ku ev, yek ji pirsgirêkên herî mezin e.

RÎM MIHEMED

Reqa – Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Reqayê ya di Yekîneyên Parastina Jinê de Îman Mihemed got ku di van deh salên derbasbûyî de û şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin ji gelek astengî û paşverûtiyên ku rola jinan di hemû qadan de asteng dikirin rizgar bûn û wiha lê zêde kir: "Jin bi hebûna xwe ya di hemû qadên jiyanê de, bi taybetî di qada leşkerî de, piştî ku bi mafên xwe hîn bûn, di şoreşa Rojava de roleke sereke lîstin. Yekîneyên Parastina Jin û saziyên Rêveberiya Xweser ên ku destekê didin jinan, wan ji bindestiyê rizgar kirin û ber bi azadiyê ve birin loma jinan di hemû qadan de cih girt û roleke aktîf lîstin."

"Hewl tên dayîn ku îrade û rola jinan a di qada leşkerî de têk bibin"

Îman Mihemed destnîşan kir ku şer û êrîşeke tund li ser azadiya jinan heye û wiha domand: "Jin bi pêşengiya civaka baviksalarî û girêdana têgînên namûsê bi nehiştina jinan di qada leşkerî de bi şerekî taybet re rû bi rû ne. Jin di nava malbatê de xwedî bandoreke mezin in, dema dayikek xwedî ramaneke azadîxwaz be wê nifşeke saxlem û civakeke pêşketî biafirîne. Yekîneyên Parastina Jin ezmûnek bêhempa bû ji ber ku jin ji rewşeke tarî derketine riyeke ronî. Lê hewldan hene ku rola jinan di qada leşkerî de were têkbirin, ji ber ku ezmûna jinan di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de serkeftî ye û bi serkeftinan hatiye tacîdarkirin. Yekîneyên Parastina Jin li dijî fikrên paşverû û urf û edetên kenveperest şer dikin û erka wan ne tenê hilgirtina çekan e."

"Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê riya hemû jinên cîhanê ronî kirin"

Îman Mihemed anî ziman ku ew bi hêza jinên têkoşer têdikoşin da ku jinan ji rewşa wan a tarî derxin û wan bigihîjînin asta jiyana azad û nasname û mafên wê bi wê bidin naskirin û wiha pê de çû: "Ev qonaxa hestiyar a ku em tê re derbas dibin, pêwîstî bi hebûna rast û bi bandora jinan di hemû qadan de bi taybetî di aliyê leşkerî de heye. Xebata di qada leşkerî de bûye nasnameya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Cîhan me bi tevgera me ya femînîst û aktîf, ketina me ya qada leşkerî nas dike. Jinan bi têkoşîna xwe, canê xwe feda kirin û dikaribûn bi fikrên xwe jinan azad bikin û herêma xwe jî ji çeteyên terorîst û zîhniyetên paşverû rizgar bikin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hilgirtina çekan xwe îsbat kirin, ji ber ku xwe kirin meşale û riya hemû jinên cîhanê ronî kirin.