Çalakvan Razaw Gulî bêdengiya hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê şermezar kir

Çalakvan Razaw Gulî daxwaz ji hikumeta Iraqê û herêma Kurdistan kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bêdeng nebin, ji ber berdewamkirina vê rewşê wê encam xirab be û destkeftiyên hemû Kurdan bikevin metirsiyê.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê hemwelatî, xelkên Başûrê Kurdistanê di nav de jin û kesên rewşenbîr û hunermend li hemberî van êrîşan helwestên xwe diyar kirin û gotin ku hikumeta Iraq û hikumeta herêma Kurdistanê xwe wekî xwediyên xaka Kurdistanê nabîne ji ber wê bêdeng e.

Çalakvana civaka sivîl Razaw Gulî bi bîr xist ku ji dîrokê ve Kurd rastî êrîş û dagirkeriyê hatine û wiha got: “Ev êrîşên dagirkeriyê yên ku hene ji ber siyaseta li cîhanê, Rojhilata Navîn û herêma Kurdistanê ne. Ji ber bêdengiya dewleta Iraqê û herêma Kurdistanê li hemberî êrîşan bûye sedema zêdebûna êrîşên dagirkeriyê. Li gorî destûrê herêma Kurdistanê, beşek ji hikumeta Iraqê ye, ji ber wê ev dagirkeriya ku heye li hemberî vê desthilatdariyê bê îrade bûye ji ber ku ew van êrîş û dagirkeriyê dipejirînin.”

“Hikumeta herêma Kurdistanê bûye cihê siyaseta desthilatdariyên zordest”

Razaw Gulî diyar kir ku her dem siyasetên cuda ji aliyê dewletên serdest ve li ser hikumet û aliyên cuda hatiye ferzkirin, herêma Kurdistanê jî beşek ji wan e û wiha domand: “Li gorî min hemû alî hevkariya dewleta dagirker dikin û kes ji vê siyasetê bêpar nîn e. Lê belê hinek ji ber berjewendiyên xwe, bêdeng in. Her dem jin li hemberî dagirkeriyê sekinîne. Di dîrokê de jin li Başûrê Kurdistanê di nava girtîgehan de û li çiyayan li hemberî rejîma Baasê sekinîn. Niha jî gelek civakên cuda bi jiyana şoreşgerî û şervanî li hemberî dagirkeriyê disekinin û xwedî rola sereke ne.”

“Dîrok careke din dubare dibe”

 Çalakvan Razaw Gulî da zanîn ku berdewamkirina desthilatdaran li ser rêvebirina vê siyasetê ber bi tunekirina herêmê ve diçe û wiha domand: “Îro bi riya siyaset û berjewendiyên xwe hêdî hêdî herêma Kurdistanê ber bi lawazkirinê ve dibin. Ji ber wê bêdengiya dahate baş ne li pêşiya hikumeta Iraqê, herêma Kurdistanê û parlamentoyê ye, gel xwedî hişyarî û agahdariyê ye. Dîrok careke din xwe nû dike. Divê em xwe bi hêz bikin çendî ku hêvî heye ev rewş derbas bibe. Niha ew kesên paqij û netewparêz ku dagikeriyê nepejirîn her dem li çeperên pêş de li dijî dagirekriyê sekinîne. Divê piştgiriya kesên ku li pişt gel in were kirin û bizanin kî ne xaka Kurdistanê diparêzin.”