Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me rakirina tecrîdê ye

Xizmên girtiyan ên beşdarî çalakiya “Deng Bide Azadiyê” bûn, dan xuyakirin ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û gotin: “Tekane daxwaza me û ya zarokên me ev e. Ger ev yek pêk were, wê aştî were welat. Divê em bibin dengê wan.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Çalakiyên girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” dayîn destpêkirin, dewam dikin. Xizmên girtiyan jî di çarçoveya kampanyayê de bi çalakiya “Deng Bide Azadiyê” ku dabûn destpêkirin çalakiyan li dar dixin. Xizmên girtiyan ên li gelek bajaran li ber girtîgehan kom dibin, daxwazên xwe yên aştî û azadiyê nû dikin û diyar kirin ku tecrîd ji bilî kaos û krîzê tiştekî din ji gel re nayne.

Xizmên girtiyên li Amedê dijîn, her roja duşemê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tên gel hev û bi gotina “Bila her kes ji xewa giran şiyar bibe” bang kirin ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.

‘Zilmek nema ku li vî gelî nekirin’

Ayten Kiliç dayîka Basrî Kiliç ê 28 sal in li girtîgehê girtî ye jî diyar kir ku girtî li girtîgehê bi pirsgirêkên gelekî giran re rû bi rû dimînin û roj bi roj zext zêde dibin û got bi taybetî girtiyên nexweş, bi giranî ji zextan bandor dibin. Ayten Kiliç axaftina xwe wiha domand:

“30 sal dane zarokên me, ev yek têr nekir tehliyeya wan şewitandin. Çavê van dayîkan û van zarokan her tim li ber deriyê girtîgehê ma. Xwedê mafê me ji vê dewleta zalim re nehêle. Ez ji bo kurê xwe û girtiyên din li vir im. Hemû nexweş in, ji ber greva birçîbûnê ya ku par ketinê, nexweşiyên wan giran in. Heta em diçin Îzmîrê em perîşan dibin. Em vê riyê ji bo 40 deqîqeyan diçin. Îşkenceyek nema ku li malbatan nekirin. Tiştekî ku li gelê Kurd nekirine nîne. Ew ê bi ewqas zilm û ewqas xwîn heta ku derê biçin? Em jî mirov in û em dixwazin li vê cîhanê wek mirovan bijîn. Em wek dayîk çi ji destê me bê em ê bikin. Bila êdî gelê Kurd bê ser hişê xwe. Bila êdî cerdevan û AKP’yî rêya rast bibînin. Ev xwîn wê heta kengî biherike? Bila ev tecrîd rabe, bila ev zext bi dawî bibin. Em aştiyê dixwazin, îşkenceyê naxwazin. Êdî bes e!”

‘Divê bêdengî bê şikandin’

Halîme Altaş dayîka Serdar Altaş ê 8 sal in di Girtîgeha Girtî ya Hîlvanê de ye diyar kir ku divê êdî gel dengê xwe bilind bike. Halîme Altaş, anî ziman ku bêdengiya heyî hem zext û hem jî tecrîdê kûrtir dike û got: “Em dixwazin ev tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Tekane daxwaza me û zarokên me ev e. Ger ev yek pêk were, wê aştî were welat. Divê em bibin dengê wan. Ji ber vê yekê em îro li vir in. Emê hertim li kêleka wan bin. Îro tu îşkence û zilmeke ku li hundir neyê jiyîn nema. Her tiştî li girtiyan dikin. Em dixwazin ev îşkence bi dawî bibin. Tiştê ku em dixwazin tiştekî mirovî ye. Bila ev îşkence bi dawî bibe, bila ev gel ji vê xewê şiyar bibe. Ger îro em dengê xwe dernexin dê sibê tiştên girantir bên kirin. Divê êdî mirov dev ji vê bêdengiyê berdin. Ev doz doza me hemûyan e, bila dengê xwe bilind bikin.”